Avakirina helwestên erênî beramber kurdî

 

Erê dewletên moderen êdî ne lazim e ku yekser qedexe bikin zimanan, çêkirina helwestên mîna ya destpêkê bi dê û bavên zarokan re têrê dike ji bo ku zimanekî baskokirî bikin û paşê bikujin

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê di nivîsa xwe de balkişand ser girîngiya ziman û kêmbûna eleqeya ji bo zimanê kurdî û tevahiya nivîsa Guldivê wiha ye;

“Li hawîrdor her ku diçe dengên kurmancî û kirmanckî kêm dibin. Pêr gava ku min kesek piştî bi salan ji nû ve dît û ji min re got, êdî ew di kirmanckî de israr nake ji bo zarokê xwe, ez şaş û metel mam. Lewma ji bo wî “kirmanckî her tişt bû”. Hevjîna wî, gava ku zaroka wan a yekem li ji ber zimanê xwe rastî neheqiyan û miameleya neadil a pedagogên dergûşxaneyekê tê, êdî dibizde û zarokên xwe yên din ji destpêkê ve bi almanî tercîh dike mezin bike. Lê ya ku bi rastî dilê min dax da jî ew bû ku zarok bi tirkî jî dizanin. Ango dikarin fêrî tirkî bibin, lê kirmanckî li gorî dayika wan zarokan pirsgirêk bû.

Min berê jî gelekî behsa helwesta beramberî ziman û bidirûvkirina vê helwestê kiriye. Heman rojê rasta hevalekî din hatim ku zimanê dayikê ji bo wî girîng bû. Wî jî fêrkirina kurmanciyê ya zarokê xwe yê 3 salî ji hevjîna xwe re hiştiye, ku wê jî piştî sala duyem dev ji israra xwe berdaye. Sedema wê nizanim. Muhtemel e ku elaqeya xwe bi helwesta beramberî ziman hebe.

Erê dewletên moderen êdî ne lazim e ku yekser qedexe bikin zimanan, çêkirina helwestên mîna ya destpêkê bi dê û bavên zarokan re têrê dike ji bo ku zimanekî baskokirî bikin û paşê bikujin. Helbet eva li Almanyayê qewimî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê qat bi qat zêdetir diqewime. Ji bo wê, pirr girîng e ku em argumanên ku helwesteke neerênî beramberî zimanê dayikê çêdikin, pûç bikin û belav bikin. Bi nimûne û dijargumanên xurt helwestên erênî beramberî zimanê dayikê ava bikin. Beriya hertiştî em zanibin ev mafê mirovan, tu elaqeya xwe bi nijadperestiya hin pedagogan nîne. Zarok bi hêsanî dikarin fêrî zimanan bibin. Hin zarok jixwe zehmetiyê dikişînin fêrî ziman bibin, lê elaqeya vê pirsgirêkê bi yekzimanîbûn û pirrzimanîbûnê re nîne.

Her ziman mejiyê zarokê ne lawaztir lê xurttir dike. Ji ber ku bi rastî jî pê diêşim ez ê dev ji dubarekirina argumanên din berdim û berê xwe bidim mijareke din. Êdî bûye adet ku hin kes li hin peyvên ku weke resen bi nav dikin, bigerin, bibînin û parve bikin. Helbet ev ne karekî pûç e. Lê ez ê bivênevê balê bikişînim ser aliyekî bi pirsgirêk, ji ber ku ziman ne tenê deng in, ew mane ne jî. Yanî carinan ne bikaranîna peyvan, lê manedarkirina wan muhim e. Ez behsa manedarkirineke di çarçoveya diskursên modern de nakim. Hîç behsa avakirina maneyan jî nakim. Lê weke nimûne gava em peyva palûte dixwazin bi kar bînin, bi ya min “resen”bûna peyvê ne muhim e. Ya muhim bikaranîna wê ya ku bi maneya wê ya “resen” re li hev bike, muhim e.

Ez rabim palûteyê di maneyeke de bi kar bînim ku eleqeya wê bi kolektîfbûna ferza hebûna civakî re nîne, hingê “resen”bûna peyvê bi xwe jî bêmane dibe, sivik dibe.

Li aliyê din tunenekirina nuansan jî di heman çarçoveyê de muhim e; weke nimûne hebûna nuansên welê, holê li Botanê, ya halo, wilo li Torê, derfetên îfadekirinê xurt dike. Dîsa diyarbûna nuansa bikaranîna peyvan jî muhim e. Ez ji Torê nimûneyekê bibêjim. Peyva ´awil (ewil) li wir tevî substantîfan (navan) di ezafe de nayê bikaranîn. Yanî, dibêjin, “´awil ew hat”, lê nabêjin, “ew cara ´awil  hat”. Heger navek hebe, hingê peyva “pêşî” bi kar tînin: “Ew cara pêşî hat”. Pêşî dikare li şûna ´awil bê bikaranîn, lê berevajiyê wê li vê deverê nabe, yan jî ez bibêjim, nedibû wê rasttir be, ji ber ku di 30 salên dawî de çi guherî, ez nikarim li cihê cih bişopînim. Bi her halî hebûna nuansan derfeta îfadekirina ji hev zelal diyarkirî ya rewşên nêzî hev dide. Bi ya min tevî nuansên nû ku di pêvajoya beridîna ziman de çêdibin, wê ne şaş be mirov nuansên berê jî biparêze.”

Dikarî Biecibînî