Li Kobanê û Minbicê dema berhevkirina fistiqan

Navenda Nûçeyan

Cotkarên fistiqên helebiyan ên herêma Minbic û kantona Kobanê yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest bi berhevkirina berhema fistiqan kirin

Ji derdora hefteyekê ve cotkarên li Minbic û Kobanê dest bi berhevkirina fistiqa helebî kirine. Ev berhem wek girîngtirîn jêderên qûtê li cem şêniyên kantona Kobanê û herêma Minbicê tê hesibandin. Li her du deveran li gorî herêmên din, rûberên fireh bi darên fistiqan hatine çandin.

Ji bilî bi hezaran darên ku nû hatine çandin, 10 hezar darên fistiq li gundên başûr û rojavayê kantona Kobanê hene. Taybetmendiya vê darê ew e ku beriya 8 salan ji çandina darê berhemê nade.

Li Minbicê darên fistiqan li gundên rojava belav dibin. Gundê El-Eseliye yek ji girîngtirîn herêmên ku fistiqa helebê tê de tê çandin. Rûbera zeviyên bi darên fistiqan hatiye çandin 750 hektar derbas dike.

Fistiqa helebî pir zêde di nav sûkan de tê xwestin. Ji ber ku wek girîngtirîn berhem tê hesiband tevî ku di şîraniyan de tê bikaranîn.

Fistiq piştî gelek mehan ji eleqedariyê di navîna meha tebaxa de tê berhevkirin. Berhevkirin 20 rojan didome. Kîloya fistiqa herêmî di navbera hezar û 500 heya 3 hezar lîreyên Sûriyeyê tê firotin. Her wiha buhayê firotinê li gorî rêbaza firotinê cuda ye.

Fistiq tevî qalikên xwe bi buhayên di navbera 1 hezar û 500 heya hezar û 700 lîreyên Sûriyeyê tê firotin, ev buha jî dibe ku bilind bibe. Kîloya fistiqên bê qalik bi 3 hezar lîreyan e.

Mewsima îsal a fistiqan li gorî salên borî ne berhemdar bû, tevî wê jî darên fistiqan her du salan berhemê didin.

Xwesteka çandina fistiqan di van demên dawîn de zêde bûye û yek ji hilberînên herî baş ji cotkaran re tê hesibandin, ji ber darên fistiqan pir avê naxwazin û berhemeke baş didin.

Miqdara berhema darên fistiqan bi eleqedariya cotkaran ve girêdayî ye, ji reşandina dermanên kurmikan û avdana wê bi awayekî baş da ku nexweşî tê de belav nebin. Di vê salê de, baran gelekî bariya, lewra cotkar sûd wergirtin ku daran di werza zivistanê de av nedin.

Cotkarê bi navê Mistefa El Ehmed ê ji gundê El Eseliye rojavayê Minbicê ye û xwediyê 140 darên fistiqan e, girêdayî mijarê wiha got: “Hilberîna fistiqan wek qûta rizqa şêniyan e. Ji saetên sibê ve dest bi berhevkirinê dikin û destheqê karkeran rojane hezar lîreyên Sûriyeyê ye.”