Baxçeyê Rojava jêdera sûkên herêmê ye

Baxçeyê Rojavayê ku dikeve gundê Ezîziye yê girêdayî herêma Serêkaniyê wek jêdera qûta bi dehan malbatên koçber tê hesibandin, ji sûkên herêmê re jêdera zebze, şînkahî û fêkiyan e

Baxçeyê Rojava li gundê Ezîziyê yê girêdayî bajarokê Til Helefê yê herêma Serêkaniyê ye. Baxçe di sala 2014`an de ava bû. Piştî ku YPG û YPJ`ê herêma Serêkaniyê ji komên çeteyan rizgar kirin, şêniyên herêmê bi armanca kêmkirina bêkariyê dest bi vekirina projeyan kirin. Yek ji van projeyan jî avakirina Baxçeyê Rojava bû.

Baxçe yek ji girîngtirîn jêdera sebze û fêkiyên sûkên herêmê û gelek deverên din ên herêma Cizîrê ye. Bi dehan malbatên koçber debara xwe ji baxçe digirin. Di nav baxçe de bi dehan malbatên koçber ji herêmên cuda dixebitin (Reqqa, Dêrazor û Efrînê). Ew koçber ji ber kiryarên hovane yên çeteyan û ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta tirk reviyan e.

Rûbera baxçe hezar û 400 donim e. Di baxçe de 4 hezar darên berhemdar ên sêv, karçik, kerez, hinar, tirî, xox, gûz û gelek cureyên din hene.

Li rex darên berhemdar tevahiya cureyên sebzeyan di baxçeyê de tên çandin. Ev zebze di bin hingaran de tên mezinkirin.

Baxçe ji sûkên herêmê re jêdera sebze û fêkiyan e

Têkildarî rewşa baxçeyê endama rêveberiya baçe, berpirsa hingaran û seroka komuna Baxçeya Rojava Ahîn Elî axivî. Elî diyar kir ku malbatên di nav baxçeyê de dixebitin malbatên koçber in û da zanîn ku yek ji armancên avakirina baxçeyê jî pêşkêşkirina alîkariyê ji wan re û peydakirina cihekî ji bo ku tê de bimînin hatiye vekirin.

Di axaftina xwe de Elî destnîşan kir ku ew berhemên baxçeyê ji fêkî û sebzeyan bi buhayên guncew dişînin sûkên herêmê û got ku ew wek rêveberî û karker bi hemû hêza xwe kar dikin û wiha pêde çû: “Armanca me alîkariya malbatan e. Weke din jî em her tim hewl didin pêwîstiyên şêniyan peyda bikin.”

Her wiha Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek projeyên din me hene ku dê em din av baxçeyê de pêk bînin. Mînak, xwedîkirina xwedîkirina sewalan, danîna sebzeyan a zivîstanê û hwd. Weke din jî ji bo em pêşiya anîna zebzeyan a ji derve bigirin, em bi vê xebatê radibin.” HESEKÊ