Neviyên Osmaniyan û dîroka komkujiyan

Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan, di her hilkeftin û boneyê de dubare dibêje ku ew “neviyê Osmaniyan e” û hewl dide dewleta Osmanî ya mirî zindî bike, ji bo wê jî her ku derfet dibîne destwerdana welatên ereban dike ku yek ji van welatan jî Misir e

Divê em rastiya dewleta Osmanî û komkujiyên wan ên li dijî gelên herêmê bînin bîra vî xelîfeyê Osmaniyan û bînin bîra hemû kesên ku li ser kavilê dewleta çûyî digirîn ku destpêka van komkujiyan li Misrê pêk hat.

Derewên dagirkirina Misrê

Xuyaye ku derew û xapandinên bêşerm û fedî bûne kevneşopiya Osmaniyan û ev kevneşopî gihîştiye xelîfeyê nû Erdogan jî. Beriya nêzî 500 salan Misir di bin desthilatdariya Memalîkan de bû. Wê demê xelîfeyê Ebasiyan Elmutewkil bi darê zorê birin Stenbolê û Misir ji sultan Selîmê yekemîn re berda.

Osmaniyan bi fermandariya sultan Selîm û bi hinceta parastina ola îslamê li dijî Memalîkan êrîşî Misrê kir.

Osmaniyan nameyeke ku qaşo şêx û dadwerên Şamê bi rê kiribûn û tê de xwestibûn ku wan ji zilma Memalîkan xilas bikin, kir hincet û êrîş kir. Hinceteke din a êrîşê, li gorî hin alîgirên Osmaniyan, ew bû ku siltanê Memalîkan Qanso Elxorî bi dewleta Safewiyan (şîa) re hevkarî kiriye. Ew dibêjin ku tu niyeta Osmaniyan a dagirkirina Qahîreyê tune bû, lê tenê wan dixwest pişta dewleta Osmanî biparêzin. Jixwe paşê Cenga Dabiqê çêbû, siltan Qanso hate kuştin û di wê roja reş de Osmanî ketin Misrê.

Yek ji dîroknasên ku ev pêvajo û binpêkirinên Osmaniyan baş nivîsîn, dîrokzanê misrî Mihemed Bin Iyas bû, Bin Iyas wiha dibêje: “Agahî gihîştin Qahîreyê ku Osmaniyan sînorên Misir û Xezayê derbas kirine û gihîştine Erîşayê. Wê çaxê Toman Bey dest bi kolana xendekan li dora Qahîreyê kir, çeper asê kirin û top bi cih kirin. Sûk jî bire cihekî ewle da ku leşker bikaribin pêdiviyên xwe bikirin û xwe ji şerê li dijî dagirkeran re amade bikin, her wiha di nav xelkê de seferberî ragihand.”

Meha kanûnê ya sala 1517’an ne wek hemû mehan derbas bû, rojeke reş a binketinê bû. Wekî ku çawa dîrokzan Bin Iyas dibêje: “Welatiyên Misrê rojên ji vê zehmettir nedîtibûn.” Her wiha dibêje tişta ku Osmaniyan kir ji ya ku leşkerên Holako li Bexdayê kir, mezintir bû. Li cihekî din dibêje “Bobelata ku me mîna wê li tu deran nebihîstibû li Qahîreyê pêk hat, dema ku Umer Bin Elas kete Misrê jî tiştekî bi vî awayî bi serê misriyan de nekir.” Bi van peyvan dîrokzan behsa rojên dagirkirina Osmaniyan a Misrê bi fermandariya Selîm Xan rave dike.

Dîrokzan wiha pê de diçe: “Wiha niyet kiribûn ku Qahîreyê dagir bikin, misriyan bikujin, talan bikin û şaristaniya wê bidizin, ne ji bo piştgiriya îslamê hatibûn, yên ji bo îslamê were deran naşewitîne, mizgeftan narûxîne, ya rastî ew hatibûn ola îslamê bi xwe birûxînin û xîlafeta îslamê ya li Qahîreyê tune bikin. Xelîfeyê Ebasî bi darê zorê birin Stenbolê û bi zorê kirin ku dest ji xîlafetê berde û radestî sultan Selîm bike.

Di pirtûka xwe de dîroknas Bin Iyas têkildarî kiryarên Osmaniyan yên li dîjî ola îslamê û li dijî welatiyan wiha dibêje: “Carekê yekî dadwer daxwaza yekî osmanî kir ku dixwest bi jineke ku (Ida) wê di dawî nebûbû re bizewice, nepejirand. Yê osmanî jî çû gilî kir, Osmaniyan ê dadwer anî, îşkence lê kirin, serqot kirin û hûrekî çêlekan tevî gemara wê danîn ser serê wî, ew berepaşkî li kerê siwar kirin û li kolanên Qahîreyê gerandin.”

Dîroknasê misrî her wiha di gelek cihên pirtûka xwe de çîrokên zilm û zora Osmaniyan li dijî misriyan vedibêje: “Osmaniyan hemû welatî, zarok, ciwan mêr dane ber şûran, laşên wan li kolanan man.”

Zilm û koledariya Osmaniyan li dijî welatiyan di wê astê de bû ku leşkerên Tirk li kolanan welatî serqot û tazî dikirin, li gorî ku Bin Iyas dibêje, di wê navberê de her roj Selîm Xan behsa aramî û ewlehiya li Qahîreyê dikir, lê leşkerên wî dikuştin, dizî û talan dikirin.

Dîroknasê misrî çîrokeke din a koledariya Osmaniyan vedibêje: “Rojekê li Qahîreyê gengeşe û tevlihevî çêbû, derekên Osmaniyan (polês) li ber deriyên bajêr sekinîn û kî diket dest wan digirtin, destên wan girê didan û dibirin kelehê, paşê hin tiştên giran bi wan kişandin û ji kelehê birin ber deryayê, welatî pir westandin, îşkence lê kirin, werîs dixistin stûyê wan û kar bi wan dikirin.”

Osmaniyan li dijî ola îslamê jî gelek binpêkirin kirin, girtin ser Mizgefta Ezherê û ya Ibîn Tolon û Mizgefta Elhakim, Mizgefta Şêxo jî şewitandin. Mezarê Xanim Nefîsa rûxandin û pê li gora wê kirin, her wiha gelek dizî û talan kirin. Bacên giran avêtin ser welatiyan, li ser zewac û berdanê jî bac danîn, êdî kesî nediwêrî bizewice yan dev ji hev berde.

Neviyên Osmaniyan li ser şopa kalikên xwe ne

Dema ku partiya AKP`ê hate ser desthilatdariya Tirkiyeyê, dest bi destwerdana dewletên ereban kir û êdî behsa mafên gelan û azadiya gelan kir, jixwe para Misrê ya ji van destwerdanan hebû.

Di 25`ê kanûna sala 2011`an de şoreşa gel li Misrê dest pê kir. Îxwan El-Muslîmîn ev rewş ji xwe re bi kar anî û piştî ku serokê Misrê Hisnî Mubarek xwe paşde kişand, wan welat xist bin desthilatdariya xwe û amadekariyên hilbijartinan kir. Wê çaxê Îxwan El-Muslîmîn ku wek Partiya Edalet û Azadiyê tê naskirin, Mihemed Mursî wek namzet destnîşan kir.

Mursî di hilbijartinan de bi ser ket û paşê xwe ji endametiya partiya Edalet û Azadiyê her wiha ji endamtiya rêveberiya Îxwan El-Muslîmîn vekişand. Êdî destwerdana Erdogan ya kar û barên Misrê bi rêya Îcwan El-Muslîmîn dest pê kir.

Tirkiye hewl dide ku ji rewşa aborî ya Misrê sûd wergire, ku Misir ji bo dan û standinên aborî bikeve şûna Sûriyeyê. Di navbera her du aliyan de hevpeyman pêk hat, li gorî wê dê kelûpelên Tirkiyeyê  bi rêya benderên Misrê biçin welatên kendavê, ev hevpeyman ku bi navê Hevpeymana Rûrû tê naskirin û di nîsana 2012`an de dest pê kir. Piştî ku Mursî li Misrê hate ser desthilatdariyê, serdanên di navbera her du aliyan de zêde bûn, her wiha danûstandina aborî bi pêş ket û Misir êdî bû wek mêtingeheke Tirkiyeyê ku fikrên Îxwanê lê tên çespandin.

Lê vê rewşê hişt ku gelê Misrê li dijî Mursî serhildanê bike, di roja 3`yê tîrmeha 2013`an de artêşê destwerdan kir û Mursî ji desthilatiyê avêt.

Şikestina Îxwan El-Muslîmîn bû derbeyeke mezin ji bo projeyên Erdogan ên li Misrê, ji ber Îxwan ji bo pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî tu çare peyda nekirin û xwest hemû aliyên dewletê bixin bin desthilatdariya xwe, li ser van kiryaran gel li dijî wan serî hilda.

Lê wek kevneşopiyekê, neviyên Osmaniyan piştî ku bi bin ketin jî, di her derfetê de êrîşan li dijî welatiyan pêk tînin û kiryarên terorê li Mirsê dikin. Terorîstan êrîşî gelên Misrê û bi taybetî Qubtiyan kir û li herêma Sînayê çalak bûn. Li ser van kiryaran hêzên dewletê li dijî wan çalakiyeke ewlehiyê pêk anî, li gorî gelek raporan destên Tirkiye û Îxwanan di van karên terorê de heye.

*Çavkanî: Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)

Dikarî Biecibînî