Li netiştekî digerim

H.Kovan Baqî

Têbînî: Ev ceribîna neqediyayî der barê romannûsiya Yildiz Çakar de ye û weke pirtûk tê amadekirin.

(Beşa Duyem)

 

“Çavên min li gund mabûn, lingên min li çolê û laşê min î neşuştî jî di vê romorka qamyonê de.

Em her yek li zemanekî din û li heman çola tarî bûn. Bêhna min diçikiya û dikira bifetisiyama. Min destê xwe davêt rûyê xwe, lê tu tiştek nediket ber destê min – destê min di valahiyê de li netiştekî digeriya.

Niha li ser sêla zemên suwar bûme û nizanim diçim ku derê. Çi ji min û me ma li pey me û me ji emre xwe çi hilgirt, nizanim. Hîn çavên min li meydana gund in; dikim nakim çavên min bi min re nayên.”(Ev Rê Naçe Bihuştê/Rûpel: 20-21)

Kesê go fêrî firrînê bibe ew ê bibîne go rûyê ‘erdê tiştekî sivik e (Zerdeşt). Şemsîxana go ji mêj ve difirre, qalikê zexim û giran ê bedena xwe derizandiye, di derzan re derbasî sivikahiya nebûna xwe bûye û gihîştîye bêhikumîya xwe. Bedena wê di sivikahiya nebûna xwe de dirreqise û ruhê wê bûye pinpinîk; giraniya bedena xwe ‘hewaleyî nebûnê kiriye û ‘erdkêşiyê jî bi gotineke nenivîsî hêza xwe’y vekêşanê betal kiriye – yan jî hatiye betalkirin. Lema jî, Şemsîxanê piştî di nava xwe de dibe pinpinîk û bi firrê dikeve, ji jor de li ‘erdê dinêre û ferq dike go ‘erdê jî bi wê re giraniya xwe wendakiriye û veguhêziye giraniyeke di sivikahiya xwe de. Dêmeg em îja karin bêjin, Giranî bi saya sivikahiya xwe û di sivikahiya xwe de heyî bûye; loma jî ji sivikahiya xwe siviktir e.  Jêbira Şemsîxanê, gotina nenivîsî jê biriye û rûyê heqîqeta tune di tazîbûna xwe de ditesile. Lema heta bi kitekitên biçûk jî nema di valahiyê de tên veşartin êdî – lewra hebûn di nebûna xwe de hatiye zeftkirin: Bedena Şemsîxanê bûye bedena reqsvanekê (Alain Badiou-Mallarmé) û ruhê wê bûye pinpinîk (Nietzsche-Zerdeşt).  Bi qinyeta Badiu: Nietzsche, Di nava reqsê (dans) û Şanoyê de pîvaneke hevpar dibîne, go tekabulî tîrbûna hunerî dike. Helbet Badiu li dij vê yekê derdikeve û wê weke xeletîya Nietzsche destnîşan dike. Li gor wî, Mallarmé jî dahk dike go Şano hunereke rajor e, bes di vir de di dewsa reqsê de valahiyekê dihêle û nabêje, şano hunereke ji hunera reqsê bilindtir e. Lewma jî Badiu ji bo vê valahîyê tijî bike, dibêje, “Reqs ne hunerek e, bes şanî me dide go gewde bi kêrî hunerê tê.” Şemsîxanê jî hevbeşî û dijberiya Şemsîxankî li van hevbeşî û dijberiyên qalkirî zêde dike û çîrokên negotî yên dij-şanoyî û nav-reqsvanî bexşî me dike.

Ji bo hunera ebedî serbest bê berdan, gewde di dema kurd de dibe hêsîr.

Ma gewde heye gelo?

Heke bûnewerî rastîyeke qet’hî be, gewde hêsîr e helbet. Lê îja berevajî vê yekê rast be?

Ma rastî heye gelo?

Di “Ev Rê Naçe Bihuştê” de celeb bi celeb qilafetên siyê di valahiyê de li hev digobilin, sî diqelêşe, valahî di xwe de dicive, biçûk dibe, dibe fîgurek û ji qelşê dinizile der (yan jî hundir). Lema hewce ye go em ji qelşê re bêjin, Şevereş – helbet ev şevereş, yekemîn bexşkirina bûneweriyê ya bi kok û asas e, yan jî navê herî payebilind ê bûneweriyê bi xwe ye. (S.Beckett) Naxwe ji ber go bûnewerî fîgurekî razber an jî navekî sînorker e, em dikarin bûneweriyê, di nebûna wê de weke tiştekî heyî qebûl bikin. Berevajî vê yekê, heke em valahiyê, tariyê û hîçbûnê ji holê rakin, em ê li baweriya gelemper biqesidin, guhê me wê ji gotinên ne fêrbûyî re bê girtin, em ê bi ser xwe de bên kilîtkirin û dengekî nebinavkirî wê nema karibe were me bibîne û ji me re bêje, “Mevcûdiyet, berdevkiya berdevkiyê ye – lewma texlîteke qelp e.”

Yildiz Çakar, her tiştî nabêje/kêm dibêje. Gotin çavên hiş in; yekûna tiştan şanî me nadin/kêm tiştan û tiştên kêm şanî me didin. Yanê ez dikarim bêjim, her gotin ji bo em jê yeqîn nekin tên gotin û her tiştek ji bo em pê bawer nebin tên şanîdan. Lewra tişt û bûyer bi fikrê û di nava fikrê de heyî dibin (A.Badiu). Naxwe di bênavendiya “Ev Rê Naçe Bihuştê” de tiştê go ji bêçaretî em karibin jê re bêjin navend, Hiş e. Helbet berevajî vê yekê jî dibe go xwedîyê wesfekî bêpayan be. Lewra Beckett jî ewil vê yekê (ramana li jor behsbûyî) weke ramaneke bi kok û asas destnîşan dike û hema di dûv re poşman dibe, nêrînên xwe yên derbarê vê mijarê de bi awayê ewlehiyeke qet pê neewle pûç dike (ev jî yek ji hewldanên wî yên radîqal e go di metnê de dike) û weke ramaneke bi kok û zeximtir radigihîne, “Gerek ewil ‘erd û gewde hebin, paşê jî weke tiştê sêyemîn, hiş (serî) hebe.”  Helbet her çiqas ev raman nola zanîn û ramaneke teqez bê hesibandin jî, gelek deriyên din li ber meriv vekirî dihêle, go meriv dagere û vê ramanê bi ramaneke neewletir pûç bike. Lewra ne Beckett derbarê hebûna teqez a bûneweriyê de dikare min û me qani’h bike, ne qerekterên Yildiz Çakar û ne ez. J’ber go mijara me roman e, naxwe rêya herî rast wendabûna di şevreşê de ye. Lema di gerdûna “Ev Rê Naçe Bihuştê” de, kirde tim di nava mija tarî de ne; ji ber vê jî çavên wan î vekirî tiştekî teqez şanî me nadin, gotinên wan çîroka olanê ji me re dibêjin û dengên wan î nebinavkirî miqîm rê li ber me şaş dikin. Ji vir û şûn de jiberkirinên me ji bîra me diçin, fêrbûnên me berê xwe didin qîyametê, me diterikînin û em bê pisûla û bê rêber dimînin di şevreşa gerdûna “Ev Rê Naçe Bihuştê” de – lewma hundirê serê me bûye cîgehê kombînasyona tiştan, bûyeran û dîmenan.

 

Dikarî Biecibînî