Li Sûriyeyê hewldana hevsengiyên nû û rewşa kurdan – H. Halît Alaçati nivîsand

Kêşmekêşa li Rojhilata Navîn piştî daxuyaniya paşvekişandinê ya Trump kûrtir bû. Trump ji dîwarek bêserûber hatiye lêkirin kevirek kişand. Hevsengî serûbin bûn. Xuyaye ku biryara Trupm, ne biryara dewleta DYA’yê ye. Pêkan e ku encama şerê îktîdarê yê di navbera aliyên cuda yên dewletê de be. Lê di vî şerê îktîdarê de destê Trump qels e. Pentagon, wezareta karê derve û karsaz li dijî vê biryara Trump in. Jixwe di encama vê nerazîbûnê de Trump neçar ma gav paşve biavêje. Lê hêj tam zelal nîne ka DYA dê bernameyek çawa bimeşîne. Dê mîna berê di sê xalên wekî armanca hebûna xwe ya li Sûriyeyê de israr bike yan dê bi formatek nû bimeşe, nexuyaye.

Di 8’ê mehê de lijneyek DYA’yê tê Tirkiyeyê. Di vê hevdîtinê de hin tişt dê zelaltir bibin. Navenda bazara Tirkiye û DYA’yê bakur – rojhilatê Sûriyeyê ye. DYA dixwaze heta astekê li hemberî bandorbûna Tirkiyeyê ya li bakur – rojhilatê Sûriyeyê, angajeyî polîtîkayên wê yên li dijî Îranê û Rojhilata Navîn bibe, navber bixe nav xwe û Rûsyayê. Tirkiye jî li beramberî van dixwaze statuya kurdan asteng bike. Şansê meşandina peymanek wiha ne pêkan e. Ji ber ku kurd bêstatubûnê bi tu awayî qebûl nakin û dê şer bikin. Tirkiye û DYA li hev bikin vê carê kurd dê têkiliya bi rejîm û Rûsyayê re xurttir bikin. Ev jî tê wateya ku hevsengiyên li Sûriye û Rojhilata Navîn dê ji nû ve teşe bigirin.

Rûsya li benda hevdîtina DYA-Tirkiyeyê ye

Di rewşek wiha de helwesta Rûsyayê girîng e. Rûsya heta astekê bi kurdan re têkiliyên xwe pêş xistin. Ji niha pê ve jî dê hewl bide van têkiliyan xurttir bike. Lê ku Tirkiye û DYA li hev bikin jî dê helwestek cuda nîşan bide û bi kurdan re polîtîkayek nêztir bimeşîne. Rûsya niha li benda du tiştan e. Bawer nake ku DYA dê ji Sûriyeyê derkeve. Yek dixwaze ev zelal bibe. A din jî dê çavdêriya têkiliyên DYA û Tirkiyeyê bike. Li gorî vê dê helwesta xwe zelal bike. Ji bo vê niha naxwaze destê xwe aşkera bike. Lê di vê navberê de jî bi rêveberê bakur – rojhilatê Sûriyeyê re diyalogan daniye. Dixwaze di vê aloziyê de zêdetir bandora xwe li ser kurdan bike û bi gefên Tirkiyeyê jî kurdan zêdetir neçarî rejîmê bike.

Tirkiye jî pêşiyê bi biryara derketina DYA’yê kêfxweş bû lê niha ji her kesî zêdetir poşman e. Tirkiye naxwaze DYA ji Sûriyeyê vekişe, dixwaze bi kurdan re di nav têkiliyan de nebe. Li hemberî astengkirina mafên kurdan piştgiriyê bide Tirkiyeyê. Demek dirêj hebûna DYA’yê ya li Sûriyeyê li hemberî Rûsyayê bi kar anî, kete Cerablûs, Bab û Efrînê. Di kêşmekêşa heyî de jî dixwaze darbeyek din li kurdan bixe. Ji bo vê piştî biryara Trump tavilê çû Rûsyayê û destûr xwest. Lê Rûsya bi boneya nediyariya biryara DYA’yê daxwaza Tirkiyeyê qebûl nekir. Ji ber ku Tirkiyeyê hêj sozên ji bo Idlib û deverên din bi cih neanîne. Ketina wê ya Sûriyeyê guman li gel Rûsya, rejîm û Îranê çêkir. Ji bo vê niha li bendê ne Tirkiye sozên xwe yên berê bi cih bîne. Ku DYA derket dê hindê gavên fikarên Tirkiyeyê ji holên rakin biavêje.

Îran di kemînê de ye

Îran dewletek din a di vê denklemê de xwedî bandor e. Niha di hedefa DYA’yê de ye. DYA wekî sedema xwe ya bingehîn hebûna Îranê ya li Sûriyeyê nîşan dide. Dixwaze Îran derkeve. Îran jî hebûna li Sûriyeyê û parastina korîdora di navbera xeta şiiyan de ji bo xwe jiyanî dibîne. Bi Rûsyayê re di asteke stratejîk de tevdigere. Lê ji ber israra wê ya di korîdora şiiyan de bi boneya hincetan dide destê Îsraîl û DYA’yê bi Rûsyayê re car car dikevin dubendiyê. Lê ev rewşeke ku têkiliyan wan zêde bandor bike nîne. Îran ji polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Iraq û Sûriyeyê aciz e. Lê ji ber ambargoya heyî û polîtîkayên DYA’yê jî naxwaze têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re xirab bike. Ligel vê jî li dijî ketina Tirkiyeyê ya Sûriyeyê. Heta dixwaze Tirkiye di zûtirîn demê de ji Sûriyeyê derkeve. Dixwaze Tirkiye wekî gefek li hemberî kurdan li sînor bimîne ku kurdan neçarî rejîmê bike. Lê ku Tirkiye bi DYA’yê re têkiliyên xwe xurt bike û tev li kampanyaya dijberî Îranê bibe, dê polîtîkayên wê ji binî ve biguherin. Ango Îran jî wekî mutefîkê xwe Rûsyayê niha di kêmînê de ye.

Hêzên ewropî bixwazin dikarin bibin alternatîf

Lê piştî biryara derketinê ya Trump, rewşa hin hêzên din ên li Sûriyeyê jî ket ber nîqaşan. Di nav koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de Fransa, Îngilistan, Almanya û gelek dewletên din jî cih digirin. Ji ber ku Trump bêyî bi wan re nîqaş bike û agahî bide ev biryar da, tev nerazî ne. Ev nerazîbûnên xwe jî anîn ziman. Ev dewlet bi hêza xwe ya niha ya li Sûriyeyê nikarin valahiya DYA’yê dagirin. Ne ku ev hêza wan tune ye. Ev biryardariya wan tune ye. Ku biryar bidin ev dewlet dikarin wekî hevsengiyek li hemberî Rûsya û alîgirên wê çêbikin. Her çiqas di vî warî de biryara Fransayê xurttir be jî, hêz di asta îradeyek siyasî ya teqez de nîne. Ev dewlet zêdetir dixwazin DYA’yê di warê mayînê de qanih bikin. Wisa xuya dibe heta astekê jî bandor li biryara Trump kirin. Pêkan e ji niha pê ve barê DYA’yê siviktir bikin û hêza xwe ya li van deran zêde bikin. Fransayê balafirên şer ên nû şandin bakur – rojhilatê Sûriyeyê. Nîqaşa ‘qada ji balafiriran re qedexe’ li Rojava li Almanyayê tê kirin. Partiya nîvekarê îktîdarê ya Hollandayê daxwaza şandina leşkeran a ji bo bakur – rojhilatê Sûriyeyê kir. Ev pêşketinên girîng in. Ev dewlet li ser bernameyek nû bi DYA’yê re li hev bikin, dê rewşek nû ya li Sûriyeyê rû bide. Êdî Tirkiye, Îran an jî rejîm nikarin daxwazên xwe ev qas bisepînin û rêya çareseriyek aştiyane jî dê vebe. Lê ev nerazîbûn û daxuyanî dê çiqas vegerin bernameyek şênber hêj nediyar e.

Dewletên ereban ji hewldanên Îran û Tirkiyeyê aciz in

Dewletek din a bi aşkera neketî nav şerê Sûriyeyê lê ji serî heta niha bi bandor e  jî Îsraîl e. Îsraîl hebûna Îran û hêzên şiî ji xwe re xeter dibîne. Ji bo vê dixwaze Îran bi hemû hevalbendên xwe ve ji Sûriyeyê derkeve. Ji bo vê bi DYA û Rûsyayê re di nav têkiliyê de ye. Rûsyayê demek berî niha soza ku Îran dê 80 kîlometreyî dûrî sînorê Îsraîlê bibe da. Lê Îsraîl bi vê yekê bawer nîne. Jixwe hefteya borî li Şamê li hin baregehên Îranê û Hizbûllaha Lubnanê da. Bi vê yekê peyama ‘te soza xwe bi cih neanî’ da Rûsyayê. Îsraîl bikaranîna hemû hêza xwe hewl dide ku biryara Trump bide guhertin. Di vî warî de li ser ji Îngilistan, Fransa heta Almanyayê bigire û hêzên hundirîn ên DYA’yê bandor dike. Ligel vê yekê hin hêzên din ên di serê şerê navxweyî yê Sêriyeyê de ketin nav şer û lê piştre paşve gav avêtin hene. Ev zêdetir dewletên ereb in. Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb û Misir in. Ev dewlet li hemberî destdirêjiya Îran û Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê aciz in. Demên dawî balyozxane û seferatxaneyên xwe yên li Şamê vekirin. Dixwazin bi formateke nû bikevin denklemê. Vê carê ne ji bo Esad bixin bes ji bo Esad bikişînin gel xwe dê hewl bidin. Bandorbûna van dewletan jî cardin girêdayî helwesta DYA û welatên din ên Ewropayê ye. Çend caran di çapemeniyê de derket ku ev dewlet dixwazin bi awayekî leşkerî li bakur – rojhilatê Sûriyeyê bi cih bibin. DYA wan organîze bike pêkan e lê bêyî DYA’yê li vir bandorbûna wan zehmet e.

Hezkirina li hemberî kurdan dê vegere destkeftiyan?

Piraniya têkilî û dijberiyên li jor hatine rêzkirin, bi awayekî bandorê li kurdan dikin. Her wiha ji helwesta kurd jî bi bandor dibin. Ji bo vê pozîsyona kurdan a li Sûriyeyê girîngiya xwe didomîne. Kurd ji serî heta niha li Sûriyeyê çareseriyek aştiyane dixwazin. Hewl didin hemû gelê li vî welatî bi mafên xwe bijîn. Ji bo vê tu caran têkiliya xwe bi rejîm û Rûsyayê re nebirîn. Lê rejîm hêj nehatiye vê astê ku daxwazên kurdan qebûl bike. Ji helwesta Tirkiye û Îranê hêz digire. Rûsya jî her çiqas di aliyê kurdan de wekî rejîmê nefikire, wekî kurdan jî nafikire. Dixwaze bi hin mafan kurdan û rejîmê li hev bîne. Heta çi astê dê li hev bikin, nediyar e. Bes tekane rêya dawîkirina şerê li Sûriyeyê jî ev rê ye. Bi biryara Trump li aliyekê wek ku destê kurdan qels dike xuya dibe. Lê li aliyê din rastiyek din nîşan da.  Di axaftina xwe ya senatoyê de Trump gotina ‘Rewşa kurdan pir balkêş e, tirk ji wan hez nakin lê hemû gelên din ji wan hez dikin’ bikar anî. Ev di heman demê de rastiyekê jî nîşan dide. Di qada navneteweyî û di nav gelan de sempatiyek mezin li hemberî kurdan heye. Heta derdorên demokrat ên tirk tev jî dostên kurdan e. Tenê îktîdara dewleta tirk li dijî kurdan e. Çima Trump ev gotin anî ziman? Ji ber ku roja biryara Sûriyeyê dayî heta niha li ser mijara kurdan rastî bertekek tund hat. Hezkirina li hemberî kurdan dît. Ku kurd vê hezkirinê mezintir bikin û vegerînin destkeftiyên dîplomatîk dê rola wan a li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn girîngtir bibe.

Hevdîtina DYA-Tirkiyeyê dê gelek tiştan kifş bike

Bi kurtasî niha gelek mijar şêlûn e. Gelek hêz li benda hemleyên  hêzên din e. Niha tişta beşek ji van zelal bike jî bêguman hevdîtina 8’ê kanûnê di navbera Tirkiye û DYA’yê de ye. Li gorî peymana di navbera van her du welatan de dê herkes hesabê xwe ji nû ve bike. Lê berî heyeta DYA’yê bê Tirkiyeyê daxuyaniyên balkêş ji DYA’yê hatin. Yek Trump bi xwe diyar kir ku wî tu carî ji bo derketina ji Sûriyeyê demek bilêv nekiriye û derkevin jî dê kurdan biparêzin. Wezîrê Karên Derve Pompeo jî di roportajekê de, diyar dike ku ew hewil didin qetilkirina kurdan a ji hêla Tirkiyeyê ve asteng bikin. Ev di heman demê de der barê helwesta DYA’yê de fikrek dide. Em dê cudahiya daxuyaniyên pêşperde û piştperdeyê di pêşerojê de di pratîkê de bibînin. Tirkiye niha di nav mengeneyekê de ye. Ji bo axa kurdan dagir bike gelek soz dan Rûsyayê. Li hemberî astengkirina mafên kurdan soz da ku hemû axa di bin destê komên girêdayî wê de ne teslîmî rejîmê bike. Her wiha di mijara S400’an û gelekên din de ji Rûsyayê re denydar e. Tirkiyeyê hêj ev deyn nedane hefteya bihurî di hevdîtina li Moskovê de deynek din xwest. Ango destûra operasyonek li hemberî bakur – rojhilatê Sûriyeyê. Lê Rûsyayê dosyaya Idlibê danî pêşiya Tirkiyeyê.

Tirkiye bi şerê li Idlibê pêşiya operasyona rejîmê vedike

Balkêş e piştî vê hevdîtinê di navbera komên girêdayî Tirkiyeyê de pevçûn zêde bûn. Niha li Idlibê di navbera Heyet Tahrîr el Şamê (HTŞ) û komên din ên Tirkiye rasterast wan xwedî dike de şerek dijwar heye. HTŞ’ê gelek cih ji komên din girtin. Bi îhtîmalek mezin dê tevahiya Idlibê têxe bin serweriya xwe. Ji ber ku Tirkiye vê yekê dixwaze. Tirkiyeyê gelek soz dane OSO’yê jî. Ew libCerablûs, Bab û Efrînê bikar anîn. Niha dixwaze li deverên din jî bi kar bîne. Ango heta kurd hebin naxwaze van koman ji destê xwe derxe. Ku ev kom li Idlibê bimînin û rejîm êrîşî wan bike, Tirkiye ji neçarî dikeve nav vî şerî. Nuqteyên Tirkiyeyê yên leşkerî li vê herêmê hene. Ji bo ku li hemberî kurdan hêj pêwîstiya wê bi van koman heye, neçar e wan biparêze. Lê Tirkiye mecbûr nîne HTŞ’ê biparêze. Ji bo vê Tirkiye dixwaze Idlib bi tevahî bikeve bin serweriya HTŞ’ê. Tirkiye bi vê polîtîkayê dê hem xwe ji çewsa Rûsyayê xilas bike, hem jî beşek endamên HTŞ’ê yên ji neçarî reviyan Tirkiyeyê li hemberî kurdan bi kar bîne. Bi vê boneyê şerê di navbera HTŞ û komên din de senoryaya Tirkiyeyê ya dewrkirina Idlibê ji bo rejîmê ye. Lê ev der Rojhilata Navîn e her hesap wekî li ser kaxizê tê nivîsandin pêk nayê.

Dikarî Biecibînî