Ji destên kujeran xelata azadiyê nayê wergirtin

Mehmet Şahîn

Em li ber têkoşîna te ya azadiyê û sekna te ya bi rûmat a 12’yê gulanê bejna xwe ditewînin û te birêzdarî bi bîr tînin Madîba.

Dewleta tirk li ser hişmendiya Îtîhat Terakî ya nîjadperest ava bûye. Yek netew, yek ziman û yek çandê esas digire. Civakên din yan wê bibin tirk yan jî wê tune bibin. Li gorî hişmendiya wan “tirk efendiyên vî welatî ne yên din jî hemû xizmetkarên wan in”. Bi qirkirinên fizikî û spî teslîm girtin û tunekrina civakan her tim di meriyetê de ye.

Dema ku dengê civakan li dijber siyaseta wan a qirker bilind dibû serî li derbeyan didan. Ji deh salan carek bi derbeyên xwe yên faşîst ên pîvan nenas hemû dînamîkên civakên Tirkiyeyê ên berxwedêr diçewisandin û bi tevî destkeftiyên wan ve ew tasfiye dikirin. Lewre dîroka komara tirk di heman demî de dîroka derbeyan e.

Ji van derbeyan yek jî di 12’ê îlona 1980’an de pêk hat. Weke hemû derbeyên beriya xwe armanca sereke ya vê derbeyê jî çewisandin, teslîmgirtin û tasfiyekirina civaka kurd bû. Di kiryarên xwe yên dijî civaka kurd de tu pîvan, tu exlak, tu hiqûq nasnedikirin. Wehşeta wan a li Kurdistanê li seranserê cîhanê deng veda.

Lê vê carî negihiştibûn armanca xwe. Li gel hemû zext û zordariyan, li gel qirkirinên xwe yên siyasî û fizikî nekarîn berxwedêrên kurd teslîm bigrin. Nekarîn vîna kurdê berxwedêr bişikînin. Zîndanên ku her tim bibûn aşên hêrandina kurdê berxwedêr îcar bibûn kelehên berxwedêran. Pergala Kenan Evren a faşîst bi wehşeta xwe, lêhengên kurd jî bi berxwedana xwe ya zîndanan li cîhanê deng vedidan.

Berxwedana cîwanên kurd armancên derbeya faşîst ên li ser civaka kurd vala derdixist. Rûpoşa faşîzma Kenan Evren dadixist û kiryarên wan ên li Kurdistanê bi cîhanê didan nasîn. Ev cara yekemîn pêk dihat. Lewre derbekar di nava şaşwaziyeke mezin de bûn.

Berxwedana civaka kurd hesabên darbekaran serûbino kiribû. Bendewariya wan a di demek kin de teslîmgirtina civaka kurd vala derketibû. Dirêjbûna pêvajoyê derbekar Kenan Evren û cûnta ya wî ya faşîst dîn û har dikir. Her ku pêvajo dirêj dibû faşîzma wan jî dijwartir dibû. Hed û hesabê qirkirnên wanên siaysî û fizikî tune bû. Kuştin û wêrankirin rewa bû. Bi hezaran gundên kurdan wêran kirin, bi hezaran kurd di bin navê “faîl nediyar” de bi destên çeteyên dewletê qetilkirin, bi hezaran kurd ji eşkencaxaneyên xwe yên bixwîn derbas kirin.

Lê dîsa jî negihiştin armanca xwe. Kurd têk neçûn, teslîm nebûn û li ber wan çong nedanîn. Berxwedana kurd sal bi sal di qada navneteweyî de dihat nasîn û payebilind dibû. Wahşeta cûntaya faşîst jî sal bi sal di qada navneteweyî de teşhîr û tecrîd dibû. Roj bi roj tengasiya derbekaran mezin dibû.

Derbekaran ji bo faşîzma xwe ya li Kurdistanê binixumînin û meşrûtiyeta xwe di qada navneteweyî bidin qebûlkirin di sala 1986’an de biryara belevkirina “Xelata Azadî ya Ataturk” dan. Di sala 1986’an de ya yekemîn dan hevkarê xwe yê şerê dijî kurd sekreterê NATO’yê berê Joseph Luns, di sala 1989’an de dan prensê Japon Takahîto Mîkasa, di sala 1990’de dan Kenan Evren ê derbekar. Di salên paşte dan kesên weke Rauf Denktaş û Haydar Aliyev û hwd. Her çiqasî navê xelatê “Azadî” be jî yên ku digirtin dîktatorên kujerên azadî û demokrasiyê bûn.

Salên 1990’î salên herî dijwar bûn. Berxwedana civaka kurd gihiştibû radeya herî jor. Bi bilindbûna berxwedanê re wahşeta cûntaya derbekar jî gihiştibû radeya herî jor. Di zilm û zordariyên xwe de, di qirkirin û rûxandinên xwe tu pîvan nas nedikirin.

Her ku diçû wehşeta faşîzma wan a li Kurdistanê di qada navneteweyî de teşhîr dibû. Pêdiviya wan bi nixumandina vê faşîzmê hebû. Ji bo nixumandin û meşrûkirina faşîzma xwe hewldan navê Nelson Mandela bi kar bînin. Li ser vê esasê di sala 1992’yan de dewleta tirk biryar da ku “Xelata Azadiya Ataturk” a ku dabû dîktator û derbekaran bide Nelson Mandela.

Mandela, Serokê Konseya Neteweyî ya Afrîkayê bû. Destilatdariya civakek a ser civakeke din red dikir. Ji bo wî wekhevî û azadî esas bû. Temenê xwe û jiyana xwe bexşî têkoşîna azadiya reşikên başûrê Afrîkayê kiribû. Şervanê azadiyê bû. Di oxira azadiyê de 27 salên xwe di zîndanê de derbas kiribû. Piştî 27 salan di sala 1990’î de ji zîndanê derketibû. Bi berxwedana xwe ya bêtawîz desthilatdariya Apartheîd a nîjadperest têk biribû û azadiya reşikan pêkanîbû. Piştî sê salan li Afrîkaya Başûr bibû serokdewletê reşik ê yekemîn.

Mandela, bi berxwedêrî û şervaniya xwe ya di rêya azadiyê de dihat nasîn. Di cîhanê de kesek bi navûdeng, bi qedr û qîmet û sembolê azadiyê bû. Gelek xelatên payebilind yên weke Xelata Azadî ya Lenîn, Xelata Sîmon Bolîvar û Xelata Azadî ya Nobelê jî di nav de ji 250 zêdetir xelat wergirtibû.

Piştî ku dewleta tirk biryara xwe ya “Xelata Azadî ya Ataturk” wê bidin Nelson Mandela bi raya gîştî ya cîhanê re parve kir di 12’ê gulana 1992’yan de Konseya Netewa Afrîkayê ser navê Mandela daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha dihat gotin; “Mandela hemû jiyana xwe bexşî azadî û demokrasiyê kiriye. Ji ber zext û zordariyên dewleta tirk a li ser civaka kurd Xelata Azadî ya Ataturk red dike”

Dewleta Tirk ne li benda biryareke wiha bû. Cara yekemîn “Xelata Azadiya Ataturk” dihat red kirin. Lewre redkirina xelatê dewleta tirk şaşwazî kiribû. Dewleta tirk xwestibû Mandela weke amûrê nixumandina faşîzma xwe bikar bîne. Lê Mandela xwe nekir amûr û bi helwesta xwe ya bi rûmet faşîzma wan daha zêdetir teşhîr kiribû. Mandela bi vaya jî bes nekiribû. Di axaftineke xwe de bi hevoka xwe ya “ji bo ku hûn zilma dewleta tirk fêm bikin tenê rojek bibin kurd bes e” bala cîhanê kişandibû ser faşîzma dewleta tirk.

Bêguman ev bû sedema bertekên dewleta tirk û derûdorên nîjadperest. Mandela yê ku di cîhanê weke lêhengê azadiyê û demokrasiyê dihat nasîn li Tirikyeyê bû “reşikê pîs” û bi hezaran heqaretên bêpîvan re rûbirû ma.

Di 12’ê gulana 1992 de ji hêla Mandela ve redkirina “Xelata Azadiya Ataturk” gelek derseke girîng e. Mandela nîşan da ku tenê azadîxwazê xwe û neteweya xwe nîne. Parazvanê azadiya hemû civakan e. Û dîsa nîşan da kû bi dayina xelatên azadiyê dewlet nabin azad û nabin demokrat.

Evîna te ya azadiyê û peyama te ya 12’ê gulanê wê her tim di bîra me de be.

Dikarî Biecibînî