Bereketa zeytûnên Nîzîbê ji sedî 75 daket

Îsal bereketa zeytûnên Nîzîbê kêm bû. Hilberîneran anî ziman ku ev ji ber guherîna avhewayê ye û gotin ku cara yekem e bereket ev qasî hindik e

Dema dawişandin û topkirina zeytûnên Nîzîbê ya Dîlokê dest pê kir. Li navçeyê nêzî 10 milyon darê zeytûnan hene û par 80 ton zeytûn hatibû topkirin. Lê belê tê gotin dê îsal yekûna zeytûnan 50 ton be.

Hilberîneran diyar kirin ku îsal randimana zeytûnan kêm bûye û gotin ku li gor zeytûnên herêma Egeyê, zeytûnên Nîzîbê baştir in, lê belê ji ber avhewaya herêmê guheriye êdî randimana zeytûnan ne wekî berê ye.

Zeytûnvan Halîl Yapar anî ziman ku ji sedî 90’ê darên zeytûnan ber negirtine. Yapar ji bo kêmbûna randimanê da zanîn ku ji ber par zêde bûye îsal dar westiyane û wiha got: “Heger şilî zêde be sala bê wê randiman jî baş be. Par min ji baxçeyê xwe 5 ton berhev kir, lê îsal tonek jî tune bû. Îsal randimana zeytûnan ji binî ve tunebû. Me karker jî negirtin. Me bi xwe berhev kir. Heqê keda me jî jê derneket. Heger em van zeytûnan bifiroşin wê tiştekî neke. Heger me karker bigirtana, em ê nikaribûna ji bin rabin. Îsal tenê min ji baxçeyê xwe 100 lîre qezenc kiriye. De were ji nav derkeve. Li herêmê rewşa her kesî ev e. Avhewaya herêmê diguhere. Cara ewil e randiman wiha ye. Carinan nîvî nîvî kêm dibû. Lê îsal ji 4 paran parek maye.”

Yapar destnîşan kir ku heger li herêmê zeytûnvanî nemîne ew ê neçar bimînin berê xwe bidin bajêr.

Her wiha zeytûnvan Şahîn Kiliç jî diyar kir ku îsal zeytûn pir kêm bûne û da zanîn ku zeytûn ji sermayê hez dikin û ev tişt anî ziman: “Her ku avhewa diguhere, dar jî tesîreke neyînî jê digirin. Berê ava çemên li herêmê baş bû. Lê gişt ziwa bûn. Axa Nîzîbê tam axa zeytûnan e. Li herêma Egeyê ji 8 kîlo zeytûnan kîloyek rûn çê dibe, lê li cem me ji 3 kîlo zeytûnan kîloye rûn çê dibe.” DÎLOK

Dikarî Biecibînî