Te go kurd?

Zekî Erden

Di 14’ê meha qanûna 2018’an de şefê faşîzmê Erdogan di daxuyaniyeke xwe de gotibû; “Heke Amerîka  ‘Rojhilatê Firatê’ paqij neke, em dê bi xwe vê herêmê paqij bikin.”

Ev paqijiya çi bû? Gelo Qurqurbeg ‘Rojhilatê Firatê’ ji kê û çi paqij dikir?

Piştî vê daxuyaniyê bertek û nerazîbûnên raya giştî û qada navneteweyî zêde bûbûn. Gelek şexsiyet û berdevkên dewletan ev zîhniyeta Erdogan bi awayekî sergirtî be jî wekî zîhniyeteke qirker û dagirker a li dijî kurdan bi nav kiribûn û nirxandibûn. Bêguman paqijiya ku Erdogan behs dikir, paqijiya kurdan û qirkirina wan bû. Em vê yekê ji plana têkbirina kurdan û bajarê Efrînê dizanin. Berdevkiya zîhniyeta qirker û pratîzekirina wê ya ku îro li ser kurdan tê sepandin Erdogan dike.

Ev zîhniyet a bav û kalên Erdogan bû ku partiya ‘Îttihat û Terakiyan’ di sala 1915’an de ermeniyan qir kiribûn. Ev zîhniyet û kiryarên vê zîhniyeta kirêt û hovane her tim li ser kar bûn. Kurdan jî di dîroka xwe de gelek êşên mezin ji vê zîhniyetê dîtin û dibînin. Wekî Amed û Dêrsim, Agirî û Geliyê Zîlan, Botan û Behdînan, Mereş û Roboskê. Hemû komkujiyên ku li ser kurdan hatibûn kirin encamên vê zîhniyetê bûn. Cizîr û Sûr, Kobanê û Efrîn bi temamî îlham û pratîkên vê zîhniyetê ne.

Ji dîroka Komara Tirkiyeyê mînakek balkêş heye; Di 22’yê mijdara 1924’an de Fethî Okyar li şûna Îsmetê kerr ji bo serokwezîrtiyê tê tayînkirin, di demeke kurt de ango di 2’yê adara 1925’an de ji vê peywirê tê avêtin û îstîfa dike. Dîsa li şûna wî Îsmetê kerr dikin serokwezîr. Fethî Okyar wekî sefîrê paytexta Fransa Parîsê tê diyarkirin û ji Tirkiyeyê tê dûrxistin. Sedema îstîfakirina Fethî Okyar wê demê tê veşartin, ji bo vê yekê baş nayê zanîn lê dîsa jî ji ber ku rastî tehl û rikdar e, veşarî namîne. Fethî Okyar sedema îstîfaya xwe ya ji bo wê demê wiha vegotiye: “Ez naxwazim destê min di komkujiya kurdan de hebe û naxwazim xwîna kurdan di destê min de bimîne.” Sedema heqîqî ya dûrxistina Fethî Okyar ji wezîfeyê ev e. Ji ber vê yekê ji peywira serokwezîrtiyê tê avêtin, an jî îstîfa bi wî didin kirin.

Balkêş e, di heman sal û mehê de komkujiyê li ser serhildana Şêx Seîd pêk tînin. Herhal komkujiya ku Fethî Okyar ne dixwest destê wî di nav de hebe ev bû. Bi taybetî em dixwazin vê heqîqetê bêjin; komara tirk û dînamîka wê ya darbeker gladiyo, heke serokwezîrek an jî serokkomerek nexwaze xwîna kurdan birêje, ne wî/ê li ser kar digirin û ne jî dihêlin bê ser kar.

Dêhn û bala xwe bidinê! Destên kîjan serokwezîr û serokkomarên dewleta tirk di xwîna kurdan de tune ye? Bêşik û bêguman hemû jî dest bixwîn û dev bixwîn in. Îro jî Erdogan û Bahçelî ev rol wergirtine.

Piştî gef û gur û êrîşên Erdogan ên ji bo Rojava, serokê Amerîkayê Donald Trump, gotibû ku ‘em dê leşkerên xwe ji axa Sûriyeyê vekêşin.’ Paşê di 14’ê çileya 2019’an de gotibû ku: “Tirkiye êrîşî kurdan bike, em ê Tirkiyeyê ji hêla aborî ve şerpeze bikin.” Dîsa ji bo Rojava behsa herêmeke ewle kiribû.

Nîqaşên li ser vê meseleyê hêj germ in û dîplomasiya di vî warî de bênavber berdewam e. Ji wê rojê û vir ve kurdan jî zend û bend şidandine û xebatên dîplomasiyê geştir kirine. Dewleta tirk û nûnerên wê jî heman tiştî dikin.

Ew roj ev roj e, sekn û etlahî bi Erdogan û xulamên wî neketiye. Geh şande û delegasyonên wî li Rûsyayê ne, geh li Amerîkayê ne. Geh diçin ber lingê Barzanî, geh diçin ber lingê Esad!

Ev hewldanên dîplomatîk ên dewleta tirk hemû ji bo dagirkirina Rojava ne. Nîqaşên ku li ser peymana Edeneyê, xweşkirin û başkirina têkiliyên bi Esad re, danûstandinên bi Barzanî û malbata Barzaniyan re, ger û geşta Barzanî ya li hinek welatên ereban, hevdîtina serekçeteyê DAIŞ’ê Nasir Harîrî bi Barzanî re hemû di vê çarçoveyê de ne.

Ji ber ku polîtîkaya AKP-MHP’ê û berdevkê wan Erdogan li ser vî esasî ye, roj tê Esad dibe ‘dost û bira’ û navê wî  ‘Esad’e, roj tê dibe ‘kujer û terorîst’ û navê wî dibe ‘Esed’. Lê ev 8 sal in hê nikare li Şamê nimêjeke ya nîvro bike. Nimêja nîvro li dera ha, Idlib jî diçe…

Derdê Qurqurbeg kurd in. Trump dikuxe, ew dibêje ‘te go kurd?’ Ba ji ber Pûtîn diçe ew dibêje ‘te go kurd?’ Îran dibêje Îsraîl, ew dibêje ‘yekî go kurd?’ Xwedê bisehilîne! Wele kurdan serê gelekan xwarin, dê yê Erdogan jî bi hinekên din bidin xwarin.

Lê belê ev yek bê têkoşîn û bê berxwedan nabe û ne pêkan e. Tekane rastiya ku xewn û xeyalên Erdogan û faşîzma wî têk bibin têkoşîn û berxwedan e.

Dikarî Biecibînî