Azadî bi çanda berxwedêr pêkan e

Rohat Ararat

Çand çi ye? Lazime em hinekî vê pirsê bibersivînin. Gelo çand ne şênberiya neteweyekî ye? Hemû çalakiyên jiyanî yên civakê bi rêkûpêk domandin nîşaneya vê yekê ye. Em wiha dibînin. Civakbûn bi xwe jî çandî ye. Bi kesan çand dernakeve holê. Heke civakbûyîn nebe çand jî nabe. Ev yek mirov dikare bigihîne heta serdema pêşketina civakbûyînê.

Civakbûyîn bi xwe jî çandek e. Ji bo mayînde û pêşxistina civakê derfet hatine xebitandin. Mirovan li ser vê hişê xwe êşandiye ku tiştekî li vê çanda civakbûyînê zêde bike. Civakbûyîn ji bo mirovotiyê şertê yekemîn e. Heke civakbûyîn nebe mirovahî jî nabe. Mirovê bi serê xwe yê ji civakê qut her çiqas derfetên wî yên jiyanê hebin jî nikare bijî. Jiyana mirovan bi civakbûnê pêkan e. Yan na tu cudahî di navbera mirov û sewalan de namîne.

Pîvanên jiyana civakî

Ji bo bi hev re jiyanê pîvanên civakê hene. Kesekî/ê derê derveyî van pîvanan, ji civakê tê dûrxistin. Ji bo jiyan, civakbûyîn û hevgirtinê xebat tên kirin. Hemû kar û bar bi hev re yanî komunal tê kirin. Wekî pîvanên jiyanê her tim ev yek pêk tê. Navê vê xebat û pêşxistina kar bi xwe çandeke û civakbûyînê dide nîşandan. Hemû afirînerî û huner ji bo civakê tê kirin. Ji afirandina amûrên cotkarî, sewalkarî, têrkarî, telkarî, amûrên jiyanî û parastinê, amûrên şer û hwd. hemû jî yên civakî û berhemên nîşaneya wê civakê ne.

Ji bo jiyanê lazime çandinî, berhevkarî, sewelkarî hebe. Bêguman em qala jiyana bejahiyê dikin. Lewre ev tişt li bajaran tune ye. Ji xwe dema çand tê gotin jî ev jiyana civakî ya li derveyî bajaran tê hişê mirov. Li bajaran niha hewl tê dayîn ku bi awayekî cuda li ber dilê  xwe xweş bikin, xwe pê şa bikin ku çanda xwe dijîn. Lê ne wisa ye. Dibe ku hin xebatên hunerî hebin. Dibe ku ew jî parçeyekî çandî be. Dibe ku ew jî rastiyeke civakê be. Lê ji çanda resen a civakê û civakbûnê dûre. Lewre bajarvanî bi xwe dawî lê anîna civaka komunal e. Dibe ku mirov li bajaran zêde dijîn. Gelo sedemên vê yekê çi ne? Ev bi xwe jî qirkirineke çandî û civakî ye. Heke li bejahiyê qirkirinek pêk neyê bajar ewqas tije nabin.

Sedema tunekirina çandê

Di destpêkê de modernîteya kapîtalîst bi netewe dewletê û endustriyalîzmê civak û xwezayê tune dike. Netewe dewlet yekpereziyê diparêze û hemû çandên cihereng tune dike. Ev yek dibe sedema tunebûna çandî û civakbûyînê. Di heman demê de jî bi endustriyalîzmê wêrankirina xwezayê pêş dixe. Çandinî, sewalkarî û berhevkariyê diqedîne.  Ev jî tê wateya tunebûna mirovahî û civakbûyînê. Heke civakbûyîn tune bibe wê demê mirov nikare qala çand û hunerê jî bike. Sedema tunekirina çandê û ya civakbûyînê bêguman bi hişmendiya qirker ve girêdayî ye. Netewedewlet û endustriyalîzm qirkirinên mezin pêk tînin. Di serî de ev qirkirin qirkirina çandî ye.

Tiştên ku gelan ji hev cuda dide xuyakirin çand e. Ji xwarin û vexwarinê bigire, li xwekirin û pêxistin, şahî û kêfxweşî û her wiha amûrên afirandina jiyanê. Ev hemû çanda gelan dide nîşandan. Li kîjan herêmê kîjan cure xwarin çawa tê çêkirin, li kîjan herêmê çi cureyên cil û bergan hene û li xwe tê kirin, şahiyên kîjan herêmê çawa ne, bi çi amûran ev tên kirin, hemû jî nîşaneyên nasîna gelan e. Ev yek li bajaran pêkan e gelo? Na. Li bajaran çand hatiye tunekirin. Ev tunekirin bi destên desthilat û netewedewletan pêk tê.  Lê belê ev heye; netewên bîrbir li dijî qirkirina çandî li bajaran jî li ber xwe didin. Lewre ji dîrokê ve ye neteweke bêyî çand wekî netewe nayê qebulkirin. Netewedewleta tirk ev sed sal e bêçandî û bênasnametiyê li netewa kurd ferz dike, tune dike û tune dihesibîne.

Şiyara jiyanê çi ye?

Li gel vê yekê taybetmendiyên gel û civakan ên wekî din jî hene. Lewre li dijî qirkirina çandî û siyasî civak têdikoşin û li ber xwe didin. Ev berxwedan jî ji bo civakan dibe çandek. Dema mirov li civakên wiha dinêre bi sedan sal e ev çanda berxwedanê parastine. Yek ji van civakan jî civaka kurd e. Civaka kurd bi sedan sal e, li dijî her cure qirkirinan li ber xwe daye û ev berxwedana kurdan bûye nasnameya wan. Me gotibû çand nasnameya civakê dide xuyakirin û civaka kurd jî bi şiyara; “Berxwedan Jiyan e” ya ku yek ji pêşengê PKK’ê  Mazlum Dogan li Zindana Amedê pêş xistiye, li ber xwe dide û vê çanda berxwedanê ya li dijî qirkirina çandî û siyasî zindî dihêle.

Hesreta gelê kurd

Her neteweyek bi rengê xwe heye û ew jî dibe pirengiya gerdunî. Netewek bi şêwazê xwe yê rêxistinî, civakî û bawerî bi xwe re qerektera çandeke taybet diafirîne. Bêguman çanda gelan bi nivîsandina pirtûkan, destan û stranan tê nasîn û belavkirin. Bi xêzikan, wêneyan, şano û fîlman xurt dibe û bi pêş ve diçe. Lê ji bo civaka kurd ev qad hema bêje hatiye girtin. Lewre civak di qirkirinek siyasî re derbas dibe. Ji dîrokê ve ye gelê kurd bi her awayî li dijî qirkirina siyasî û candî li ber xwe daye. Heta roja me ya îro tu carî çand azad nebûye. Her tim dewlet, desthilat, kevneperest û olperestan ji bo têkbirina çandî çi ji destên wan hatiye kirin. Çand û nasnameya jiyana azad ji bo gelê kurd jî her tim bûye hesretek.

Bêguman tiştek ji azadiya çandî û nasnameyî xweştir û pîroztir tune ye. Lê belê ji bo azadiya çandî û nasnameyî pêwîstî bi têkoşîneke bêhemba û bi pêşxistina çanda berxwedêr heye. Ger netewek bi dil û can bi çanda xwe ya berxwedêr û li nasnameya xwe xwedî derkeve, dê tu kes, desthilat û dewlet nikaribe li pêşberî vê raweste û dê têk biçe. Îro pêdiviya me bi pêşxistina vê çandê heye. Ji bo Kurd û Kurdistanê pêwîst e ev çand bê geşkirin. Pêwîstî bi çanda hevgirtinê ya civakan û neteweyan heye. Ji bo çivaka kurd ev yek ji nan û avê jî pêwîstir e.

Hewcedariya çanda berxwedêr

Lazime bi vê çanda berxwedêr nirxên civakê, pîrozî û nasnameya civakê bê parastin. Îro bi pêşengiya berxwedêrê mezin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadî, çand û nasnameya neteweya kurd û hemû civak, bawerî û netewên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ev çanda berxwedêr tê parastin û pêşxistin. Di heman demê de ji bo maf, azadî, aştî, demokrasiyeke mayînde ya li ser vê xakê û rakirina tecrîda di şexsê birêz Ocalan de li ser civak û nasnameya gelan, birêz Leyla Guven ev ala berxwedanê bilind kiriye. Heke kesên çand, nasname û jiyaneke azad dixwazin, bi taybetî jî civaka kurd pêwîst e li gorî hewcedariya çanda berxwedêr tevbigere, têbikoşe û xwe tevli berxwedanê bike.

Di roja me ya îro de jî bi qasî serdema 12’ê Îlonê pêwîstiya me bi tevgerîna şiyara; “Berxwedan Jiyan e” heye. Ji lewre jî bêyî pêşxistina vê çanda berxwedanê, azadiya çand û nasnameya Kurd û Kurdistanê nepêkan e.

 

Dikarî Biecibînî