Plana ‘Pir Veşarî’ aşkera bû

Rohat Ararat

Dewleta tirk bi salan e li dijî gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê şerê tunekirinê dimeşîne. Serî li hemû rê û rêbazên qirêj ên dijmirovî dide. Li hemberî van polîtîkayên dewleta tirk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê têkoşîneke bêhempa meşand û dimeşîne. Hemû armanc û hewldanên dewleta tirk vala hat derxistin û têkoşîn gihişt qonaxeke girîng. Li çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên girîng hatin bidestxistin. Bi taybetî jî li bakur û rojavayê Kurdistanê gelê kurd gihiştin asta xwerêvebirinê. Dewleta tirk bi her awayî xwest Şoreşa Rojava têk bibe û li Bakur jî siyaseta gelê kurd a bi pêşengiya HDP’ê tasfiye bike. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hewldanên ji bo çareseriya demokratîk di sala 2013’an de pêvajoya diyalogê da destpêkirin.

Lê belê dewleta tirk a ku planên xwe li ser tunekirina kurdan dimeşand bi vê pêvajoyê tengav bû serî li planên hêj bi qirêj da. Ligel ku hêj ev pêvajo didomiya dewleta tirk di îlona 2014’an de bi plan û sîmûlasyoneke nû xwe ji şer re amade kir. Ev plan ji aliyê Musteşariya Ewlekariyê û Pergala Cemaweriyê ve ‘Plana Têkbirinê’ hatiye amadekirin. Musteşariyê plan pêşkêşî Serokatiya Fermandariya Giştî kir. Daîreya Plana Stratejiya Fermandariya Giştî û Midûriyeta Şaxa Stratejiyê kîte kîtê planê amade kirin. Plana ji 42-43 rûpelan pêk dihat, bi sernavê ‘Veşartî ye’ pêşkêşî hikumeta AKP’ê hatiye kirin. AKP’ê jî plan pejirandiye.

Xwerêveberiyên Cewherî AKP’ê aciz kir

Dema ev plan tên kirin hêj bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyeke diyalogê dihat meşandin. Di hilbijartinên xwecihî yên 30’ê adara 2014’an de DBP’ê bi dengekî zêde 103 şaredarî bi dest xist. Vê tabloya li rêveberiyên xwecihî dewlet û hikumeta AKP’ê gelekî aciz kir. Desthilatiya AKP’ê ya ku tehamulî aştî û demokrasiyê nake û bi vê pêvajoyê têkçûna desthilatiya xwe dibîne û bi lezgînî plana qirêj xist dewrê. Di destpêkê de lez da çêkirina qereqolan û hêzeke giran a leşkerî li bakurê Kurdistanê bi cih kir.

AKP’ê desthilatiya xwe winda kir

Di heman demê de di encama diyaloga li Îmraliyê de di 28’ê sibata 2015’an de heyeta Îmraliyê û dewletê Mutabaqata Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan pêk dihat ji raya giştî re aşkera kirin. Piştî vê ragihandinê di 5’ê Nîsanê de çûn û hatina heyetan a li Îmraliyê hat bidawîkirin. Di 7’ê hezîranê de jî hilbijartinên giştî pêk hatin. Di vê hilbijatinê de jî AKP’ê desthilatiya xwe winda kir û HDP’ê jî ji sedî 13,5 deng wergirt. Piştî vê encamê serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û hikumetê pêvajoya diyalogê û Mutabaqata Dolmabahçeyê înkar kirin û maseya çareseriyê hat qelibandin.

Plana qirêj xistin meriyetê

Piştî hilbijartinê bi mehekê êdî ev plana têkbirinê ya di 30’ê cotmeya 2014’an de hatibû amadekirin xistin meriyetê. Li gorî vê planê artêşa tirk di 24’ê tîrmeha 2015’an de bi dehan balafirên şer bi sedan carî bombe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Şerê ku wê rojê dest pê kir, plana wî di îlona 2014’an de hatibû amadekirin û di civîna MGK a 30’ê cotmeha 2014’an de biryar li ser hatibû dayîn.

Dîmenên belgeyê weşand

Pêşkêşvanê yek ji qenalên neteweyî yên Misrê TeN TV Dr. Neşet El Dîhî di bernameyeke xwe ya beriya çend rojan de belgeya veşartî ya bi sernavê “Tedbîrên lezgîn ên di operasyona herêmê de bên girtin û erkên yekîneyên leşkerî yên 84933840-3000-350-14” aşkera kir. Di belgeyê de tê ragihandin ku dewleta tirk dê hemû qanûn û norman bin pê bike, bi hemû hêza xwe ya şer êrîşê bibe ser kurdan, tevî operasyonên tunekirinê yên li dijî gerîla dê bajaran hilweşîne, li gel êrîşên dagirkirina Rojava dê derbarê başûrê Kurdistanê de jî şerê taybet bimeşîne û tê destnîşankirin ku medya tirk jî dê yek ji hîmên bingehîn ên şer be.

Bajar dorpêç kirin

Li gorî pilanê û xalên planê yên qirêj yek bi yek pêk tînin. Bi taybetî jî li ser wêrankirina bajar û navçeyên Bakur disekinin. Di xala yekemîn a planê de tê gotin ku; “Tîmên taybet, leşkerên bi taybetî hatine perwerdekirin û hêzên artêşê dê dorê li bajaran bigirin û li tax û kolanan operasyonan bikin.”Ev planên xwe piştî hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an gav bi gav xistin meriyetê. Li bajar û navçeyên Kurdistanê dest bi operasyonên qirkirina siyasî kirin. Bi sedan ciwanên kurd girtin. Gel jî li dijî vê qirkirinê birayara “Dewleta ku me nas neke, em jî wan nas nakin”girtin û xwerêveberiya xwe îlankirin û dest bi parastina kolan, tax û navçeyên xwe kirin. Dewleta ku bi vê plana qirkirinê tevdigeriya dor li gelê berxwedêr girtin û dest bê êrîşên dij mirovî û komkujiyan kirin.

Bi balafiran bombe li ser gel dibarandin

Ev êrîşên qirkirinê ne tenê di warê bejahî de bi balafirên xwe jî pêk dianîn û ev yek di xaleke din a vê planê de wiha tê gotin: “Êrîş wê li Fermandariyên Cendermeyan ên Bajaran ve bên birêvebirin. Dema ku pêwîstî pê çê bibe dê balafirên şer jî werin bikaranîn.”Li hemû cihên ku gelê kurd li ber xwe didan û dewleta tirk a bi hêza xwe ya pê bawer ne dikarî berxwedana gel bişikîne bi balafiran bombe li ser gel dibarandin.

“Îmhayên girseyî, girtin û valakirin dê bên kirin”

Bi vê plana qirêj dihat armanckirin ku gelê kurd ê li pêşberî dewletê serî natewîne bi tevahî bê tunekirin û ji cih û warên wan bên kirin. Di xaleke din a vê planê de jî ev têşt tê gotin: “ Qadên ku dor li wan hatine girtin dê cih û warê jiyanê bên hilweşandin û şert û mercên vegera welatiyan ji holê bên rakirin.”Her wiha bi berdewamî ev xal jî di planê de cih digire; “Îmhayên girseyî, girtin û valakirin dê bên kirin.” Dema em li encama van êrîşan dinêrin û li bajarên ku hatine hilweşandin dinêrin tam jî li gorî plana tunekirina kurdan tevgeriyan e. Lewra hemû bajar û navçeyên ku kurdan li ber xwe didan hilweşandin pêk hatin û kevir li ser kevir nehiştin.

Çapemenî bêdeng kirin

Li aliyekî din jî xwestin hem komkujî û wêrankirinekê pêk bînin hem jî li ser kiryarên xwe veşêrin û gelê kurd bêdeng bikin. Lewre Çapemeniya Azad a ku bi salane kiryarên dewletê ji raya giştî ya cihanê re radigihîne xwestin bêdeng bikin û ev yek jî di nav planên xwe de bi cih kirin. Ji bo bêdenkirina çapemeniyê jî ev planê dikin: “ Televîzyonên Med Nûçe, Stêrk, Ronahî, Newroz, ÎMC û Ozgur Gun TV, her wiha rojnameya Ozgur Gundem û weşanên din wê werin bêdengkirin.” Di çarçoveya vê planê de jî ev weşanên navborî hemû jî girtin ên ku nikarîbûn bigirin ku li Ewropayê weşan dikirin jî asteng kirin.

Bi çi fermanê nexweşxane xistin kontrola xwe?

Li gorî êrîşên ku hatin plankirin û fermana ku hatibû dayîn hêzên dewletê tev digeriyan. Di van êrîşanan de hesabên kuştî û birîndarên xwe jî kiribûn. Lewma jî dest danîbûn ser hemû nexweşxaneyên herêmê û tenduristvan xistibûn bin venêheriya xwe. Hemû derfetên xizmeta tenduristiyê ji ser sivîlan birîbûn û xistibûn xizmeta hêzên xwe yên leşkerî. Ji xwe vê yekê jî li gorî vê fermana ku di plana wan “Nexweşxane û navendên tenduristiyê wê ji rewşê re bên amadekirin.”de cih digirt tevgeriyan. Di dema êrîşên wan de destûr nedidan ku yek sivîlên ku di êrîşên wan de birîndar bûne bên li nexweşxaneyê tedawî bibin. Di heman demê de destûr nedidan ku yek ji pêwirdarên tenduristiyê biçin herêma ku şer lê heye û xizmeta tenduristiyê bidin sivîlan. Yek ambûlans jî ji bo sivîlan nehat şandin, mirî û birîndarên weletiyên sivîl ên kurd bi rojan li kolanan man.

Derî li wan hatibû girtin

Ji bo pêşî li nerazîbûnan bigirin û di warê hiqûqa navxweyî, navneteweyî û hiqûqa şer bigirin bi hemû rê û rêbazan derî girtin. Ji bo wê jî di plana xwe ya tunekirinê de cih dan vê xalê; “Hevdîtin û axaftina walî, qeymeqam û leşkerên payebilind ên bi wekîlên HDP’yî re wê werin qedexekirin.” Wiha jî kirin. Tu parlamenterekî kurd, tu saziyeke civakî, nûnerê tu civakan ne dikarî bi yek nûner û pêywirdarên dewletê re hevdîtinê bikin. Derî li wan hatibû girtin.

Ketin û derketina herêman girtin

Dijwariya şer bi hemû dîmenên ku derdiketin holê li pêşberî çavên her kesî bû. Li gorî hesabên xwe yên tunekirinê yek bi yek planên xwe pêk dianîn. Ji van xalên planê jî “Tank û wesayitên zirxî wê li deverên guncaw bên bicihkirin.”, “Ketin û derketina li herêma operasyonê dê bi temamî were girtin.”, “Karên şîrketên elektrîk, gaz û avê wê li gorî fermanê bên kirin.” dijwariya vî şerê tunekirinê diyar dibe. Lewre hemû hêza xwe ya leşkerî li navçe û bajarên Kurdistanê bi cih kiribûn. Li her kolanekê wesayîteke zirxî hebû û bi dehan wesayîtên zirxî jî li nav kolanan şerê derûnî dimeşandin, gule li welatiyan direşandin, sivîl dikuştin û bi îşkenceyan digirtin. Ji bo du kes li hev necive êrişî welatiyan dikirin. Li aliyê din jî li taxên ku dorpêç kiribûn komkujî pêk dianîn, bi tang, top û balafiran hildiweşandin û kavilên xaniyan bi maşîneyên kar vediguheztin derveyî bajêr. Di heman demê de di nav van kavilande bi dehan cenazeyên welatî û ciwanên kurd derdiketin holê.

Bi çi rêbazî şaredarî bi dest xistin?

Yek ji xala ku di planê de cih digirt jî desteserkirin û xespa vîna gelê kurd bû. Lewre dest danîn ser hemû şaredariyên ku DBP’ê bi destxistibû. Hema bêje hemû hevşarên BDP’ê hatin girtin û rastî cezayan hatin. Hemû şarediriyên gel radestî qeyûman hatin kirin ku ev qeyûm bi giranî ji Walî, alîgirên waliyan û qeymeqaman pêk dihatin. Ji bo vê yekê bikin jî di plana xwe de ev xal destnîşan kiribûn; “Karên rêveberiyên xwecihî wê radestî walîtiyan werin kirin.”Piştî desteserkirina şaredariyên kurdan bi derxistina Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de bi hezaran karker û xebatkar ji kar hatin avêjtin û îxrackirin.

Plana bîlançoyê çawa aşkera kirin?

Encama vê felaketa planê bi awayekî hûrgûlî hatiye desnîşankirin û li gorî wê jî dixin meriyetê. Lewre tê hesabkirin ku dê çiqas mirov bimirin, dê çiqas mirov birîndar bibin, dê çiqas mirov bên girtin û dê çiqis mirov ji cih û warên xwe bên tehcîrkirin. Vê yekê jî wiha aşkera dikin; “Li gorî planê, tê texmînkirin ku 15 hezar mirov bimrin, 8 hezar mirov birîndar bibin, 5-7 hezar mirov bên girtin û 300 hezar mirov bên tehcîrkirin.” Kêm zêde bîlançoya di encama vê planê de pêş ket wiha bû. Lewre hemû hêza xwe dabû ser têkbirin û çongşikandina kurdan. Hemû kujer û tetikkêşên xwe şandibûn herêmê. Hemû hêza xwe ya kontra, JÎTEM, Ergenekon û cerdevanên dijiminê gelê kurd seferberî herêmê kiribûn. Ew kujerên qîl bi xwîn ên sondxariyê tunekirina kurdan li ser kar bûn. Di vê xalê; “Ji bo bicihanîna planê, wê leşkerên payebilind ên JÎTEM’ê û Ergenekonê yên berê li herêmê wezîfe kirine bên wezîfedarkirin.” de jî bi awayekî vekirî hovitiya xwe radixin ber çavan.

Karmendên xwe ji herêmê kişandin

Ji xwe beriya komkujî û hilweşandinê hemû personelên xwe yên cemaweriyê vekişandin. Ji bo vekişandina personelên xwe û saziyên xwe radestî hêzên komkujiyan bikin ev fermanê didin; “Personelên cemaweriyê yên sivîl dê ji herêmên behsa wan tê kirin werin vekişandin.”, “Avahiyên cemaweriyê dê radestî hêzên operasyonê bên kirin.” Li gorî vê planê tev geriyan û hemû karmendên xwe ji cihê şer û derdora wê vekişandin. Di hemû sazî û avahiyên cemaweriyê de, yên wekî mizgeft, dibistan, ocaxên tenduristiyê, avahiyên dîrokî û heta xaniyên welatiyan hêzên xwe bi cih kirin.

“Dê plan bi cih were”

Ev planeke berfireh a tunekirinê bû li aliyekî li bajaran komkujî dikirin li aliyê din jî li çiyayên Kurdistanê bi balafirên şer, hawan û obusan bombebarandin dikirin. Li gorî wan heke Tevgera Azadiya Kurdistanê rewşeke bêçalakîtiyê ragihîne jî dê dewlet raneweste û komkujiyên xwe berdewam bike. Ji bo vê rewşê jî cih didin van xalan; “Operasyonên hewayî yên li dijî Qendîlê wê bênavber werin kirin.”, “Rêxistin bi rengekî yekalî bêçalakîtiyê îlan bike jî dê plan bi cih were anîn.” Bi her awayî rêbazên qirkirinê pêş dixe û dixe dewrê.

Encama planê çi bû?

Bi vê plana şer re ku di 24’ê tîrmeha 2014’an de dest pê kir, 12 navçe û bajarên kurdan hatin hilweşandin, bi sedan mirov hatin qetilkirin. Li gel operasyonên qirkirina siyasî operasyonê tunekirinê yên leşkerî hatin meşandin. Destkeftiyên 40 salan ên gelê kurdan hatin derbkirin, siyasetmedar dîl hatin girtin, şaredarî hatin desteserkirin. Dewleta tirk û hikumeta AKP’ê ya ku qîma xwe bi şerê li Bakur neanî û şer derbasî rojava û başûrê Kurdistanê kir. Efrîn dagirkir, bajarê Kerkûkê jî di nav de bi dehan navçeyên Başûr bi destên dewleta Iraqê ji destên rêveberiya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê derxistin. Komkujî hatin kirin û hewl hat dayin ku ji kurdan li ser vê xaka qedîm a ku bi hezaran sal e dijîn tune bikin. Bi vê dijminatiyê çiqasî faşîst, olperest û nîjadperestên tirk hebûn li dijî kurdan li derdora Erdogan bûn xeleka faşîzan a dijmirovî.

Sekna bi rûmet listikên wan hilweşand

Di ser ew pêvajoya plan û qirkirina topyekûn a kurdan a di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dest pê kir, tevî ku çar sal di ser re derbas bûye jî hêj bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Li aliyekî qirkirina siyasî û leşkerî pêk tîne li aliyekî jî bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze civakê bê fikir, bê raman, bê perspektîf û bê hilm bihêle. Lê belê berxwedan kurdan a ku ji dîrokê ve ye li dijî dijminê xwe hertim meşandiye bi awayekî bêhempa berdewam dike. Bi taybetî desthilata ku dixwest bi kuştin û girtinan civakê bêdeng û tune bike, hem civak hem jî dîlgirtiyên azadiyê bi hêrsek mezin li dijî vê qirkirinê rawestiyan e, berxwedan û têkoşîna xwe gihandine qonaxeke nû. Li hemû zindanên ku dîlên azadiyê lê tên girtin, li hemû çiya, navçe û bajarên Kurdistanê, li her cihê ku kurd lê dijîn bi sekn û têkoşîna xwe veguherandine keleha berxwedanê. Li dijî hemû êrîşên dijmirovî yên dewleta tirk kurdan berxwedana xwe mezintirîn kirine. Ev sekna bi rûmet a gel û şoreşgerên azadiya Kurdistanê hemû lîstik, plan, dek û dolabên dewleta tirk û desthilatiya faşîzan hilweşand.

Qonaxa dawî serkeftina kurdan e

Piştî vê planan qirkirina kurdan dewleta tirk di warê siyasî, leşkerî, dîplomtîk û aboriyê de qeyranên gelekî mezin jiya. Desthilatiya AKP’ê hat asta ku nema dikare Tirkiyeyê bi rêve bibe. Tenê rêyek jê re ma ew jî dijwarkirina faşîzmê ye. Lê belê berxwedana gelê kurd û şoreşgerên azadiya Kurdisanê bi têkoşîna xwe hat kêliya hilweşîna vê faşîzmê. Niha hem şikandina tecrîdkirina li ser birêz Ocalan û hem jî qeyûmên ku vîna gelê kurd xesp kirine bi berxwedan û bi hatina hilbijartinên xwecihî dê bişikê û hilweşe.

Dikarî Biecibînî