Di bihareke derengî ya Colemêrgê de berhevkirina gîhayan

Şêniyên gundê Îdê yê Colemêrgê bi hatine demsala biharê re tevî hemû talûkeyan jî ji bo komkirina gîhayan berê xwe dan çiyayên bilind. Jinên kedkar dibêjin ku her çiqas bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin jî, heqê keda wan baş nayê dîtin

Li Colemêrgê bi hatina demsala biharê re jinan dest bi komkirina gîhayan kir. Li gundê Îde yê Colemêrgê jin di seatên serê sibehê de radibin û li çiyayên bilindahiya wan 3 hezar û 500 metre gîhayên mîna mendê, siyabo, bûk, şalê (gulik) û kariyê kom dikin. Gîhayên ku bi giştî ji hêla jinan ve tên komkirin, hem di nav penîr, hem di nava xwarinan de û hem jî ji bo firotinê tê amadekirin. Jinên ku dema komkirina pincaran de gelek caran bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin, dîsa jî dev ji komkirina gîha bernadin. Şêniyên gund ji Jinnewsê bi Zeynep Durgut re axivîn.

Ji jinên gund Hamaîl Dayan anî ziman ku îsal ji ber derengmayîna demsala biharê gelek gîha dereng şîn bûne û wiha got: “Wekî her sal îsal jî bihar dereng hate Colemêrgê. Em di meha gulanê de ne lê hêj jî li çiyayên me berf heye. Îsal berfeke zêde bariya. Em her sal bi hatina biharê re berê xwe didin çiyayên herî bilind û gîhayên herî bi tehm ku derman in kom dikin. Çûyîn çiqas talûke be, ewqas jî zehmet e. Ji ber ku te hin dît tu ji tehtekê ketî û tu mirî. Em ji zarokatiya xwe ve vî karî dikin û lê şareza ne.”

Pêvajoya amadekirina gîhayan

Bi domdarî jî Dayan anî ziman ku bi qasî komkirina gîhayan, amadekariya wê jî zehmet e û wiha domand: “Hem mêr û hem jî jin gîhayan kom dikin. Lê belê jin bêhtir diwestin. Ji ber ku bi tenê kom nakin, her wiha amade jî dikin. Ji ewil em gîhayên xwe dişûn û piştre jî dikelînin. Lê ne keleka zêde ye. Ji ber ku heke zêde bikele dê şîfaya wê bikuje. Piştre jî em dixin bîdonan. Gîhayê ku di nava penîr û xwarinê de dê were bikaranîn û yê ku dê bê firotin em ji hev cuda dikin. Piştî cudakirinê jî ev giya heta zivistanê de di ava sar an jî di kunsarkên di bin axê de tê sekinandin.”

‘Keda me nayê dîtin’

Ji şêniyên gund Bedriye Dayan jî diyar kir ku heta gîhayan kom dikin û amade dikin gelek kedê didin lê pir hindik qezenc dikin. Dayan wiha pê de çû: “Gîhayê herî bi tehm, cureyên li herêma me ne. Ji serê biharan ve em berê xwe didin çiyayan. Ji bo ku ji germahiya nava rojê bi bandor nebin û êvarê jî dereng nemînin, em di berbanga sibehê de diçin çiya. Berfa li çiyayên me hê jî neheliyaye. Em hem debara xwe dikin û hem jî ji bo amadekariyên zivistanê dikin. Bîdonên 10 kîloyî li bajêr 25- 30 lîreyan diçin. Em ewqas zehmetiyê dikişînin û bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin lê belê dîsa jî dibêjin ev pereye zêde ye. Keda me nayê dîtin.” COLEMÊRG

Dikarî Biecibînî