Ne cotkar dikare hilberîne, ne jî bazarvan dikare bifiroşe

Esnafên bazara Sêrtê anîn ziman ku 20 sal in wekî niha serdemeke wisa zor û zehmet nedîtine û gotin ku ne cotkar dikarin hilberînin xwe bifiroşin ne jî bazarvan dikarin bifiroşin

Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber krîza aborî mexdûr dibin her diçe zêdetir dibe. Li Sêrtê jî esnafên bazarê, diyar kirin ku ji ber lêçûn zêde bûne û pere bi kesî re nemaye rewşa wan nebaş e. Esnafan anî ziman ku êdî mehê biqasî meaşê kêmtirîn jî bi dest wan nakeve.

Esnaf Racî Çelîk da zanîn ku 20 sal in esnaftiyê dike, lê belê ev du hefte ye rewşa karê wî qet nebaş e û wiha got: “Êdî cotkar nikarin hilberînin. Her ku maliyet zêde dibin em jî dixisirin.”

Kemal Topal diyar kir ku ji ber krîza aborî tiştek ji wan re namîne û ev tişt anî ziman: “Çimkî maliyet pir zêde bûne. Her tişt biha bûye. Ji bo ez karibim qezenc bikim divê ez jî zem bikim. Lê ger ez zem bikim wê kî bikire? Rojê ancax 50-60 TL bi dest min dikeve. Ev mehê nake meaşê kêmtirîn jî.”

Esnaf nikarin debara xwe bikin

Kamûran Koç ku fêkiyan difiroşe, ev tişt anî ziman: “Em nikarin debara xwe bikin. Bi mirovan re pere nemaye. Li bazarê kes tune ye. Ma em ê bifiroşin kê?”

Her wiha esnaf Osman Yilmaz jî destnîşan kir ku krîzeke pir mezin heye û ji ber nikarin bifiroşin berê wan xirab dibin û wiha got: “Car heye ji bo malên me xirab nebin an em belav dikin an jî em dibin malê. Êdî zarokên me jî fêm dikirin ji ber em nikarin bifiroşin em tînin malê. Jixwe gava ber pir li ser dezgehê bimînin kes nakire.” SÊRT