‘Xweza her tim hilberîner e û qedrê wê bizanin’

Mêşvan Hecî Adil Baran diyar kir ku bi karê mêşvaniyê re hem di nava xwezayê de hildiberîne û ji vê keyfxweş e, hem xwe ji koronayê diparêze û hem jî di hêla tenduristiyê de baştir dibe. Baran got: “Xweza her tim hilberîner e. Qedrê xwezayê bizanin.”

Mêşên hingiv ên ku ji av û bizirê kulîlkan hingiv çêdikin di heman demê de jî ji bo belavbûna bizirê kulîlkan sedema herî mezin in û hevsengiya xwezayê pêk tînin.

Li Kurdistanê kesên mêşvaniyê dikin salê 8 mehan ji bo xwedîkirina mêşan di nava zor û zahmetiyan de jiyana xwe li çiya û zozanan derbas dikin. Hingivê ku li zozan, deşt û çiyayên Kurdistanê tê peydakirin bêguman ji bo gelek nexweşiyan dermane. Yek ji van mêşvanan jî Hecî Adil Baran e ku ev 20 sal in karê mêşvaniyê dike. Baran têkildarî xebata xwe ji ANF’ê bi Denîz Îkre re axivî.

Baran da zanîn ku ji meha kanûnê ve ji Wanê berê xwe da Mersînê û piştî hewa li bajarên Kurdistanê germ bû jî, destpêkê hat qeraxa Çemê Batmanê û li vir bi qasî 20-25 rojan sekinî. Piştî hewa li herêma Serhedê germ bû, vêcarê jî berê xwe da herêma Serhedê.

‘Karê mêşvaniyê ji karê xelkê gelek xweştir e’

Baran got ku ji destpêka meha hezîranê heta mehên mijdar û kanûnê, li herêmên Bedlîs û Wanê dimînin û piştre dîsa berê xwe dide herêma Çukurovayê. Baran wiha domand: “Min  100 xelefkên mêşan anîn herêmê. Beriya ku em mêşên xwe veguhêzin, herêma ku em ê mêşên xwe bibinê em lê dinêrin. Herêma Serhedê sar e. Lewre me mêşên xwe birin herêma Çukurovayê û piştre jî me veguhestin Amed û Êlihê. Bi vê re em hem xwe ji koronayê diparêzin û hem jî karê xwe dikin. Hilberîna di nava xwezayê de hestekî xweş e. Mêşvanî karekî zehmet e lê ji karê xelkê gelek xweştire. Debara xwe bi vî karî dikim.”

Vîrûsê bandor li karê wî kir

Herî dawî jî Baran ev tişt anî ziman: “Vîrûsa koronayê bandorekî neyînî li karê me jî kir. Beriya şewbê, dema em diçûn herêmê gel alîkarî dida. Lê niha ez bi tenê mam û gelek westiyam. Ji ber karê xwe ez salê tenê 2 mehan li malê dimînim. Hema bêje serê payîzê em hingivê xwe dibirin û difiroşin. Salê nêzî 500 kîlo hingiv derdikeve. Kîloya hingiv jî ji 150 lîreyan dest pê dike. Hingivê me xwezayî ye. Divê hemû kes vegere xwezayê. Li bajar mirov nikare pêşî li nexweşiyan bigire. Xweza her tim hilberîner e. Eger mirov destê xwe bide xwezayê, xweza jî mirov hembêz dike. Divê mirov qedrê wê bizane.” ÊLIH