Qêrîna me dê tecrîdê parçe bike

Ronahî Baz

Berxwedana ku bi pêşengiya jina têkoşer Leylayê hat destpêkirin her roj pêl bi pêl mezin dibe. Ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava heya hemû cîhanê ev pêl belav dibe da ku ji berxwedêran re û rêwiyên heqîqetê re bibin bêhnek. Bêguman serbestberdana Leyla Guven encama vê berxwedan û têkoşînê ye. Divê em agirê berxwedanê hêj gurttir bikin da ku faşîzmê bişewitîne.

Dîrokê gelek caran nîşanî me daye ku serkeftin û azadî bi berxwedan Û têkoşîneke bêhempa bi dest dikeve. Faşîzm bi berxwedanê têk diçe. Jiyaneke bedew, aram û azad bi têkoşînê tê honandin. Jixwe ya ku jiyanê bedew û bi wate dike jî têkoşîn e. Ya ku tirs û xofê dike dilê kujerê jiyanê jî ev e. Ger di navenda vê têkoşîn û berxwedan li dijî faşîzmê de jin hebe ev tirs û xofa dilê wan de hîn zêdetir dibe, dibe kabûs û behnê li wan diçikîne.

Di serî de jin û hemû civak divê bibin parazvanê jiyana xwe û xwedî li jiyana xwe derkevin. Ev berxwedana ku Leyla û rêhevalên wê daye destpêkirin, xwedîderketina jiyanê ye. Ji ber ku jiyan û hebûna gelekî tehdît dikin.

Pêwîst e em vê meseleya tecrîdê baş fêm bikin. Ne tenê birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye, di kesayeta wî de jin, zarok û hemû civak tê tecrîdkirin. Di rastiyê de civakek hatiye dorpêçkirin û îzolekirin. Faşîzm jiyanê li me diherimîne û dixwaze tevahiya civakê teslîm bigire. Gelo em di vê dorpêçê de çawa dijîn û vê dorpêçê qebûl dikin an na?

Êdî wisa kirine ku heta ber derê mala me qereqol ava kirine û ev jî têrê nake qereqolên wan ketine hundirê mala me. Hewl didin di dil û mejiyê me de jî qereqolan ava bikin. Îro em li ser xaka xwe û li nav bajarên xwe nikarin serbest bigerin. Yan em tên girtin, an kuştin û an jî em rastî destdirêjî û tacîzê tên. Her bihostek axa me bûye qerekol û qelekol. Nahêlin em serê xwe rakin û tevbigerin. Gelo ev ne tecrîd e?

Berê di kolan û taxan de dengê lîstok û kenên zarokan bilind dibû û bêtirs dibeziyan. Lê niha di taxan de tenê dengê akrep û tomayan tê. Li ber her kolan, tax û deriyekî akrep, toma yan jî ford rangerek disekine. Qada listokê zarokan dagir kirine, zarok newêrin dakevin kolanan û bileyzin. Ji ber ku nediyar e bê ka kîjan ji alî ve gule were û wan ji jiyanê biqetîne. Ma ev ne tecrîd e? Em nikarin bi dilekî rihet di kolanan de bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe bijîn. Navê vê ne tecrîd e çi ye?

Ji ber vê divê em tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin baş pênase bikin û li gorî vê tevbigerin. Ger em îro li dora vê berxwedanê necivin, dest nedin hev û nebin yekdil em ê di tarîtiyê de winda bibin. Welatê me, jiyana me û kesayeta me were herimandin. Wê demê wateya jiyanê jî namîne. Ger em bibin yekdil û yekdeng bi qêrîna xwe em ê tecrîdê parçe parçe bikin û wek ku jina têkoşer Leylayê got dê serkeftin bibe ya me hemûyan.

Em ji bîr nekin her saet û deqeyek ji temenê Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê dixwe, her çalakî û dengderxistina me jî ruh dide vê berxwedanê.

Dikarî Biecibînî