Biratiya karên bizinê û gur – Yaşar Eroglu Nivîsand

Piştî axaftinên rayedarên Amerîkayê yên li ser kurdên Rojava û YPG’ê, bi awayekî balkêş di serî de serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan rayedarên tirk li pey hev behsa biratiya ji bo kurdan kir. Heta Devlet Bahçeliyê pûsûla xwe windakirî jî ev yek anî ziman. Vê biratiyê her roj bi tiştekî din dixemilînin û peşkeş dikin. Kurd ji nişkê ve lê careke din bûn birayên dewleta tirk! Ya seddeq.

Gelê kurd baş dizane ku kengê dengê biratiya gelê kurd ji dewleta tirk tê bêguman li wê derê ji bo kurdan metirsî û xefek heye. Gelê kurd ji vê biratiya demildest ditirse û xof digire. Rastiya vê fikarê îcar ji carên din zêdetir li pêş e.

Ji ku derê derket ev biratiya qelp û xapînok? Kengî Trûmp û berpirsiyarên DYA’yê bi ser hev gotin, ‘eger Tirkiye kurdan qetil bike em ê di warê aborî de Tirkiyeyê şerpeze bikin’ bi hawar û gazî rayedarên tirk weke her demê gotin, ‘ev derew e, kurd birayên me ne, “terorîst”an bi kurdan re yek negirin’. Ev gotinên qelp û durû ne, li çavên me dinihêrin, bi van gotinên pûç, bi kurdan û dinyayê re henekên xwe dikin.

Kurdên Rojava ji heftan heta heftê saliyan çawa serî rakir, çawa xwe parast, çawa bûne hêz, şerê herî mezin li hemberî DAIŞ’ê û piştgirên wan ên tirk pêk anî di serî de dewlet û hikumeta tirk hemû dinya hay jê heye. Her kes dizane ku gelê Rojava çi çekbidest, çi bêçek yek îrade ye û bi her awayî ev rastî weke riman li çavên dijminên xwe re kirine. Her kes dizane ku armanca yekane ya dewleta tirk di bin navê biratiya xapînok û qelp de tunekirina vê îradeya qewî ye. Ew ji vê îradeyê gelek ditirsin, wek cinên ji hesin bitirsin. Eger ne wisa bûya ji ber çi dibêjin, ‘hebûna Rojava xetere ye ji bo bekaya (mayîndebûn) me, pirsa man û nemanê ye’. Efrîn rastiya herî dawî ye ku dewleta tirk û Erdogan biratiyeke çawa ji bo kurdan dixwaze. Em ê bi çend mînakên din vê biratiya wan a ‘dilovan’ û ‘hêstirbarandî’ çawa dibe raxin ber çavan.

Dibêjin, 150 hezar kurd ji Kobanê hatin, li me star bûn, em li wan xwedî derketin, ew birayên me ne. Baş e, qet nabêjin di serî de AFAD, me çi anî serê wan. Qet nabêjin, yên ji gule û çekên DAIŞ’ê birîndar bûbûn ji nexweşxaneyên Tirkiyeyê kelemce kirin, avêtine hepsên Tirkiyeyê. Nabêjin, yên alîkariya wan kirin tenê kurdên birayê wan bûn. Nan, av û malên xwe bi wan re parve dikirin. Lê belê hêzên dewleta tirk bê navber ew asteng dikirin, panzer û TOMA diajotin ser wan. Digirtin û îşkence dikirin.

Yê ku digot, ‘Kobanê şikest an li ber şikestinê ye’ kî bû? Çima wisa digot? Gelo bi hestên biratiyê digot? Gelo yê ku îro dibêje, ‘kurd birayên me ne’ ne heman kes e? Gelo wî zatî mizgîniya çi, dida kê? Gelo ji bo Rojava têk biçe, ji bo alîkariya DAIŞ’ê sînorên xwe kiribûn serad û bêjinga DAIŞ’ê ew ne bûn?

Belkî ji bo biratî pir mehkem be Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex rûxand. Dibe ku ji bo pira biratiyê qewî bibe di bodromên Cizîrê de ‘birayên xwe’ bi saxî şewitandin? Li Silopiyê jina heftê salî dayika Taybet bi rojan li ber tavê, li Gimgimê cenazeyê keça kurd Kevserê tazî teşhir kir, cenazeyê Hacî Lokman li erdê bi panzerê girêdayî li sûk û kolanên Şirnexê bi rojan gerand.

Kîjan dîn û bawerî rê dide bombebaran û rûxandina goristanên warê mirîstanê. Yên ku seranser li Kurdistanê goristan rûxandin û bombebaran kirin kî bûn? Yên ku mirî ji mezelên wan derxistin birin, winda kirin kî bûn? Çi ji miriyan dixwestin? Yê ku ji vê çavsoriya xwe têr nebû, di kongreya partiya xwe ya bajarê Bedlîsê de, li çavên kurdan nihêrî û got, ‘dibêjin hûn nikarin goristanê birûxînin. Me ew rûxandin, ka ew li ku ne? Me birin dehf kirin. Me ew şandine cinetê, bila ew jî wisa bê zanîn. Ka ew ê dibêjin hûn nikarin, li ku derê ne?’

Em kîjanê bêjin, weke zincîreke bêdawî ye. Kesî ji bîr nekiriye… ji yek konferansên xwe de çi got. Di kerika guhên dinyayê de bi dengekî bilind bang kir, got, ‘divê hûn sê zarokan zêdetir bînin dinyayê. Ez bang dikim, bila jin ji şeşan kêmtir zarokan neynin dinyayê. Binihêrin li başûr-rojavê terorîst deh-panzdeh zarokan tînin dinyayê. Çima kul bi we ketiye, hûn jî herî kêm bi qasî wan zarokan bînin.’ Gelo kîjan ‘terorîst’ li serê çiyan panzdeh zarokan tînin dinyayê? Gelo yekpare gelê kurd nekire terorîst? Bê nîqaş kurdan weke terorîst dibîne. Mantiqê wî bi wî awayî kemiliye. Her kurd ne bira ye, dijmin e, li gorî vê ferasetê.

Ne hewce ye em mînakan zêde bikin. Ji avabûna komara Tirkiyeyê heta îro li hemberî kurdan helwest ev e. Kurd ne xwedî mafên rewa ne. Hebûna wan a potansiyel bo hebûna Tirkiyeyê astengî û xetere ye. Her çi dibe bila bibe divê serê wan bê pelixandin. Çawa ku Mahmût Esat Bozkûrt gotibû, ‘yên ku ne tirk bin tenê mafekî wan heye; bibin xulam û nokerê tirkan.’ Hişmendî û feraseta dewleta tirk ev e: Kurdê herî baş, kurdê mirî ye. Kurd tenê mirinê heq dikin. Ji Geliyê Zîlan, Dêrsimê heta Cizîr û Sûrê ev feraset bi ser ketiye. Ne tenê gunehê Erdogan û rayedarên îro ne. Lê belê îro berpirsiyariya tepeserkirina kurdan li ser milên wan e. Yên pêş perdeyê ew in. Divê kurd tu car xwedî maf û statû nebin. Divê yên xwedî îrade bên tunekirin. Ev enerjiya bêperwa ji kaniya vê tirsê tê.

Bê hurmet, bê rûmet, bi qelpî, bi xapîn derdikevin û li çavên kurdan dinihêrin, dibêjin kurd birayên me ne. Ji destpêkê heta îro timî ev derew tê dubarekirin. Helwest û niyetên xwe wiha dinixumînin.

Îro dîsa derdikevin ser dika hilbijartinê, dibêjin birayên me yên kurd divê me ji bîr nekin. Eşedenbilah, divê ji bîr nekin. Şerm û etib nemaye. Li bodromê Cizîrê dinihêrin, dixwazin bêjin, we ev yek heq kiribû. Me ji bo çi hûn kuştin? Roja biratiyê careke din hatiye. Deng bidin ku çi maye jî em dawî lê bînin.

Biratî dereceke bêhempa ye. Kurd ji berê ve tiyê biratiyê ne. Lê biratiya wekhev, rast û dilxwaz. Kurd ne hewceyê biratiya qelp û durû ne.

Biratiya ku îro dîsa dubare dikin, biratiya karên bizinê û gur e. Çîrok wiha dibêje: Dema bizin ji kozika karan vediqete gur ji bo karan bixwe diçe ber kozikê xwe vedişêre. Kar pêdihesin, gur nas dikin, dernakevin derve. Lê gur dikeve dilqê bizinê, careke din diçe ber kozikê, mîna bizinê deng dide, ‘Engilo, Perngilo, Alîçengilo diya we hat dana, werin ber gihana.’ Kar dixapin, derdikevin. Gur hemm dike wan her sêyan jî dixwe.

Bi rastî biratiya dewleta tirk û rayedarên îro tînin ziman ev e. Tenê kar yanî kurd na, dixwazin bizinê û tev ajalên daristanê yanî dinyayê bixapînin û kurdan hemm bikin. Lê diricifin, ditirsin jî. Ji ber ku kurd ne dasiyên biçûk in. Dasiyên mezin zik jî diqelêşin. Çawa ku bizinê zikê gur qelişand, kar rizgar kirin, wisa jî zikên wan dikare biqelêşe.

Kurd xetereyên li pêş wan baş nas dikin û hay ji xwe hene. Nema xwe dikin xwerê gurê dirinde û har.

 

Dikarî Biecibînî