Dayik nefesê didin berxwedêran

Ronahî Baz

Dayik jiyan û wateya jiyanê ye. Dayik hezkirin, parazvan, xwedîkirin û hewandin e.

Kesên ku erîşî dayikê dikin di heman demê de êrîşî jiyana me dikin. Dixwazin di şexsên dayikên me de destdirêjî jiyana me bikin û jiyanê biherimînin. Hebûna me wan aciz dike ku evqas êrîşî jiyanê dikin.

Di hevîrtirşka mirovahiyê de hezkirin û bedewî heye lê bi hovîtiya xwe cîhanê gemarî dikin. Dîroka mirovahiyê gelek caran bûye şahid ku tu tiştek nikare hezkirina jiyanê asteng bike û serkeftin her tim para hezkiriyên jiyanê ketiye. Heta ku hezkirin hebe kesayet û fikrên nexweş mehkûmê têkçûnê ne.

Nemir Kemal Pîr gotibû ‘Em ewqas jiyanê hez dikin ku ji bo jiyanê canê xwe feda dikin’. Tê bîra we dema Leyla Guven jî dest bi berxwedana greva birçîbûnê kir ev hevoka Kemal Pîr dubare kir û got ku ew jî şopdar û rêhevala wan e.

Navekî din ê jiyanê hezkirin û exlaq e û bi van taybetiyan jiyan xweşik dibe û ev jî dayik bi xwe ye. Ji ber ku tehemûlî jiyanê nakin evqas êrîşî dayikan dikin û bi erdê re kaş dikin. Zalim neyarê jiyanê ne û dixwazin tune bikin, jiyanê dorpêç bikin û qadan li dayikan teng bikin. Li aliyekî destên qirêj ên zaliman û li aliyê din jî laçikên spî yên dayikan. Ronahiyê hez nakin û dixwazin her tişt mîna wan tarî bibe û şewqa laçikên dayikên me wan dîn û har dike.

Li cîhanê şerma herî mezin destdirêjî ye û ji ber ku şerm bi wan re nemaye destê xwe dirêjî dayikan dikin. Dayikan jiyan da wan lê îro tehemûlî hebûna dayikan nakin û bûne mexlûqatên nenas. Jixwe mirov li bendê nîne di van mexlûqetan de xûsûsiyetên însanî û exlaq hebe.

Niha tişta girîng û jiyanî ew e ku em ê li dijî vê hovîtiyê çi bikin? Tarîtiyê li ser me ferz dikin. An em ê tarîtiyê bipejirînin û an jî em ê vê çirûska berxwedanê geş û gur bikin. Ger em tarîtiyê qebûl nekin wê demê tenê rêyek li pêşiya me dimîne; berxwedan. Ji ber vê yekê ji bo me li cihê xwe sekinandin û tu tişt nekirin tê wateya mirinê. Her saniyeyek ji emrê berxwedêrên greva birçîbûnê dixwe.

Gelo faşîzm çima evqas êrîşî jin û dayikan dike? Ji ber ku dizanin jin bihêz in û pêşengiyê dikin. Ger îro pêvajoya berxwedana greva birçîbûnê bi pêşengiya jinekê dest pê kiribe ev ne tesaduf e. Niha bêdengiya mirinê serwer e û dayikên me li kolanan bi qêrînên xwe vê bêdengiyê diçirînin. Faşîzm dixwaze li zindanan bi hezaran zarokên kurd bifetisîne û naxwaza kes hawara wan bibihîze. Lê îro dayik li pêşiya girtîgehan diqêrin, bûne dengê zarokên xwe û hewl didin nefesê bidin dîlên azadiyê.

Pêwîst e em nebin temaşevanên têkoşîna dayikan û çi ji destê me tê em bi bikin. Însan hebûneke xwedî wijdan û exlaq e û lazim e em berpirsyariya xwe ya însanî bi cih bînin. Îro ji her demê baştir tê fêmkirin ku berxwedan jiyan e. Ji bo faşîzm têk biçe ji bilî berxwedanê tu rê tune.

Dikarî Biecibînî