Di Ev Rê Naçe Bihuştê De Hin Xalên Cihêreng

Bawer Rûken

Dualîst; romana Çakarê me dajo nava pêlên dualîst. Dema Çakar kevirên vê rêyê bi hostetî li ber me datîne guman tune ye nahelê em bi hêsanî têbijihên. Xelek bi xelek li ber me berfireh dibe rê. Jê wê de êdî ne xelekeke piçûk e, êdî deryayek e ku kûrbûn, firehbûn û tê de xwewindakirin dibe tehma edebî. Dualîstiya di romanê de ne tenê di asta şerê di navbera ronahî û tarîbûnê de ye. Ruhê romanê ( di avakirina hîmên bingehên ên romanê de) li ser vê dualîstiyê bilind dibe. Serpêhatiya karaktera Şemsêxan, rêwîtiya wê, liberxwedana wê ya li hemberî tarîbûnê… Tevî ku car caran ronahî hewl dide tarîbûnê biqelîşe û hêviyan geş bike jî, piranî li ber qedera mirovahiyê ya ku bi hewldanên serneketî dagirtiye, tê astengkirin. Lê tu carî çavkaniya ku mirov her timî zindî dihêle ji dest xwe bernade: Hêvî.

Cîhana mê; guman tune ye mêrekî nivîskar jî dikare cîhaneke jinane (mê) ava bike. Ji hêla gelek nivîskarên tên zanîn ve hatiye avakirin jî. Mînak:  Anna Karenîna, Madam Bovary û hwd. Lê li vir ez behsa romanûsiya me dikim. Romanûsiya mînor ango piçûk ango ya ku tenê di nav çerxeke teng de li derdora xwe dizivire û kesên ne ji xwe red dike. Welhasil di romana me de cîhana mê di ser re ye. Çakar, bi tevliheviya ruhê jinekê, lê di karanîna hunera romanê de ji teşe û kombînasyonên wê hayedar mîna tevnepîreke jêhatî cîhana karakterên xwe bi kûrahî dirêse. Û cîhaneke mê ji me re lê dike. Berevajiyê cîhana nêr me di cîhaneke mê de tevli serpêhatiya karakterên xwe dike.

Îstîfadekirina ji folklora kurdî; Çakar di romana xwe ya berî vê (Gerîneka Guernica) de jî heman rê kêm zêde dabû ber xwe. Xuya ye hebûna folklorê di romanê de girêdaneke organîk di navbera nivîskar û metnê de ava dike. Helbet dema Çakar folklorê bikartîne di maneya klasîk de birûtûtazî li ber me danîne. Peywendiya metna esasî ya ku hevok bi hevok tê avakirin û metna li ber ya ku jê re dibe alîkar qadeke hîn firehtir û azadtir li ber wê vedike. Bi saya folklorê metnekî qewîntir yê ku xerca wê herêmî, lê şêwaza wê gerdûnî tê avakirin.

Bi hev re herikîna zemanan; girêdayî xala jorîn e. Çakar dema çîrok, mesele ango dastanên kurdî di nav romanê de bi cih dike bi carekê de temamiya çîrokê nade me. Niqut bi niqut dide. Di vê navberê de çîroka esasî û ya di çîroka folklorîk de bi hev re di eynî zemanan de dide. Hevkêşeyên nav romanê bê xêra vê dînamîzmê zindewar û tehmtir dibe. Di gelek cihên romanê de li vê zehmetiya ku her kes nikare bi hev re bikar bîne de Çakar bikartîne û bi dilxweşî ji me re dibişire.

Wêrekiya karakterên jin, nêrîna sosyolojîk, psîkolojîk ango zanîsteke din li dera hanê. Karakterên jin di romana Çakar de ji karakterên mêr wêrektir in. Wêrekiya karakterên jin siya xwe di nav romanê de bi giranî dide hîskirin. Li hemberî mêran ku tarîbûn û şevreşî bi destê wan tê cîhana romanê, bi wêrekiya jinan em hêviyên xwe ên ji hatina ronahiyê û hilatîna rojê nabirin.         

 

Dikarî Biecibînî