Azadiya Welat serbilindiya çapemeniya kurd e – Yaşar Eroglu nivîsand

Yaşar Eroglu

Sibê 23’yemîn salvegera rojnameya Azadiya Welat e. Çapemenî û weşangeriya kurd di werçerxaneke xedar de derbas dibe. Çawa ku civaka kurd di bin zext û pêkutiyên xedar de dinale, her wisa jî çapemenî û weşangeriya kurd jî ji vê rewşa kambax bêpar namîne. Di 23’yemîn salvera xwe de Azadiya Welat bi biryarnameyeke hikûmetê ji binî ve hat girtin. Em di van şert û mercan de salvegera rojnameya Azadiya Welat pêşwazî dikin. Mixabin rastiya heyî ev e.

Ji serkaniya Azadiya Welat rojnameya Welat vir ve 27 sal derbas bûn. Rojnameya Welat di 22’yê sibatê de dest bi weşana xwe ya dîrokî kir. Bi rastî jî ev rojeke dîrokî bû. Bi israra weşanê, her çiqas lê ferz bû ku nav biguherîne jî bênavber domandina weşanê, 27 salan li ser pêyan sekna wê, em dikarin bi rihetî bêjin ji Kurdistana Mîthad Bedirxan şûnde gava duyemîn a dîrokî ya çapemeniya kurd e. Xwe bi xwe dest ji weşanê berneda, lê ferz nebû ku xwe bi xwe bitemirîne. Her tim zext û pêkûtî hebûn lê yên ew bi israr derdixistin jî hebûn.

A rast xwediyê Welat, Welatê Me, Azadiya Welat û yên dûmahî gelê kurd bi xwe bû. Di bin banê vê kevneşopiyê de mirovên dildar, hişmend, xwenas, gelnas û yên xwediyê taybetiyên bijarte kar û barên xwe dikirin. Vê rojnameyê gelê kurd dinûnert. Ji ber vê jî kesekî nikaribû dawî lê bianiya. Di nav van 27 salan de yên wek zarok hatin bûn ciwan, ciwan bûn navsere, navsere bûn pîremêr û pîrejin. Gelek nifş di serad û bêjinga vê kevneşopiyê re derbas bûn. Bi hezaran in û gelek jî qet hev nas nakin.

Ji ber vê yekê ye ku kevneşopiya Azadiya Welat gaveke dîrokî ye, li pey xwe dibistaneke mezin, behreke kûr hiştiye. Azadiya Welat mohra xwe li çapemeniya kurd xistiye. Nema ku yên weke peyrew bên ava vê kaniyê venexwin û bê bandora jê derbas bibin û herin. Ev ne pêkan e.

Kevneşopiya Aazadiya Welat xeteke welatparêz, gelparêz, demokrat, azadîxwaz, wekhevîxwaz û nirxên wek wê afirand û pê de çû. Her çû gelek nirxên kurdan û mirovahiyê lê zêde bûn. Rojnameya Azadiya Welat tim di xizmeta gelê kurd û mirovatiyê de bû. Bû dengê gelê kurd û têkoşîna azadiyê. Ji welat, Tirkiye, Ewropa û dinyayê dengê her beşekê ragihand ya din. Bû platformeke kemilandina neteweya kurd. Kurdên her aliyên welêt û cîhanê hev dan nasîn, hest, raman û çanda wan anî nêzî hev an yekitiyeke hevpar pêk anî.

Her wiha kevneşopiya Azadiya Welat xizmeteke bêhempa jî ji bo ziman, wêje, çand û hunera kurd kir. Xwendin û nivîsandina bi kurdî berfireh bû. Hîmê mêjiyekî bi kurdî avêt. Rê û rêbazên zimanê kurdî belav kirin. Çîrok, methelok, pêkenok, qewl, qerf û edetên kurdan ragihandin girseyên welêt û derveyî welêt.

Azadiya Welat ku em nûnertiya rojnameyên vê kevneşopiyê bi navê Azadiya Welat didin pêş, bû platforma jin û kêmneteweyên welêt jî. Jinan û kêmneteweyan karibûn xwe bi Azadiya Welat îfade bikin. Ew jin û kêmneteweyên ku heta wan rojan navên wan tune bû, kesekê dengê wan nedibihîst.

Xeta Azadiya Welat helbet di rêyeke riprast û bêkelem de pêş de neçû. Kedeke bêhempa û fedakariyeke payebilind ev xet rêkûpêk kir. Di serî de Mûsa Anter bi dehan nivîskar û xebatkarên rojnameyê hatin kuştin. Bi sedan belavkar û xebatkarên çar aliyên welêt bi sator, îşkence, gule û amûrên din hatin qetilkirin. Ev israra mezin ji vê kaniya xwînê xwe av dida û têk nediçû.

Yanî Azadiya Welat rojnameyeke klasîk nebû. Tenê ji bo armanceke yekalî pêk nehatibû. Reng û nirxên piralî bûbûn haveynê rojnamayê. Vê yekê jî hêz dida rojnameyê, bingeha wê gelek xurt dikir.

Kengî rojname derket coş û kelecaneke mezin û bayekî gur wezand. Heta wê rojê gelê kurd tenê amûrên bi tirkî ve xwe digihand xwendin û nivîsandinê. Ew jî li ser înkara wan bû. Vê yekê ruhekî jixwebawer pê re dianî. Têkoşîna azadiyê bi xwe re ev alî jî temam kir.

Rojnameya Welat di girtîgeha Aydinê de kete destê min. Hingê hefteyî bû û wek tabldot derdiket. Wexta min ew dît bi rastî jî tenê baskên min kêm bûn. Kêfxweşiya min ez ji girtîgehê derxistim, birim ser ewran. Nirxên ku em ji bo wan di girtîgehê de bûn, va ye aj dabûn, bi xwîn û goşt li girtîgehê li ber çavên min bûn, di nav tiliyên min de bûn. Min da destê xwe, min bêhna xwe girtibû, li rojnameyê mêze dikir. Çi heye çi tune, min di bêhnekê de raçav kir. Min baş bi xwendina alfabeya Celadet Bedirxan nizanibû. Mêjiyê min ê bi kurdî pêk nehatibû. Min zehmetî dikişand. Min ‘î’ û ‘i’ya kurdî nas nedikir. Rojnameya Deng dihate girtîgehê, wan weke tirkî ev tîp bi kar dianîn. Min digot, rojnameya Welat ji ber çi wiha nîn e? Demildest min biryar da û nameyek ji rêveberiya rojnameyê re şand. Nizanim çiqas derbas bû, nameya min di quncikê xwendeyan de weşandibûn. Ez gelek şa bûm. Lê çawa min ji wan fêm nekiribû, wan jî ji min fêm nekiribû, çawa fêm kiribûn wisa weşandibûn. Mijar ‘î’ û ‘i’ bû. Ji meramê min fêm nekiribûn. Dîsa jî kêfa min di cih de bû. Her çend ku min di serî de zehmetî kişand jî bi her awayî min xwe di rûpelên rojnameyê de didît: Hest, raman, çêj, peyvên herêmî, nûçe, nas, heval û wekî din. Ev merheleya a niha ez gihîştimê, tê de para kevneşopiya Azadiya Welat pir e.

Her roj min rojname dida destê xwe, peyvên min nizanibûn pir bûn. Ferhenga rojnameyê têra min nedikir. Min her peyv bi derziyê kola ku tê bigihîjim. Lê di dawiyê de ez bi ser ketim, gihîştim qonaxa îro.

Min di sala 2007’an de berê xwe da Azadiya Welat, navenda wê li Amedê bû. Îcar ez xebatkarekî Azadiya Welat bûm. Min edîtorî, redaksiyon û nivîskarî li Azadiya Welat kir. Piştre bûm quciknivîsê rojnameyê. Ez di saziyên din de jî xebitîm, min rêveberî kir. Hest, çand, xebat, berpirsiyarî, hevaltî û têkiliyên Azadiya Welat cuda bûn û kêfxweşî dida min. Çêja min li wir dît cihekî din rast nehatimê. Ruhekî din li wê derê hebû. Eger mirovên gelek kêrhatî tenê bi mesrefên rojane bixebitin û ji bo serketina rojnameyê xwe biperitînin li wê derê ancax hikûmet bi zor dest bide ser, dikare rojnameyekê têk bike, ji bilî wê têkçûna rojnameyê tu car ne pêkan e.

Belê kevneşopî û çanda Azadiya Welat bê derew û bê mubexele ev e. Bi rastî jî Azadiya Welat li ser van nirxên bijarte, awarte, bêhempa ava bûye. Dil, mêjî û ked ji bo ev armanc bi ser kevin karîger bû. Ji ber vê jî Azadiya Welat serbilindiya çapemeniya kurd û kurdên azadîxwaz e.

Di 27 (23) saliya xwe de Azadiya Welat cihê xwe yê payebilind di dîrokê de girtiye. Ew nikare bê girtin, ji ber ku her tim di dilê kurdan de ev derî wê vekirî be. Ji destpêkê heta îro kê ji bo rojnameyê ked dabe, her yekê silav dikim, rêz û hurmetên xwe diyar dikim. Dil, mêjî û tiliyên wan her ter be.

Dikarî Biecibînî