15’ê Gulanê çima Cejna Zimanê Kurdî ye?

Yaşar Eroglu

Gelek kul û birînên kurdan hene. Yek jî ew kul û birîn e ku di seranserê dîrokê de ziman vekiriye. Di dîrokê de, kurdî awayekî berfireh bi nivîskî na bi devkî xwe parastiye ku çiqas parastibe. Ji ber vê yeke ye ku bi hemû zaravayên xwe, zimanê kurdî qabiliyeta zimanê razber (ku bi tirkî dibêjin soyutlama yeteneği) nîşan neda û negihişt hêza zimanê razber. Zaravayê soranî jê derxin (lê ew jî hê negihîştiye asteke bilind) rastiya zimanê kurdî îro ev e.

Ger zimanê kurdî bibe zimanekî xwedî qabîliyeta razber wê çi bibe? Ger zimanê kurdî seranser bigihêje qabîliyeta zimanê razber rêya vê rastiyê vedibe ku kurdî hêsantir û bê pirsgirêk dê bikeve rêya zimanê zanistê,telekomunîkasyonê, ragihandinê, perwerdeyê, meteorolojiyê, fezayê, burokrasiyê û gelek hêmanên bi vî rengî. Helbet em nakevine kûraya sedemên vê kêmasiya zimanê kurdî. Ew gelek caran hatiye nîqaşkirin û hê jî mijara nîqaşê ye.

Bi van pêşparagrafan, mebesta min ev e ku ez mijara xwe baştir diyar bikim û baştir bidim fêmkiririn. 15’ê Gulanê çima Roja Cejna Zimanê Kurdî ye, bersiva vê pirsê di nav van hevokan de veşartî ye. Ev roj destpêka kovara Hawarê ye. Yanî weşandina Hawarê ewqas dîrokî ye. Hawar ne tenê kovarek e, di heman demê de vejîna zimanê kurdî ye jî. Di platforma Hawarê de ronakbîrên kurd ber hev bûne û û bûye platforma rêxistînîbûna çand û zimanê kurdî. Bi Hawarê re stûna herî bingehîn ji bo zimanê kurdî hatiye danîn.

Heta vê serdemê zimanê kurdî hêmanekî şenber (somut) dihate ramandin. Tu sembolên ziman tune bûn. Rêya vegotina ziman tenê jiyan bû. Mirovan didît û dibihîst û bê sembol radigihand hem serdema xwe hem nifşên pey xwe tên. Pê re çiqas mayînde bûya ewqas dima. Gelo çiqas daneheva devkî çû ber bayê, çiqas ma û hate îro em nizanin. Destpêka hêza razberiya ziman alfabe ye. Alfabe sembolkirina dengan e. Yanî alfabe bêjinga zanistê re derbas dibe û pêk tê. Karekî mezin e ku bi piranî neteweyan ev mijar gelek serdemên pêşde çareser kirine. Helbet alfabeya erebî ne berfireh be jî bo zimanê kurdî dihate bikaranîn. Lê belê ev rastî heye û hê jî tê nîqaşkirin ku alfabeya erebî mîna alfabeya latînî ne pêştebir e. Hawar di serî de bûye platforma pêkanîna alfabeya kurdî-latînî. Yanî gaveke dîrokî ber bi qabîliyeta razberbûna zimanê kurdî avêtiye. Gava duyemîn a dîrokî jî bikaranîna ziman a bi rêya Hawarê ye. Bi Hawarê rîşî û nexşên zimanê kurdî yek bi yek geş bûne, di quncikên xwe de serî dane û ketine rêwîtiya zimanê geş û mêjiyekî ku hêza razberiyê bikaribe pêk bîne. A divê bênderê de Celadet Bedîrxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn û bi dehan nav ji quncikên xwe derketine, bûne pêşengên vê ekolê. Îro em fêkiyên vê bênderê û vî baxçeyî dixwin. Ji vê bîra Hawarê vekiriye avê vedixwin. Çendîn pirtûk, kovar, rojname, televîzyon çêbûne. Hawar bi rastî hatiye hawara zimanê kurdî.

Hawar destpêka hêza razberkirina zimanê kurdî ye. Celadet Bedîrxan silav û xelateke mezintiyê heq dike ji ber ku danerê alfabeye û Hawarê ew bi xwe ye. Wî bi pîvanê zimannasiyê xebatên xwe birine serî. Ew bi xwe zimannas e. Yanî zanista ser ziman pêk aniye û zimanê kurdî bi rêbazên gerdûnî yên zimannasiyê analîz kiriye. Her tiştê bo zimanê kurdî kiriye, destarê zimannasiyê lê gerandiye. Li ser devokê her herêman rawestiyaye, lêkolîn kiriye, taybetiyên ziman dîtine û lê hûr bûye.

Îro hinek derdikevin kumê zimannasiyê didine serê xwe, dibêjin Celalet Bedîrxan kêm daniye, em ê hîn hêmanên alfabaya wî, hîn rêyên wî biguherînin. Zimannasî bi kumdanîna serî nabe. Ger wêrekiya vê yekê dikin divê mîna wî hîmê gotinên xwe xurt deynin. Ger ev nebe ancax dikarin bibin pêkenok, ne zimannas. Divê rûmetê jî danêr re nîşan bidin, ev zevî nîne ku her kes tovê xwe yê zibil lê biçîne.

Salên ku Celadet Bedîrxan li ser alfabeya latînî disekinî, dewleta tirk jî di vê rêyê de bû. Celadet Bedîrxan bi metodolojiya zimannasiyê alfabe û rêzimana kurdî li dar dixist. M.Kemal jî dema ser navê tirkan tevgeriya bê lêkolîn, tenê bi gotina xwe di navbera çend rojan de biryar da. Gotina wî ev bû, ‘em ê bi alfabeye bigihîjine şaristaniya muasir.’ Xema wî, li ziman tê nayê nebû. Heta kelepora nivîskî ya şeşsed salî ya dewleta osmanî mîna Girêka Gordiyon a Îskender jê kir, avêt. Niha komeke ku kumê zimannasan danîne serê xwe derketiye bi teşeyê M. Kemal tenê bi biryar, bê lêkolîn û metodê zanistî, dibêjin, Celadet Bedîrxan baş negotiye, em ê çend hêmanên alfabe û rastnivîsa wî biguherînin. Baş e, biguherînin. Gotinên wî ne ayet in. Lê divê hûn jî biqasî wî metodolojîk û layîqî zimannasiyê tevbigerin. Dibêjin, gava ‘î’dikeve pişt ‘y’yê teqez weke ‘i’yê nayê xwendin. Ev deng teqez weke ‘î’yê derdikeve. Gelek herêm ‘di…de’ yê weke ‘di…da’ bi kar tînin. Celadet Bedîrxan li gorî herêma Botanê tevgeriyaye. Wisa nabe, divê qaydê ‘di…da’ bê bikaranîn. Hin noxteyên bi vî rengî guherandine ser yên mantiqê xwe. Ez tenê bi mînakekê gotinên wan çawa pûç in nîşan bidim. Em qebûl bikin ku gotinên wan rast in. Alfabeya tirkî nêzî sed salan e tê bikaranîn. Tirk gava, ‘değirmen’, ‘yiğit’, dinivîsin çawa dixwînin? Gava ‘yêdî’, ‘yêmenî’dibêjin çawa dinivîsin? Her kes baş dizane ku çawa dinivîsin wisa naxwînin, çawa dibêjin wisa nanivîsin. Ger rast, ger xirab tirkan alfabeyek qebûl kiriye, êdî hîn bûne ku gava ‘ğ’yê dibînin weke ‘y’yê dixwînin, ‘ê’yê dibêjin weke ‘e’yê dinivîsin. Her wiha alfabeyên diftong û trîtongan bi kar tînin jî wisa hîn bûne. Bi bikaranînê re çima rastnivîsa kurdî jî wisa rûnenê, qanûneke wisa heye?

Madem di gotinên xwe de ji dil in, gelek herêm nabêjin ‘xwe’ dibêjin ‘xu’, rasterast ji dev re weke ‘xu’ derdikeve, ji ber çi ‘xwe’ jî naguherînin? Gelek rewşên wiha hene. Bi rastî rêbaz ne zanîstî ye û bi serreberretiyê alfabeyê û rastnivîsê re nayê lîstin. Ev feraset ne rast e. Îlle bîlle bila ya min be, dibêjin. De bila ya we be. Di weşanên ku hûn derdixin de bi kar bînin. Her kes dizane ku atomîzebûna kurdan di qada ziman de jî di rewşeke dramatik de ye. Hûn bizanibin, gelek kesên ku bêjin ev na, em qebûl nakin, a me jî ev e wê derkevin û jixwe hene jî. Dixwaze bila kumê zimanzaniyê serê we be, dixwaze navê saziya we Dergehê Rastiyê be. Bila ya we be lê serê pêşîn ji danerê alfabeyê û rastnivîsa kurdî re bêrûmetî ye, ya duyemîn jî tevlihevî û bê standartiya rastnivîsa kurdî wê hê girantir bibe. Mafê kesekî nîn e ku bibe sedemê vê yekê.

Îro Roja Cejna Zimanê Kurdî ye, di pêkhatina vê rojê de para Hawarê û Celadet Bedîrxan mezin e. Divê ev deng here guhê kum li serên zimannas jî.

Em rola Hawarê û çima 15’ê Gulanê bûye Roja Cejna Zimanê Kurdî  xal bi xal pêşçav bikin.

  • Ev roj gaveke dîrokî ye. Roja destpêka weşana Hawarê ye. Hawar ne tenê kovarek e, di heman demê de vejîna zimanê kurdî ye jî. Bi Hawarê stûna herî bingehîn ji bo zimanê kurdî hatiye danîn.
  • Hawar di serî de bûye platforma pêkanîna alfabeya kurdî-latînî.
  • Bikaranîna ziman bi rêya Hawarê bûye qonaxeke dîrokî. Bi Hawarê rîşî û nexşên zimanê kurdî yek bi yek geş bûne, di quncikên tarî de serî dane û ketine rêwîtiya zimanê geş.
  • Bi 15’ê Gulanê gaveke dîrokî ber bi qabîliyeta razberbûna zimanê kurdî hatiye avêtin.
  • Di bin banê Hawarê de ronakbîrên kurd, ji her derê hatine, ber hev bûne, ceribandinên xwe parve kirine û bûye platforma rêxistînîbûna çand û zimanê kurdî.

Rastî û girîngiya vê rojê ev e. Gelekî mîna kurdan bê dewlet, bê felsefe, bê dezgeh, bê alfabe, bê hişmendî bûye xwedî alfabeyeke guncav, kovar, nivîs û rêyeke pir zelal li ber zimanê kurdî vekiriye ku îro gihiştiye qonaxa sazîbûnê, romanê û gelek nirxên watedar.

Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz bibe, ez ên ku bi keda xwe ji bo ziman pêşde biçe û geş bibe hewl dane jî bi rûmet bi bîr tînim.

Dikarî Biecibînî