Berxwedana rûmetê dewam dike

Li Strasbourgê, li vî bajarî ku 14 dilên wêrek bedena xwe kirine berendamên gorîgeha azadiyê, her kêliya çavên mirov bi wan berxwedêran dikeve, demildest ev pirs di hişê mirovî de çirûskê dipekîne. ‘Ev mirovên hinde wêrek, hinde leheng, hinde fedekar û hinde serketî ji ku ji kîjan kan û jêderkê avê vedixwin?

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Yeko Ardil têkildarî berxwedana grevên birçîbûnê ya Strasbourgê çavdêriyên xwe nivîsand û tevahiya nivîsa Ardil wiha ye;

“Ji Strasbourgê bi rê ketime, vedigerim Berlînê. Bi qasî sê hefteyan li wir mam, li wî bajarê ku êdî cihê xwe di nav dilê her welathezekî kurd de ava kiriye û ji gelek bajarên Kurdistanê jî pirtir di nav lîteratûra Kurdan de cih digire, sê hefteyên tije êş û dilşadî jiyam.

Strasbourg bi taybetî piştî dîlketina serokê şoreşa kurd, Abdullah Ocalan veguherî cihekî girîng di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de. Salê herî kêm sê caran kurd bi awayekî girseyî li vî bajarî kom dibin, bi daxwaza pêkanîna mafên mirovan a ji bo kurdan û herî zêde jî ji bo mafên binpêkirî yên serokê kurd, çalakiyan li dar dixin.

Gelên li Strasbourgê kurdan nas dikin, kurd jî Strasbourgê êdî hema bêje bi qasî bajarekî welêt dizanin û nas dikin.

Li Strasbourgê, li vî bajarî ku 14 dilên wêrek bedena xwe kirine berendamên gorîgeha azadiyê, her kêliya çavên mirov bi wan berxwedêran dikeve, demildest ev pirs di hişê mirovî de çirûskê dipekîne.

‘Ev mirovên hinde wêrek, hinde leheng, hinde fedekar û hinde serketî ji ku ji kîjan kan û jêderkê avê vedixwin? Bingeha wan digihîje ku derê? Gelo ev bi tenê bi destpêka şoreşa kurd a dawî ya li bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye? Yan jî ruh û damarên kevnartir û dirêjtir hêza xwe didin bin wê raperînê û bilind dikin?

Ma ne, ew jin û mêr, ew kal û pîr, ew zarok û mezin bûn ku li ber cendirmeyekî kezebkêvroşk ji dest û lingan diketin, û sed caran gazî, lava û hawara xwe digihandine yezdanan.

Lê êdî rewş guheriye, êdî ne cendirme, ne polîs û ne jî hezar bavê dewletên dagirker nekarin tirsê têxine dilê wan jin û mêran. Ew mêrên pirtûka mêranî û gernasiyê ji nû ve nivîsandîn û ew jinên bûyîne rêberên têkoşîna azadiya gelê xwe, niha di nav mercên gelek dijwar, çetin û sotîner de li ber xwe didin.

Di roja 88´an a berxwedanê de mixabin destê me ji hev bû. Ya rastî xebata wê derê her çiqas di xizmeta wan de jî be, pirr dijwar bû. Li cihê ku 14 mirovên wêrek, leheng û pêşeng bi şev bi roj di nav mercên dijwar de, di nav êş û janên giran de têdikoşin û bêyî ku kêliyekê jî ji doza xwe, ji rêbaza têkoşîna xwe, ji pîroziya armanca xwe têkevine gumanê, li ber xwe didin, mayîn ne hêsan e, dilê mirov gelek mijaran ranagire.

Di wê rewşê de xwarin, vexwarin heta nefes standin jî li mirov vediguhere îşkenceyê. Gelek caran ew bi xwe dibêjin; gelo we tiştek xwariye, xwe birçî nehêlin! Û ew gotin jî li mirov dibe wek bar û piştî, vediguhere çiyayan. Ew kesên ku sê meh in birçî ne, hîna jî fikara hevalên din dikin, xema wan dixwin.

Şûnwarê 14 berxwedêran ji mêj ve veguheriye perestgehekê, vêna bê mubalexekirin dibêjim. Ji her çar aliyên Ewropayê, kurdên ji her beşê û dostên wan ref bi ref tên û serdana çalakgeran dikin. Dîsa ji her ol û baweriyê ku di nav de êzidî, elewî, misilman, bêdîn û wekî din jî hene, nûner û girse hatin beşdar bûn. Ji siyasetên cihê yên kurdistanî û hevpeymanên wan jî beşdariyeke xurt pêkhat. Her wisa lijneya KNK´ê ya ji partî û komên başûr, bakur, rojava û rojhelatê welêt jî berxwedêr ji bîr nekirin.

Bi taybetî heftêya dawî, gelek şande û kesayetên polîtîk û insanî yên fransî, swêdî, îtalî û alman jî li wargeha berxwedanê bûn. Li saziyên li Strasbourgê yên wekî CPT, Konseya Ewropayê û Parlamena Ewropayê jî bi dengê berxwedana kurdan olan dida. Biryara rawestandina pêvajoya endametiya dewleta tirk a dagairker a ji aliyê PE´yê ve jî girîng bû. Her çiqas dîplomat û siyasetvanên kurd bendewariyeke mezin nepên jî, biryarê bandoreke giran li ser dîktator û faşîstên tirk kir. Ji daxuyanî û êrişên wan jî mirov dikare bi hêsanî têbigihije.

Babeta perestgehê yan jî ku weke mabedeke li cihê berxwedanê hatiye jî mirov dikare wiha palpişt bike; em bûn şahidê gelek serdanan ku yên dihatin dixwestin kêliyekê jî be destê wan bigirin, maçî bikin, xwe nêzî wan bikin. Ji ber hişyariya bijîşkî gelek caran ew ne pêkan bû, lê wan vêca sermilên berxwedêran radimûsa.

Berxwedêran qebûl nedikir û hişyar dikir, lê girseya dihat serdanê, ew mirov wek kesayetên pîroz û xas didîtin. Helbet, hind ji wan bi fikara ku belkî carekî din hevdu nebînin jî wisa hestiyarî nîşan didan. Lê pirraniya gel baş dizanîbû û dizane ku ew berxwedana Leyla Guven dayî destpêkirin û niha hejmar gihiştiye hezaran, ne hêsan e. Ne kar û barê her kesî ye, her kes jî nikare ji binî rabe. Heger mirov nikaribe weke wan bimeşe, çêtir e mirov soza layîqbûna hevaltî û hevrêtiya wan bide.”

Dikarî Biecibînî