Qeşmerê Qesrê dîsa li kurdan terpilî!

Mem Avba

Qeşmerê Qesrê dîsa li kelemê kurdan terpilî û devrûkî li erdê ket! Lê vê carê ji bo ku li kelemê kurdan terpilî û serê wî ket nav zibil, wê kurd destê xwe dirêj nekin, wî ji nav gemariyê dernexin. Ancax û ancax bibêjin, ‘qenc lê hat, de bicehime!’ Baş e çima? Ez bawer im hûn hemû bersiva vê pirsê dizanin, lê ji bo ku em careke din bînin bîra xwe û ji zarokên ku li qeşmerê qesrê dinêrin û bi hîqehîq dikenin, hembêz bikim…

Bi gotina giştî, hesabê zordar û serdestan hebe, yê gelan, civakan jî heye û ew hesabê zaliman li bazara mazluman nayê firotin; belaş jî bê belavkirin, kes nagire. Ango hesabê têjikê dêlegurê, li Kurdistanê asê ma!

Di dîrokê de her çi hêza xwecihî, yan jî derveyî ya hatî vê xakê, heta piştgirî û pesenda Kurdan negirtibe, li nekariye bi serbilindî û dilrihetî bimîne û bijî; bi rûreşiya xwe di nav gelaşê dîrokê de winda bûne nifir û lanetan! Em zêde dûr neçin, mînaka bav û kalên Qeşmerê Qesrê ku ‘li ser pişta hespê peya nedibûn’ , kalê wî yê Evdilhemîdê pêlîstokê alemê… Ji dîroka kevnar heta ya nûjen, ev bi sedan mînakên xwe hatiye peyîtandin. Herî dawî mînaka vê ya berbiçav li Milazgîrê avabûna Osmaniyan û damezrandina komara tirkan e.

Jixwe ev rastî tê zanîn bi qasî bê zanîn lê nakeve serê vî Qeşmerê Qesrê ku dîsa bi aqilê wî leyîstine û jê re gotine; “Tu dikarî bêyî destûra kurdan li welêt û Rojhilata Navîn hespê xwe li gorî dilê xwe bibezînî!” Lê belê hê çend gavan nemeşiyayî kurdan got “şûşş” û ew veciniqî! Şaşo maşo bû, terpilî û ji hespê serserkî li erdê ket! Heke êdî kerekî jî bibîne lê siwar be, bila maçî bike bide eniya xwe.

Hema bêje ev nîv sedsal e ku qeşmerê qesrê li pey xeyalên bapîrê xwe yê ‘gordojeh’ ketiye. Ango nexweşiya megalomanyak pê girtiye. Hemû dek û dolabên Osmanî, derfetên madî, hovîtî, barbarî, bi kurt û kurmancî ti rêgez, rûmet û exlaqê mirovahiyê nema ku binpê nekirî; lê nekarî kurdên ku ew û kalên wî kirî ‘mirov’ ji pêşiya van ‘xeyalên xwe yên fehş’ rake ku bikare bigihije mirazê xwe. Belê nekarî. Înşallah nekare jî! Kurdên bi ramanê Rêberê xwe yê sedsalê gurçûpêç bûyî, ev armanca wî di gewriya wî de kirin jehra koremar!

Vêca çû çiqas rûreş û dilqirêjên weke xwe, ango hevalbendên xwe yên şerma mirovahiyê dan hev, kom kirin û kirasê ‘xelîfetiyê’ li wan kir û bi navê DAIŞ’ê kiş kirin ser kurdan. Lê dîsa egîd û şêrejinên kurdan di serî de li Kobanê, li deşt û mêrgên Rojava ji ‘toleyên’ wî re got hoşşt! Dîsa çavên wî ziloq bûn û dûvê xwe xist nav çeqên xwe û sekitî!

Piştî vê geşedana mezin a dîrokê, ango şoreşa Rojava ku her diçû stêrka kurd û dostên wan geş dibû, Qeşmerê Qesrê dîsa dîn û har bû, kef li ser devan ket, bi girêza devê xwe yê gemar ve êrîşî hemû nirxên kurdan kir. Ango ji piştê ve li kurdan da. Dema kurdan bi hovitiya wî bi DAÎŞ’ê re şe kir, fersend dît û hemû destkeftiyên kurdan desteser kirin, sazî û rêxistinên wan girtin, pêşeng û hilbijêrên wan girtin bi îşkence û hovîtiyê xistin zindanan û got qey wê gelê kurd bitirsîne; lewre wê li ber wî serî bitewîne, çong deyne û destxê we bilind bike. De werin vê sosreta Qeşmerê Qesrê binêrin, de werin li vê ecêbê temaşe bikin. Bav û kalên vî qeşmerî qet jê re qala kurdan nekiriye gelo ku kurd serî li ber qeşmeran natewînin! Kî, kengê, li kû dîtiye ku kurd li qadê, li eniyê, di sengaran de şikestiye, têk çûye û radest bûye. Na! Di dîroka kurdan de dibe ku gelek tişt hebin lê ew nîne heyran. Kurdan bêbextî, xayîntî, qeleştî, ji piştve lêdan, dek û dolab, hîle û konetî dîtine lê ji ti car ji zordariya tu kesî re negotine ser seran û se çavan! Lewre ji qeşmerê qesrê re jî negotin. Na-bê-jin-jî… Bila ev jî guharê guhê Qeşmerê Qesrê be!

Di hilbijartinên xwecihî de kurd, pir bi aqilî tevgeriyan û dersekî baş dan Qeşmerê Qesrê ku feleka wî şaş bû. Kurdan bi yek hevokê got, ‘madem tu dest dirêjî destkeftiyên me dikî, êrîşî hebûna me dikî, tu dê bibînî ka çi bê serê te!’ Ango Qeşmerê Qesrê ‘hem ji mizgeftê bû hem jî dêrê bû’; bi gotineke din, çû diziya nefela alemê, heta destvala hat, ji gihayê kadînê jî bûye! Çi kir û û nekir, ne bi zilm û zorê û hovîtiyê, ne bi xapandin û hilbijartinê nekarî şaredariyên Kurdistanê desteser bike. Lewre bi qeyûmên dagirkeriyê bi zordarî desteser kirin û got qey wê kurd jê re bihêlin. Kurdan jî got ‘maden te çav berdaye bajarên me, jixwe her em yên xwe nadin te; tu dê ji yên Tirkiyeyê jî bibî!’ Kurd xwedî bext û soz in, gotina xwe birin serî:Li tevahiya Tirkiyeyê li Qeşmerê Qesrê û garana wî dan windakirin. Destpêka dawiya wî dan destpêkirin! Dost û neyaran dît ka hêz û qudreta kurdan têrî çi dike, dikarin çi bikin.

Vêca niha Qeşmerê Qesrê li xweliyê digere ku bi serê xwe de bike lê kurd wê jî nadinê; wê xweliyê birijin ser gora wî ya lanetî bi nifirên xwe ve!

Haa, em vê jî bêjin, rojeva sereke ya kurdan ne hilbijartin bûn jî; rojeva sereke ya kurdan berxwedan e ku destê wê li ber guhê serkeftinê ye.

Dikarî Biecibînî