Civaknasiya DAIŞ’ê bê pênase ye

Medya Doz

Ev demek e dirêj e em şahidiyê ji bûyera herî girîng a vê sedsalê re dikin. Hovîtiya DAIŞ’ê ku xwîna mirovahî û bi taybet jî jinên cîhanê dirijand, bi pêşengiya jinên kurd li keleha wan a dawî ango li Baxozê hate bidawîkirin. Ev şêrê ku di salên dawîn de dihat meşandin, bi berxwedana heybet a YPJ’ê bi ser ket. Em van rojan, bi saya şerê wan dibînin. Bi têkoşîneke bêhempa, qirêjahiya li ser rûyê erdê hate paqijkirin. Jinên şervan, di çolêkî bê ser û ber de bi rûyekî bi ken û bi coşeke mezin dimeşin. Dema mirov li hêza YPJ’ê dinihêre, wê demê fehm dike bê ka DAIŞ çawa xelas bûye. Di şoreşa Rojava de jinan çawa erka avakar lîstibe, di Pêngava Bagera Cizîrê de jî bi erka pêşengiyê rabûn. Wê rastiyê em îro bi vekirî dibînin. Dema mirov bi wan re tevdigere, mirov vê rastiyê bêhtir ji nêz ve dibîne.

Bi dawîkirina DAIŞ’ê re rojane bi sedan jin hatin rizgarkirin. Ji hestên wan bigire heta mejiyê wan, jiyana her jinekê hatiye tarûmarkirin. Di çoleka wiha tazî de, bi hezaran jinên bi çarşefên reş, ji cîhaneke reş dihatin. Mîna ku tofaneka hişk xwe li dilê mirov bide… Dema tu vî dîmenî temaşe dikî, hinasa te qut dibe. Di nava qefîleya çend roj berê de du jinan bala min kişand. Min jî xwest hinekî ji rewşê fêm bikim û bi vê boneyê min xwe hinek nêzî wan kir. Lingê her du jinan jî nedigirt. Yek jê ji Tacikîstanê bû û nexweşiya şekirê lê peyda bûbû. Hemû diranên wê jî zêr bûn. Digot ku kurê wê li Sûriyeyê ‘şehîd’ bûye. Nedikarî pêwîstiyên xwe bi cih bîne û ji bo vê jî ji şervanên YPJ’ê alîkarî dixwest. Di wê navberê de şervaneka YPJ’ê qêr dike û pirsa; ‘Xaltî tu çima hatî vir?’ jê dike. Ew jî bersiva; ‘Ji me re gotin li dewleta îslamî ya Sûriyeyê jiyaneke rehet heye û em jî hatin.’ Jiyaneke rehet… Dema ku berxwedêrên YPJ’ê jê re dibûn alîkar, min jî bi kîn û nefret li wê jinê dinihêrî û min ji ber xwe ve digot; gelo xwîna çend kesan li ser wan diranên zêr heye… Nayê bîra min bê ka min kengî li jinekê ewqas bi kîn û nefret nihêriye… Ji Tacikîstanê heta vir di bin navê jiyaneke rehet de jiyana hemû mirovan bike dojeh. Gelo di kîjan pirtûka pîroz de ev hatiye nivîsandin? Li hemberî vê jinê tu merhamet di dilê min de çênebû. Ji ketina wê rewşê heta ji lingan ketina wê, her tiştî jê re misteheq dibînim. Xerabiyê ku kiriye ez dibêjim, misteheqe. Li van deveran tu nikarî bê alî bimînî. Demildest dibî alî… Tişta herî balkêş a ku di hest û mejî de dijî, dibe sedem ku tu alîyekî bigirî… Karê te çi dibe bila bibe tu wijdana xwe guhdar dikî. Heqîqet û edaleta di nava dilê te de, rê li ber vê yekê vedike.

Hinek ji dûr ve jineka fasî xuye dike. Ji bo dermankirinê, bi saetan e hem şervanên YPJ’ê û hem jî bijîşk hewl didin vê jinê qanih bikin. Lê belê jinik dermankirinê qebûl nake û navê xwe jî nabêje. Îxtîmalekî mezin e ku endama DAIŞ’ê ye û di şer de roleke mezin lîstiye. Ji xwe lingekî xwe winda kiriye û lingê din jî li ber lareşenbûnê (kangren) ye. Ji bijîşkên Saziya Jiyaneke Baş (Goog Life Club) Jeysn, bi seatan e bi vê jinê re eleqedar dibe. Ji ber ku nekarî jinê qanih bike, ji şervenên YPJ’ê alîkariyê dixwazê.

Şervan di serî de bi ingilîzî û pişt re jî bi erebî axivîn. Jin ji ber ber xwe ve piste pistê dike û dibêje; ‘ji ber hevjînê min bijîşk bû, nehiştin ji Baxozê derkeve. Min jî ji ber ku ji hevjînê xwe destûr nestendiye, bijîşk jî be nahêlim tu mêr destê xwe bi min bikin. Ne helale ku bijîşk destê xwe bide min.’ Li hemberî van gotinan mirov mat dimîne. Ev baweriyeke çawa ewqas kore ku mirovan ji jiyanê bêpar dihêle. Bawerkirine û kuştine, bawerkirine û mirine… Jiyana jinan di nav herdu lêvên zilaman de asê hatiye girtin. Ev trajediyeke pir mezin e. Ji bo vegotina vê rewşê tu hevok nînin ku mirov bibêje. Jeysn çavê xwe diqurmiçîne, nefeseke kûr dikişîne, destê xwe ber hewayî ve radike û dibêje; ‘Ev ji jiyanê hez nakin, ji mirovan hez nakin, ji alîkariyê hez nakin û nakenin.’ Piştre jî bi îşaretan YPJ’iyan nîşan dide û got; ‘you are always smiling – hûn her dikenin.’ Bi van gotinan bijîşk, di rewşên dijberî hev pênase dike. Lê civaknasiya DAIŞ’ê baş nas nake. Ev rastiyên ku dijberî hev in, ji hev veneqetandine. Ne tenê bijîşk, em jî hîn baş nas nakin. Wê demê hîn bêhtir fêm dikim ku civaknasiya DAIŞ’ê baş nehatiye pênasekirin û pêwîst e baş were dahûrandin.

Ev demekî dirêj e ku ez jinên ji lepên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, ji nêz ve û bi baldarî dişopînim. Temamiya hevjîn, kur û zarokên van jinên ji destê DAIŞ’ê hatine xelaskirin, DAIŞ’î ne. Jiyana van jinan li gorî zîhniyeta mêrê desthilatdar, teşe girtiye. Ji ber vê yekê xwedî serpêhatiyekê jî nînin. Mîna bireserekî, jiyana wan bi destê zilam tê bicihkirin. Ger ku ez civaknasiya jiyana ku jin di nava DAIŞ’ê de dijîn bi hevokekî biçûk bînim ziman, dikarim bibêjim; dema ku zilam ji malzarok (rehîm) a pîroz tê dinyayê, malzaroka jinê bi xwîn dike û dema dijî jî dile jinê bi xwîn dike. Jiyana jinekî ya li van deveran hinek jî, ji çîroka xwînîbûyînê ye.

Dema ku mirov rastî û daxwaza DAIŞ’ê ya ku ji bo xwînmêjî, xwînsarî û kuştina mirovan temaşe dike, rast e rast pirsa; ‘Ev kes çawa ji wê malzaroka pîroz hatine dinê?’ tê hişê mirov. Pişt re jî mirov dibêje; her kes dema ku ji dayik dibe bêguneh e lê dema mezin dibe, başbûn û xerabûn wan ji hev cuda dike. Ger mirov wê rastiyê nebîne, xweşikbûn û dirûstbûn dê her tim di mêjiyê te de weke şîşeyekî mezin te bihirhirîne.

Hewsala xwe dişidînim û dixwazim ku tiştê DAIŞ’ê bi serê jinan anî ye, pênase bikim. Lê mixabin tu tiştekî nabînim. Ji wê demografyaya çewt, ji wê civaknasiya bê pênase re tenê hevokekî jî nabînim. Ji bo van jinên bi çarşefa reş û pûşî tu rastiyek an jî pênaseyekî nabînim. Hûn ji kîjan zarokekî pirsa; ‘bavê te li ku ye?’ an jî pirsa; ‘Tu bavê xwe nas dikî?’ bikî, dê bersiva wî/ê; ‘bavê min mirî ye’ bi bibîhizin. Her jinek teqez 3 heta 4 caran zewiciye. Hevjînê her jinekî di şer de miriye û her ku hevjînê wan miriye careke din zewiciye. Di pirtûka wan a şerîetê de wisa dinivîsîne.

Du saniyeyan çavên xwe bigirin û bifikirin; di çoleke tazî de bi hezaran jinên ku hatine tecawizkirin û bi hezaran zarokên bîj bifikirin… Ruh û bedana wan bi awayeke hovane di nava pencên zilam de hatine tarûmarkirin, bi hezaran jinan bifikirin… Carna mirov li zarokekî  ku li derdora jinekê sekinî dinihêre û mat dimîne! Jin rûs e lê hevjînekê wê ji Ozbekistanê ye. Di heman deme de bavê zarokekê wê ereb, bavê zarokakî çeçen, bavê yekî alman û yê din jî kurd e… Li pêşiya wê jinê zarokekî boz, yek reşik û yek jî sorik e… Ev tiştekî ecêb, sosret û bê teşe ye… Tu dinihêrî ku zarokekî êzidî bi rûsî diaxive, zarokeke din ku ji Kanadayê ye tenê bi zimanê erebî dizane. Tu tiştek li gorî xweza ya xwe nîne, her tişt ecêb û di nava gerînekê  de dipirpite. Di 3 salên dawî de jineka tirk pênc caran zewiciye. Dilê mirov ji wê rewşê dixele. Bi gotin û rêzkirina wê jina tirk ku digot ‘zewcê min’ de, yek ji wan zilaman afgan, yek hindî, yek alman, yek kurd û yek jî tunusî ye. Ev jin di nava 3 salan de çawa zimanê 5 zilaman hîn bûye. Wan çawa fêm dike? Ango di kudera vê têkiliyê de fehmkirinek heye gelo? Ev rewşa ku min li jor anî ziman, civaknasiyeke wisaye ku mirov nikare pênase bike. Ji ber ku li gel wan evîn nîne, nirxê laş nîne, paqijiya giyanê nîne, hilbijartineke seksuel a bi heysiyet nîne… Rûmet di bin lingan de ye. Trajediyeke pir bi êş heye! Heta ku bibêjî ji hezkirinê dûr in. Qirêjbûneke cinselî heye. Bi amûra olperestiyê ku ji wateyê dûrketin heye…

Dilê mirov ji bo van jinan pir disoje. Aqil û laşê wan ji hêla zilamê zalim ve hatiye pelçiqandin. Tiştekî ku bibêjin; ‘Xwebûna min ev e’, nemaye. Ji xwebûnê zêdetir, bûne amûra zilam.

Hûn dikarin li vê artêşa çarçefreşa û jinên jinebî mêzekin û bi sedan dahûrandinên kûr bikin. Wehşeta DAIŞ’ê tenê ev ax dorpêç nekiriye. Kîmyaya hemû civak û jinan jî xerab kiriye. Tenê êrîşî dîrok û çanda gelan nekiriye. Di nava gelan de parçebûn avakiriye û kirine amûra şer. Ji jina ruhê bê civak daye avakirin. Terora DAIŞ’ê hişmendiyeke pûç jî ava kiriye û kiriye amûra xwe.

Bi qirkirina jinên bê giyan re, bi hostatî civak di bin êrîşan re derbas kirine. Weke ku min li jorê ji anî ziman, rastiya DAIŞ’ê bi pênase û dahûrandineke civaknasiyê heye. Bawerim ji bo hinek pênase û dahûrandinan pêdivî bi demê heye. Tenê tişta ji me tê xwestin ew e ku em tiştên li ser vê axê hatine jiyîn bînin ziman. Em niha tenê dikarin hinek rastiyan bînin beranberî hev û qiyasa wan rastiyan bikin… Mîna qiyaskirina kesên dikenin û yên nakenin… Mîna kesên ku azad di axivin û yên qet na axivin… Weke kesên ku hez dikin û kesên nizanin hez bikin… Em niha neçarin ku tenê bi qiyas û şibandinan li mijarê binihêrin. Tenê tişta ku niha di vî şerî de mirov keyfxweş dike, serkeftina kesên bi rûkenin… Lê jinan di vî şerî de bi wêrekî şer kir û bi serkeftinê karin ku tarîtiyê ronî bikin. Bendewariyê min ew e ku ev jinên têkoşer ku DAIŞ hilweşandin, dê di avakirina exlaqê civakê û di meşandina polîtîkayeke rast de jî bibin xwedî erkên mezin. Ez dibêjim dibe ku şervan ji me baştir wê rastiyê bixwînin û binirxînin.

Ez di wê baweriyê de me ku şervanên azadiyê bi fikreke serbixwe, bi nêrineke nû ya jineolojiyê re dê bikarin civaknasiyeke xurt pênase bikin. Mirov li dijî çi têbikoşe, herî zêde wê dikare pênase bike. Di encamê de yê li dijî xwe tu çiqas nas bikî, ew qas jî xwe nas dikî.

Jinên ku ruhê wan tarî maye, ji bo ruhê wan ronî bibe, pêdivî bi demê heye. Girêka kor ku hatiye girêdan, bi azadkirina jinê ez bawerim kelî bi kelî dê bê vekirin.

Di vê cîhanê de bi qasî bawerkirina hemû tiştên pîroz, ez bawerim ku azadî dê bi destê jinên şervan û şoreşger bê hûnandin…

Dikarî Biecibînî