Rojnamegeriya Kurdî 121 salî ye

Rohat Ararat

 

Rojnamegerên kurd ji Rojnameya Kurdistan û vir ve heta niha bi dehan kovar, rojname derxistine, bi dehan radyo, ajans û televîzyonan bûne dengê gelê kurd. Rojnamegerên kurd ji bo rastiyan bigihînin gel heta niha berdêlên pir giran da. Bi dehan rojnameger hatin qetilkirin û zindanîkirin. Lê belê tu carî pênûs û ala wan li erdê nema û 121 salin ev têkoşîna Rojnamegeriya Kurdî didome

Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898’an de li Paytextê Misrê Qahîreyê ji alî kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 sal piştî derketina vê rojnameyê, di 1973’yan de li Başûrê Kurdistanê, di 22’ê Nîsanê de weke Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve ye her sal ev roj tê pîrozkirin.

Rojnameya Kurdistanê li serhev 31 hejmar derket. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxist, lê ji ber zordestiya dewleta osmanî Miqdat Midhet Bedirxan ku ji Qahîreyî sirgûnî Stenbolê hat kirin nema karibû derxista, loma birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Ebdurrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmarên wê derketin (hejmar 1, 1898- hejmar 31’an jî di 14’ê Nîsana 1902) hat weşandin.

Kurdistan li Qahîre, Cenevre, London, Stenbol û çend bajarên din derketiye. Kurd ji bo ku hejmarên Kurdistanê arşîv bikin ketine nav hewldanan. Di destpêkê de di dawiya sedsala borî de Dr. Kemal Fuad dest bi lêgerîn û lêkolînan dike.

Dr. Kemal Fuad, di dawiyê sedsala borî de, lêkolîna xwe derbarê jimareyên Rojnameya Kurdistanê yên windayî de dest pê kir, hejmarên 10, 12, 17 û 18’an dît, wêneyên wan girt û sala 1972`an li Bexdadê çap kir. Dr. Kemal hejmara 18`an li Enqereyê dît, hejmara 17`an jî Mehmûd Zamdar dît, hejmarên 10 û 12`an Prof. Celîlê Celîl di Arşîva Awistiryayê (Nemsayê) de dît û heta niha jî hejmaraa 19`an nehatiye dîtin.

Armanca derxistina Rojnameya Kurdistan

Bi derketina rojnamegeriya kurdî, destpêka qonaxa hişyarbûn û têkoşîna xweavakirina milî ya modern a gelê kurd e. Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî ya modern dest pê kir.

Çend sal piştî derketina rojnama Kurdistan, rêxistina netewî ya pêşîn (Kurdistan Azmî Qewî Cemîyetî-1900) jî ava bû. Ji wê rojê vir ve jiyana têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya gelê  kurd mil bi mil heta îro hat û îro jî her bi awayê neteweparêzîyê berdewam e û dimeşe.

Şopdarên Kurdistanê

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi sedan kovar û rojnameyên kurdan derketine. Di 1913’yan de Rojî Kurd, li Ermenîstanê ji sala 1930’î heta 2003’yan R’ya T’eze, di 1932’yan de Kovara Hawar. Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Roja destpêka weşana kovara Hawarê (15’ê gulanê) îro weke Roja zimanê kurdî tê pîrozkirin. Her wiha di sala 1942’yan de kovara Ronahî li paytexta Sûriye Şamê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hat derxistin. Dîsa di 22’yê sibata 1992’yan de rojnameya Welat weke kevneşopiya rojnamegeriya kurd li Stenbolê li sirgûniyê derket ser diki. Ev rojname jî ligel zextan 115 hejmar derket. Piştî ku rojnameya Welat hat girtin rojnamegeriya kurd bi rojnameya Welatê Me berdewam kir. Welatê Me jî heta sala 1996’an tenê dikarî bû 46 hejmar derbixistana û hat girtin. Di 1996’an de Rojnameya Azadiya Welat ev kevneşopî berdewam kir û heta 2006’an wekî heftana, di 15’ê Tebaxa 2006’an jî wekî rojane weşangeriya xwe berdewam kir. Azadiya welat di 2003’yan de jî ji sirgûniyê hat Amedê. Heta 2006’an Azadiya Welat jî gelek caran hat girtin û di navberê de rojnameyên wekî Rojev, Dengê Welat, Welat û Hawar derket. Azadiya Welat rojnameya herî dirêj a ku rojane weşan kiriye ye. Azadiya Welat jî di 29’ê Cotmeha 2016’an de hat girtin. Piştî girtina Azadiya Welat rojnamegerên kurd bi navê Rojeva Medya di 11’ê mijdara 2016’an de vê carê rojnameya kurdî derxistin. Rojeva Medya jî di 25’ê Tebaxa 2017’an de hat girtin. Bi girtina Rojeva Medya rojnamegerên kurd vê carê careke din bi navê Welat di 26’ê Tebaxa 2017’an de dest bi weşangeriyê kirin. Rojnameya Welat jî bi giştî 216 hejmar derket û di 29’ê adara 2018’an de jiber zextên dewleta tirk a li ser çapxaneyan, tu çapxaneyê nema Rojnameya Welat çapkirin û rojname neçar ma xwe bigire.  Bi girtina rojanameya Welat êdî bi awayekî çapkirî rojnamegeriya li ser kaxizê qediya. Lê belê rojnamegerên kurd li ser înternedê ji 25’ê Gulana 2018’an ve ye rojnameya dijîdal e-rojnameyê derdixin. Niha li bakurê Kurdistanê tekana ku rojnameya bi kurdî weşanê di e-rojname ye.

Ligel van rojname û kovarên ku me navên wan rêz kir bi dehan kovar, ajans, radyo û televîzyon hene ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin. Hertim dewletên kolonyalîst li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirine. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigre heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e. Di serdema osmanî de jî xwînerên rojnameyê bi îşkenceyê re rû bir û diman, îro jî heman zext û îşkence berdewam e.

Gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin, di salên 90’î de li Bakurê Kurdistanê rojnamevanên wekî Musa Anter, Huseyîn Denîz, Hafiz Akdemîr û hîn gelekên din ji alî dewleta tirk ve hatine kuştin. Herî dawî di 26’ê Sibata 2016’an de Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş li Cizîrê hat qetilkirin.

Heta îro jî rojnamevanên kurd nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cîh bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadîya wan tê girtin. Ji alîyê dewletê ve tên zindankirin û tên qetilkirin. Ji ber vê yekê, rojnamegeriya kurdî ji alîyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.

Dikarî Biecibînî