Bêrîvanên Colemêrgê: Civaka ku sewalkarî tê de nebe bereket jî tê de nîne

Bêrîvanên gundê Îdê ya Colemêrgê da zanîn ku ew debara xwe bi sewalkariyê dikin lê belê li gundê wan rê û ne jî ceryan heye. Bêrîvanan diyar kir ku civakeke ku sewalkarî tê de nebe, bereket jî tê de nîne

Demsala biharê ber bi dawiyê ve ye û bi nêzbûna demsala havînê re, pileya germahiya hewa jî li seranserî Kurdistanê bilind dibe. Yek ji van herêman jî Colemêrg e. Weke ku tê zanîn gelemperiya gundewarên Colemêrgê debara xwe bi sewalkariyê dikin. Bi germbûna hewa re êdî şêniyên gundan sewalên xwe dibin zozanan û li wir dinihêrin. Yek ji van gundan jî gundê Îdê yê Colemêrgê ye.

Li gundê Îde bêrîvanên gund rojê du danan bizinên xwe di doşin. Bêrîvanên ku ji bo danê sibehê berê xwe didin zozanan, piştî bi saetan digihin nav pezê xwe. Bêrîvan di danê êvarê de jî bizinan didoşin û şîrê ku berhevkirî li pişta xwe didin û vedigerin malên xwe. Bêguman rêya çûna nava pez ewqas hêsan nîne. Bêrîvan bi saetan dimeşin û heta êvarê kedeke mezin didin. Bêrîvanên gundê Îdê, ji Jinnewsê bi Zeynep Durgut re axivîn.

Ji bêrîvanan Hatîce Akbay dibêje ku ji zarokatiya xwe ve bêrîvaniyê dike û wiha got: “Rê û ceyrana gundê me nîne. Ji ber vê jî em zehmetiyên mezin dikişînin. Gundê me gelek xweşe lê belê hatin û çûna wê pir zehmete. Derfetên me nînin. Di zemanekê ku her tişt gelek pêş ketiye de hê jî pirsgirêka me ya rê û ceyyanê heye. Rayedaran tu alîkarî nedane me. Lê em neçarin bên gundê xwe û karê xwe bikin. Ji serê sibehê heta êvarê dixebitin. Pez didoşin, penîr çêdikin û em qet nasekinîn. Xwedîkirina pez zehmet e û kedeke mezin dixwaze. Ji xwe rewşa me ya aboriyê nebaşe û heke em pez xwedî nekin, em nikarin debara xwe jî bikin.”

‘Hem karê mal û hem jî yê berîvaniyê dikin’

Bêrîvana bi navê Şukran Durgun jî wiha dibêje: “Karê me zehmet e û divê keda me bê dîtin. Îsal li Colemêrgê hewa pir dereng germ bû. Vê jî kir ku em dereng biçin zozanan. Li ser rêya gundê me hê jî berf heye. Ji ber vê jî dema em tên gundê xwe, di rêyên zehmet re derbas dibin. Bi salane em pez xwedî dikin û herî zêde jî jin pê re eleqedar dibin. Em hem karê malê û hem jî bêrîvaniyê dikin. Ev jî me pir diwestîne. Piştî ku me pezê xwe dot, em mast û pênir çêdikin. Çêkirina wan jî ewqas hêsan nîne. Carna bi seatên û carna jî roja me digire. Bi xwarin û firotina van berheman jî em debara xwe dikin.”

‘Civaka ku sewalkarî tê de nebe bê berekete’

Têkildarî mijarê bêrîvana bi navê Behîce Dayan jî ev tişt anî ziman: “Her tişt biha bûye û êdî xwedîkirina pez gelek zehmet bûye. Ji berê ve em vî karî dikin. Tu kesî piştgirî jî nedaye me. Divê dewlet piştgiriyê bide sewalkaran. Heke civakek pez xwedî neke, di wê civakê de bereket jî nîne. Lewma divê karê sewalkariyê bê baştirkirin. Ne rê û ne jî ceyran li gundê me heye. Em di rêyên zehmet re derbas dibin û ditirsim ku rojekê yek ji me ji van kendalan bikeve û bimire.” COLEMÊRG