Piştî zanîngehê qedand berê xwe da gund û dest bi çandiniyê kir

Zehra Kanat ku piştî zanîngehê qedand û kar bi destê wê neket, berê xwe da gundê xwe û niha li gund kare çandiniyê dike

Zehra Kanat, bi hêviya bibe xwedî kar û bar li Zanîngeha Colemêrgê beşa Hesabgêriyê xwend, lê piştî zanîngehê qedand kar bi dest wê neket û li bajêr dikana donerê vekir. 4 salan dikana donerê bi rê ve bir, lê belê ji ber krîza aborî hew karê bû vî karî bike û dikana xwe firot û li dikana xwe ya firot xebitî. Piştî heqê distend têra wê nekir berê xwe da gundê xwe Qewalê.

Piştî Kanat li gund bi cih bû dest bi çandiniya zebze kir. Kanat anî ziman ku biharê li çiyê nebatan berhev dike û difiroşe û wiha got: “Min beşa hesabgêriyê qedand. Ji bo bibim xwedî kar min xwend. Ji bo kar min serî li gelek şîrketên taybet dan. Lê mixabin dîsa jî kar bi dest min neket. Vê carê min hewl da bazirganiyê bikim. Li bajêr min dikanek vekir, lê ji ber krîza aborî mecbûr mam dev jê berdim. Piştî min dikan firot li cem xwediyê wê yê nû xebitîm. Lê tiştê bi dest min diket têra min nedikir, loma min berê xwe da gund.”

Di axaftina xwe de Kanat anî ziman ku lêçûnên hilberîna ku li gund dike kêm e û wiha domand: “Îsal me zebze, xiyar, petat, fasûle û gelek tiştên din çand. Her wiha em biharê jî diçin li çiyê pincarê berhev dikin û difiroşin.”

Herî dawî Kanat diyar kir ku tenê dewlet deriyekî nîşanî wan dide ew jî ÎŞKÛR e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila kes hêviya xwe bi ÎŞKÛR’ girênede. Em jiyaneke bêyî zext û zorî dixwazin. Em doza jiyaneke azad dikin.”  COLEMÊRG