Xezeba te ji tirsa nava te ye

Zekî Erden

Garana tecawîzker ya bi qumqume û wurşedar a bi himehim û gumegum DAIŞ li qada şer ji hev de ket. Garana DAIŞ’ê ya Erdogan ku bi rol û misyona “dewleta Iraq û Şamê ya Îslamî” rabûbû li ber vîn û gurzê HSD, YPG û YPJ’ê nekarî xwe bigire û li qada şer wekî çûçikên qupikê belawela bûn.

Bêguman bi hêza felsefeya Rêber Ocalan garana gemar ya vê serdemê têk çûn. Lê hê xetereya vê gemariyê û fikra jirêderketî bi dawî nebûye. Ji bo vê têkoşînek bêeman nebe nabe û ev jiyanî ye.

Qonaxa herî girîng a ku vê hişmendiya jirêderketî asteng bike bêguma di serî de demokratîzekirina civakên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn in. Tedbîra bingehîn û mayînde jî yekitiya demokratîk a neteweyên Rojhilata Navîn in. Erk û peywira esasî ya ji niha û şûn de hê baştir bê kirin dê ev be.

Qet nabe ku têkoşîna leşkerî, îstîxbarî, dîplomatîk, çandî, perwerdehî, siyasî û demokrasiyê bê sistkirin. Berevajî vê divê têkoşîn û xebatên avaker ji çaralî bêne şidandin. Heke na dê zeafiyetên mezin ên pergala demokratîk derkevin. Lewre zemîna ku DAIŞ li ser bilind bûye hê şile û dibe ku kiras jî guhartibe. Xetereya mezin jî ev e.

Divê kêliyekê jî neyê jibîrkirin ku Erdogan û desteya xwe ya şer dê her bixwaze garana DAIŞ’ê li ser lingan bigire, motîve bike û vejîn e. Baş tê zanîn; her ku DAIŞ winda dike û têk diçe, li Tirkiyeyê jî faşîzma AKP-MHP’ê tengavtir dibe.

Şirîkên Erdogan, Iran û Rûsya jî wekî berê ne dilxwaz in ku êdî tawizan bidin Erdogan. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li nav âlema ereban digere, dixwaze hevalbendekî ji Esad re peyda bike. Ji wê derê daxuyaniyeke manîdar da û got; “Tirkiyeyê peymana 17’ê îlona 2018’an a ku ji bo Idlîbê hatibû mohrkirin pêk neaniye.” Kurt û kurdî; dibêje Tirkiyeya Erdogan we hê peymana hatibû mohrkirin nexistiye meriyetê û destê xwe zû bigirin!

Vê navberê Erdogan jî ketiye derdê hilbijartinên herêmî û bi vê boneyê bajar bajar digere. Digere lê mal şewitiyo, hema konê xwe li ser derewan daniye û ji nava xwe têr diaxive, gotinên qelew dike, lê vala û beradayî ne, hema bêbinî berdide. Her roj li bajarekî Tirkiyeyê dipekîne, nanê şor dixwe derewên kelê dike, hindik ma ye ku xwe ji derewên bêxwê bikuje.

Jiyana xwe ya polîtîk û civakî li ser hunera derewan ava kiriye. Ji derewkirinê re jî qabîliyetek lazim e. Lihevanîn, lihevçêkirin û lihevkelijandin a derewan ne karê her kesî ye. Huner û marîfeta wî ya derewan serkeftî dixuyê lê êdî bikêrî tiştekî jî nayê. Necamêro ewil derewan dike, paşê bawer dike, dûv re jî difiroşe alîgirên xwe. Ger ku destpêkê bi derewên xwe bawer neke dê nekare derewan jî bike. Zalimo ji tirsa têkçûyîna xwe şaşomaşo bûye.

Xezaba wî ji tirsa nava wî ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ’a wî têk diçe, ew li Tirkiyeyê ji HDP’ê û kurdan re dibêje “li Tirkiyeyê Kurdistan tune, li bakurê Iraqê heye, biçin wir, ev der ne cihê we ye.” Halbukî heman Erdoganî di sala 2013’an de gotibû Kurdistan rastiyek e û di arşivên wan ên fermî de jî heye. Dîsa kê li ser xwendiye nayê zanîn, lê tirsa Kurdistanê pê girtiye.

Kurd û Kurdistan du rastiyên qedîm in. Êdî tu wateya hikûmê înkarê nîn e. Lê Qewmê bêçand, bêdîrok, hov û dagîrkeran hatin ji newalê bûn xwediyê malê. Lê dîsa jî we yê belaya xwe li kurd û Kurdistanê nedabûna. “Pesnê xwe nede, xezeba te ji tirsa nava te ye.”

 

 

Dikarî Biecibînî