Newroz serkeftin e

Zekî Erden

Newroz hê arek gewez e li vê xakê û li vî welatî, agirê Newrozê her vêketî ma li şûna waran.

Jîn û jiyana bi agir e ev dema dîrokî, agirê hebûn û nûbûnê ye, agirê jiyana azad a birûmet e Newroz û bihara me. Newroz e ya ku vedijîne bihar, jîn û jiyana me, xewn û xeyal û armancên me.

Adar meha biharê ya destpêkê ye ku nûbûnê diafirîne li xwezaya xwe û ruh dide canê me. Adar e, Newroz e, û bihar e yên ku ji nû ve dixemilînin berxwedan, têkoşîn û serhildanên me.

Tîrêja rojê, agrê daran, şewqa adara ne pêşengên vê daw û dozê. Bîhna nêrgizê, binevş û beybûnê, şînokên çiyê ne şên û xweş dikin civak û xwezaya me.

Tûmên kerengan serî hildidin ji hawir-dor, derengmayînên wan nexweş in li biharê. Berfîn radibe dîlanê, pivok lîlîn digihîne erş û ezmanê şîn û şahiyê.

Kulîlkên biharî yên nû gihayî, bi hilm û bi bîhn yên reng vedayî, ewên kesk û sor û zer, pel bi pel stewiyayî, çong venadin li ber tu qîvarî.

Çîrok û wêjeya berxwedan, serhildan, têkoşîn û lehengiyê ye Newroza Medî! Kurd kurdewar ma, ax jî Medya! Welat çar perçe bin jî ruh li ber ma! Mem zîndankirî be jî, Zîn li bendê ma! Gelek Dehaq çûn û Kawa her man!

Kawayê Hesinkar (heddat) rabû li dijî zordariya zalim Dehaq. Dehaq vedixwar û dimêt xwîna xort û ciwanên can. Kawayê heddat serî hilda û bi serket. Ew roj bû Newroz (nûroj), ew roj bû pîroz, ew roj bû ronahî, ew roj bû roj û bihara bindestan. Wê rojê agir geş bû û li çaralî xweşbû.

Ji wê rojê heta niha kurd bê agir, agir bê kurd nema, kurd bê Newroz, Newroz bê kurd nema. Carnan Bekoyan vekuşt agirê Newrozê û carnan jî dijminan vemirand agirê vê rojê. Lê Kurdan dest ji agir, agir jî dest ji kurdan berneda û şewqa agirê kurdan Newrozîbû, ronî dikir dem û dewran.

Newroz berxwedan e. Vê carê agirê wê li destê Mazlûm Dogan e. Şert û merc giran e, cûntaya faşîst bi navê Kenan Evren e. Îxanet û teslîmiyet li ser wan ferz anîne. Li dijî vê yekê şer kirine, şer girane; şerê vîn û jiyana rûmet a mirova ne. Rûmeta mirovahiyê li ber xwe da bi rengê kurd û PKK’ê. “Berxwedan jiyan bû,” heke na teslimîyetê gav bi gav mirov dibirin îxanetê. Gotina “berxwedan jiyan e,” pêk hat û serkeftin gelekî li wan hat. Evê Şewq û roniya xwe da welat.

Salên 90’î ne, Newroz ala û agirê dilê kurdan e. Nûbûn û xwenûkirina kurd û Kurdistan e. Cizîr û Nisêbîn serhildan e. Amed, Hezex û Kerboran e. Serhad, Botan û Xerzan dest dane destên hev. jin, mêr ciwan, pîr û kal, tevî zar û zêça ne.

Dem dema jina kurd e, pêşeng û serbilind e, jinxas û têkoşer e. Zekiye û Rehşan, canê ciwan bi agirê Newrozê sojan. Ronahî û Bêrîvan li derveyî welat, wan jî xwe bi agirê Newrozê lefand. Jinên kurd bi vîn û baweriya xwe ji nû ve xwe afirand. Ya em behs dikin dîroka ji agir e, ne pesn e û ne jî pesndan e.

Sal 2019, faşîzma Erdogan hê li dar e. Wekî Dehaq heman barbar e. Her roj behsa mirinê dike, ew jî dev bixwîn û zordar e.

Îro li dijî faşîzmê navê berxwedanê Leyla ye, Nasir e, zîndan e, Strasbourg e. Bi bîr û bawerî, bi fikir û raman, xwe amadekirin ji bo rojên giran. Roj bi roj, gav bi gav, kêlî bi kêlî, nefes bi nefes berxwedaneke dîrokî pêşxistin û bi pêşve birin. Bi moral û manewiyateke bilind, bi helwesteke mezin û hêja ev berxwedana dîrokî honandin.

Em Newroza 2019’an bi vê berxwedana dîrokî pêşwazî û piroz dikin. Divê em agirê Newrozê geş û gur bikin, têkoşînê li derdora vê berxwedana dîrokî bilind bikin û serkeftinên mezin misoger bikin.

Kurd û Kurdistan li berbanga azadiyê ye û ev heqîqeta dîrokî li ber tacîdarkirinê ye. Ji bo vê yekê divê em kurd û civakên Kurdistanê bi ruh û germahiya agirê Newrozê li qadan bin, li serhildanan bin û li ser piyan bin. Divê em bi ruhê berxwedan û têkoşîna Newrozê vê salê bi serkeftinê tacîdar bikin. Lewre Newroz serkeftin e.

Newroz pîroz be!

Bijî Newroz!

 

Dikarî Biecibînî