Gelo rejîma Tirkiyeyê rejîma hîbrît e yan kleptokrasî ye?

Navenda Nûçeyan

Kovara The Economîstê Rapora Endeksa Demokrasiyê ya sala 2018’an parve kir û dewleta tirk di nav 167 dewletan de di rêza 110’emîn de nîşan da. Her wiha rejîma Tirkiyeyê jî weke rejîma hîbrît diyar kir

Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan û zexta li ser civakê her ku diçe zêdetir dibe. Bi taybetî jî bi ragihandina rejîma serokkomariyê re, erkên rêveberî, daraz û birêvebirinê ketin destê serokkomarê tirk û serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan. Hema hema meclis bi temamî hate bêbandorkirin û hiqûq li gorî daxwaz û gotinên Erdogan teşe digire. Bi taybet jî li ser hêzên muxalîf û li ser siyaseta kurd zext di asta herî jor de ne û ev zext û tundî her ku diçe jî girantir dibe.

Di serdemreke wiha de Kovara The Economîstê Rapora Endeksa Demokrasiyê ya sala 2018’an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de di hêla demokrasiyê de 167 welat tên nirxandin û dewleta tirk jî li gorî par, 10 rêzan paşde ket û di rêza 110’emîn de hatiye destnîşankirin. Di raporê de puanê dewleta tirk jî ji 4.88’an daket 4.37’an.

Norwec di rêza yekemîn de ye

Di raporê de welatê herî demokratîk jî weke Norweç hatiye diyarkirin. Piştî Norwêcê jî li gorî rêzê Îzlanda, Swêd û Zelandaya Nû tê. Di heman demê de di raporê de dewletên di hêla demokrasiyê de herî zêde xerab hatin diyarkirin jî, Koreya Bakur, Sûriye û Komara Demokratîk a Kongoyê hatine destnîşankirin.

Demokrasiya hîbrît

Kovar dema ku van nirxandinan dike, dewletan li ser sê beşan cuda dike. Ev jî weke demokrasiya tam, demokrasiya biqusur, demokrasiya hîbrît û otorîterî hatine kategorîzekirin. Li gorî van beşan jî dewleta tirk di rêza sêyemîn de ango weke demokrasiya hîbrît hatiye destnîşankirin.

Sedemên paşdeketina demokrasiyê

Di kovarê de sedemên paşketina demokrasiya dewleta tirk jî weke pergala serokkomariyê tê nîşandan. Tê gotin ku bi vê pergalê re gelek peywir ji ‘organa birêvebirinê’ re hatine veqetandin û hêza parlamentoyê hatiye qelskirin. Di heman demê de pêkanînên di Rewşa Awerte (OHAL) de tên bibîrxistin û tê gotin ku hilbijartin her çiqas weke ‘azad’ bên nîşan dan jî, di şert û mercên wekhev de pêk nayên. Wek mînakeke vê xalê jî, girtina hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hatiye nîşandan.

Demokrasiya hîbrît an jî bi navên din dureh çi ye?

Demokrasiya hîbrît, gelemperî ji bo rejîmên di navbera demokrasî û dîktatoriyê de cih digirin ango rejîmên nîvdîktatorî de ev pênase tê kirin. Li gorî pênaseya rejîmên hîbrît, li welatên bi vê rejîmê tên birêvebirin de hilbijartin bi awayekî adilane û azad pêk nayên, zexteke mezin li ser partiyên muxalîf û namzetan heye, çanda siyasî, fonksiyonên hikûmetê û tevlêbûna siyasî de kêmasiyên pir cidî hene. Her wiha di van rejîman de hiqûq û civaka sivîl pir qels in, li ser rojnamegeran zexteke mezin tê kirin û edalet xweser nîne.

Rejîma Kleptokrasî ye

Her çiqas di The Economistê de pênaseya rejîma Tirkiyeyê weke demokrasiya hîbrît hatibe destnîşankirin jî, rewşenbîrên Tirkiyeyê di vê mijarê de xwedî heman nêrînê nînin. Têkildarî mijarê nivîskarê Arti Gerçekê Ahmet Nesîn di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bi sernavê ‘Gelo Erdogan kleptokrat e?’ nivîseke balkêş weşand. Di nivîsa xwe de Nesîn ji serdema Îsmet Înonu heta Erdogan, ji her serdemê nêzikatiya rêveberên dewleta tirk a li hemberî demokrasiyê dinirxîne û pirsa ‘gelo Tirkiye bi kîjan rejîmê tê birêvebirin?’ dike. Di berdewamê de jî Nesîn vê bersivê dide: “Di dawiya dawî de min dît. Tirkiye bi KLEPTOKRASÎ’yê tê birêvebirin. Min dizanî bê ka kleptom çi ye lê min nedizanî dikare veguhere rejîmekê.”

Rejîma dizan

Kleptoman; ‘venihêrîna daxwaza dizînê’ ye. Nesîn di berdewamiya nivîsê de jî kleptokrasiyê wiha pênase dike: “Mêtingeriya sîstematîk a li ser çavkaniyên welatekî ya ji hêla malbat an jî komên ol û siyasî yên desthilatdar e. Bi kurt û kurmancî Rejîma Dizan e. Di dewletên ku saziyên demokrasiyê tam rûneniştin de ev rejîm li pêşiya pêşketina wî welatî astengiya herî mezin e. Li welatên bi kleptokrasiyê tên birêvebirin de pîşesazî û çandiniya xwecihî qels dibe û bazara hundirîn dikeve tekela komên sermayedar. Di qada siyasî de jî rêveberiyeke ku mafên mirovan binpê dikin û ya tundrew heye. Yek ji taybentmendiyên vê rejîmê jî ew e ku li ser netewperestiya nijadî an jî bikaranîna olê re girseyên mezin ên gel araste dikin û bi rê ve dibin. Kleptokrat jî ji bo kesên ku dewletê ji bo dewlemendiya bêusûl û diziyê weke amûr bi kar tînin re tê gotin.”

Otokrasî

Yek ji pênaseyên ji bo rejîma Tirkiyeyê tê kirin jî otokrasî ye. Di vê rejîmê de rêveberê welat, hemû rayeyên siyasî di destê xwe de digire. Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên vê rejîmê jî ew e ku rêveberiya wî welatî li ser navê gel hemû biryaran dide û pêk tîne.

Tu Dikari Biecibînî