Li Edeneyê li dijî zeman kampanya

ESP ji bo zemkirina ceryan, av û heqê rê bê betalkirin kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. ESP'a Edeneyê, ji bo kampanyayê bang li edeneyiyan kir û got ku ji ber polîtîkayên şer ên îktîdarê her diçe xarina gel kêm dibe

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ji bo zemkirina ceryan, av û heqê rê bê betalkirin bi dirûşma ‘Xizanî ne qeder e, krîz a kapîtalîzmê ye, çareserî jî sosyalîzm e’ kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de Rêxistina ESP’ê ya Edeneyê jî li bajêr kampnayaya navbirî da destpêkirin.

Endamê Meclisa Partiyê ya ESP’ê Osman Kara destnîşan kir ku armanca wan 15 hezar îmze ne. Kara bal kişand ser krîza heyî û got ku di vê serdemê de ne kesên ku bûne sedema krîzê, gel bi awayekî cidî xizan dibe.

Kara ku destnîşan kir ji ber betalî û bêperetiyê mirov întihar dikin, bal kişand ser rewşa Adem Yariciyê ku li navçeya Antakya ya Hatayê agir berdabû bedena xwe û diyar kir ku rewşa Yarici dîmena li welat bi xwe ye. Kara diyar kir ku li Tirkiye û cîhanê krîzeke mezin heye û ji bo vê krîzê jî got ‘îflaskirina kapîtalîzmê’.

‘Îktîdar zeman ji nedîtî ve tê”

Di axaftina xwe de Kara anî ziman ku her tişt buha bûye û da zanîn ku îktîdar ji bo şert û mercên jiyanê û ji bo zemên li ser hev du tên kirin ji nedîtî ve tê.

Kara bal kişand ser zemên li bajêr tên kirin jî û diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ji sedî 30 heqê avê kêm kiriye, lê belê hê jî heqê ava bermayî li fatûreyan tê barkirin, li Edeneyê heqê rê ji sedî 20 hatiye buhakirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê mesafeya kurt a nav bajêr a Edeneyê ye. Lê belê herî zêde jî li Edeneyê heqê rê buha ye. Yanî 3.5 TL. Heger malbatek 5 kulfetên wê hebin, çûn hatine wan mehê dike hezar TL.”

15 hezar îmze

Kara destnîşan kir ku ji ber zemên tên kirin gel pir tengijiye û ev tişt anî ziman: “Em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyê. Em ê li nav bajêr standan vebikin. Gava em li rewşa welat mêze dikin em dibînin ku 30 salên dawî budçeyeke mezin ji bo parastinê tê veqetandin. Ji ber polîtîkayên şerî nanê gel kêm dibe. Ev polîtîkayên şer welat ber bi karesateke mezin ve dibe.”

Her wiha Kara diyar kir ku armanca wan berhevkirina 15 hezar îmzeyan e.  EDENE

Dikarî Biecibînî