Nêrîna rewşenbîrên cîhanê yên der barê tevgera azadiyê de: Davîd Graeber

Navenda Nûçeyan

Profesor Davîd Graeber bi piştgiriya xwe ya bi şoreşa Rojava re tê nasîn. Graeber di gelek nivîsên xwe yên The Guardiane û New York Timesê de balê dikişîne ser têkoşîna gelê kurd. Graeber dibêje ku gelê kurd di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bedelên giran dan û hemî cîhan deyndarê wan e.

Bi destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê û berxwedana keç û xortên kurd re, ger gotin di cih de be bala hemû cîhanê kete ser kurdan. Berxwedana ciwanên kurd gelek caran di malperên navneteweyî, rojname, kovar û hwd. ên herî mezin de bûn manşet. Berxwedana ciwanên kurd û pergala rêveberiya xweser a ku li rojavayê Kurdistanê li ser bingeha neteweya demokratîk hatiye avakirin, bi taybetî jî bala enternasyonalîstan, nivîskar û rewşenbîrên cîhanê kişand. Bi vê boneyê bi dehan caran di qada navneteweyî de ji bo Rojava kampanyayên cur bi cur hatin destpêkirin û panel hatin lidarxistin.

Di vê beşa rêze nivîsê de em ê nêrînên nivîskar û rewşenbîrên di qada navneteweyî de tên naskirin ên der barê şoreşa Rojava de û Tevgera Azadiyê ya Kurd de parve bikin. Di beşa yekemîn a rêzenivîsê de me cih ji nêrînên profesor Davîd Graeber re veqetand.

Davîd Graeber kî ye?

Davîd Graeber yek ji profesorên antropolojiyê ye û hemwelatiyê Amerîkayê ye. Bavê Graeber di sala 1937’an de weke şervanekî enternasyonalîst bi dilxwazî tev li şoreşa Spanyayê dibe. Şoreşgerên Spanyayê bawer dikirin ku dê hemû civakên cîhanê azad bibin û di vê rêyê de têdikoşiyan. Lê desthilatdarên cîhanê li şûna ku piştgiriyê bidin van serhildanên şoreşgerî, bi bêdengiya xwe ve bûn sedema têkçûna van serhildanan.

Pirseke girîng ji cîhanê dike

Der barê mijarê de Davîd Graeber di 8 cotmeha sala 2014’an de bi ser navê ‘Cîhan çima şoreşgerên kurd ên li Sûriyeyê jinedîtî ve tê’ (Why is the world ignoring the revolutionary Kurds in Syria?), di rojnameya The Guardianê ê de nivîsek weşand. Di nivîsê de Graeber balê dikişîne ser şoreşa Rojava û dibêje wî bawer nedikir ku êdî şoreşeke wiha derkeve. Di berdewamiya nivîsa xwe de jî Graeber wiha dibêje: “Lê li Rojava şoreşeke wiha pek hat. Her çiqas di navbera şoreşa Spanya û Rojava de  cudahiyên mezin hebin jî, ji gelek hêlan ve dişibin hev. Şoreşa Spanyayê bandoreke mezin li malbata min kiribû. Di malbateke wiha de mezin bûm. Ji ber vê yekê, parastina şoreşa Rojava ji bo xwe wek berpirsyariyekê dibînim. Divê em nehêlin ku şoreşa Rojava têk biçe.”

Lynsey Addario Getty Images

Weşanên Ewropa û DYA’yê rexne dike

Di berdewamiya nivîsa xwe de jî Graeber destnîşan dikir ku tevî trajediya li Sûriyeyê jî Rojava xwe li cihekî baş digirt û ev nirxandin dikir: “Rojava tevî dijminatiya cîranên xwe jî, xweseriya xwe parast û  xwedî pratîkeke rêveberiyeke demokratîk e. Meclisên gel hatin avakirin  û di van meclisan de jin, ciwan û hemû pêkhateyên heremê tên temsîlkirin.  Ev pergala demokratîk tevî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser herêmê jî hate avakirin. Ev yek jî nîşan dide ku şoreşa Rojava, şoreşeke civakî ye. Tevî vê yekê jî li Rojhilata Navîn ev şoreş pêk hat. PKK û hêzên Rojava li ser reva pêşmergeyan, derbasî herêmên DAIŞ’ê bûbûn û bi hezaran êzidî rizgar kirin. Ev serkeftin li herema Kurdistanê jî hatibû pîrozkirin. Lê ev yek di weşanên Ewropa û Amerîkayê de nehatibû dîtin.” Di berdewamê de jî David Graeber vê pirsê dike; ‘Tevî vê şoreşa civakî jî gelo civak û çepgirên navneteweyî çima bêdeng in?’ dike.

‘Ji bilî çiyayan tu dostên kurdan nînin’

Davîd Graeber nêrînên xwe yên der barê şoreşa Rojava de tenê bi vê nivîsê bi sînor nahêle. Graeber têkildarî şoreşa Rojava, di platformên cuda de jî nîqaşan didome. Graeber têkildarî mijarê di 16 cotmeha sala 2017’an de bi ser navê ‘Demokrasî li Surîyeyê Pêkan e. Hevalê Min Dizanî’ (Democrasy Is Possible in Syria. My Friend Knew How.’  di rojnameya The New York Timesê de jî nivîseke balkêş parve kir. Graeber nivîsa xwe bi gotina gelê kurd a bi nav û deng; ‘Ji bilî çiyayan tu dostên kurdan nînin.’ dest bi nivîsa xwe dike û wiha didomîne: “Hevalê min Mehmet Aksoy ji min re got. Hevalê min di sala 2017’an de di êrîşên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Hevalê min Mehmet Aksoy, parêzvanekî westiyayî yê tevgera azadiyê bû.”

Daxwaza Mehmet Aksoy pêk hat

Graeber piştre jî cih dide ramanên Mehmet Aksoy. Nivîsa Graeber wiha didome: “Piştî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn, sînorên Rojhilata Navîn hatin xêzkirin. Ji ber van sînoran, şerên etnîkî û olî rûdidin û gelên ku bi van sînoran hatine parçekirin, bi mêtingeriya aboriyê re rû bi rû dimînin. Di vê rewşê de gelê kurd şahidiya gelek tiştan kirine û piştrast dibe ku pirsgirêka herî mezin, pergala dewletê bi xwe ye. Ji ber vê yekê, baweriya Mehmet Aksoy bi azadiyeke rasteqîn hebû. Daxwaza wî civakeke xweser, ekolojîk û demokratîk bû.  Ew daxwaz îro li rojavaya Kurdistanê pêk hat. DAIŞ ji bo hemû cîhanê bû gefek. Lê YPG û YPJ’ê bi têkoşîna xwe ew sekinand. Bedela vê serkeftinê giran bû û bihezaran ciwanên kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Di vê fedekariyê de sûda dewletên rojavayî jî hebû. Gelo piştî rabûna gefa DAIŞ’ê, rayedarên dewletên rojavayî dê girîngiyê bidin rewşa kurdan? Mehmet digot; ‘Ger li Sûriyeyê pergalekw pirnetew, pircivakî û pirolî neyê avakirin, nepêkan e ku Sûriye ji şer rizgar bibe.’ Daxwaza wî ji bo vê heremê hêvî ye. Tevî vê yekê jî gelê kurd di bin gefa Tirkiye û Îranê de ye. Cîhan deyndarê kurdan e.”

Dikarî Biecibînî