Di navbera duh û sibê de Cejna Zimanê Kurdî

Zekî Gurur

Serê sedsala 20’emîn, bi kawdan û encamên xwe, reng û karekterê xwe da sedsala me û roja îroyîn. Ji avakirina nasnameya kurdî bigire heta komkirin û veçirandina kelepûra kurdî û afirandina etno-sembolîzm û îcadkirina “edetên modern” ew sedsal wek neynika xebatên îroyîn rola xwe lîst û hê jî dilîze. Bi nezereke pozîtivîst, bi rêbazên modern, bi tedrîsata xwe, berê munewerên wê demê her li Ewropayê bû û bermayiya ji wan û ji wê demê, îro jî rengvedana xwe di gelek xebatên kurdî de dide der.

Wekî qonax û werçerxeke tarîxî, Kovara Hawarê, di tarîxa xebatên kurdî de roleke taybet lîstiye. 15’ê Gulana 1932’yan li Şamê bi pêşengiya Celadet Elî Bedîrxan û hogirên wî, di tarîxa xebatên kurdî de rûpeleke nû hate vekirin. Kovara Hawarê her çend bi tîpên erebî di destpêkê de xebatên xwe biribin serî jî, piştre bi biryareke radîkal, ber û bergeha xebatên kurdî guherand û hejmarên mayî bi tîpên latînî derxist. Kovar ji sala 1932’yan heta 1943’yan 57 hejmar çap bû, jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya latînî-erebî, hejmarên din jî tenê bi alfabeya latînî derçû.

Helbet ceribandina alfabeya latînî, bi ekola Hawarê ve nikare bê mehdûdkirin. Beriya Hawarê li nav kurdên Sovyetê, teşebisa afirandina alfabeya kurdî-latînî ji aliyê Erebê Şemo û Îsheq Maragulov ve hatibû kirin. Ew prose tenê ne li nav kurdan, her wekî din li nav welatên cîran nemaze jî li nav tirkan wek “înqilaba herfan” derketibû meydanê û encam û serencama polîtîkaya neteweyî destnîşan dikir. Lê Kovara Hawarê wê demê bi wê biryarê ku li gorî kodên wê demê biryareke gelek radîkal bû, alfabeya latînî li ser wê serdemê ferz kir û dirûvê xwe da gelek xebatên kurdî.

Ev biryara Kovara Hawarê, di nav xwe de teqabulî rastiyeke dema xwe dikir. Daner û kedkarên kovarê, xwestin ku bi bikaranîna alfabeya latînî, berê kurdan, feraseta kurdan û dahatûya kurdan bidin Rojava-Ewropayê. Di vir de îhtîmalen faktora tesîra fransiyan jî heye, lê tiştê ku wê demê ji aliyê dewletan ve dihatin kirin, ji aliyê Celadet Bedirxan û hogirên wî ve hatin kirin. Ew tradîsyona ku bi Hawarê derket meydanê û wekî saziyeke dewletan e geşe da, loma îro ji bo xebatên kurdî girîng e. Ji ber aliyê wê yê tarîxî û aktûel, di sala 2006’an de roja damezrandina Kovara Hawarê (15’ê Gulanê) wek Cejna Zimanê Kurdî hat qebûlkirin.

Di roja Cejna Zimanê Kurdî de tabloya kurdî ya ku di dirêjahiya tarîxê de her tûşî zext û zor û qedexeyan hatiye, zêde neguheriye. Ji ber ku zimanê kurdî, wek semboleke tehdîdê ji aliyê dagirkeran ve hatiye dîtin, avakirina polîtîkaya dij-kurdan jî li ser dijiyetiya zimanê kurdî hatiye formulekirin. Ev panorama ji serê sedsalê heta niha tim hatiye berdewamkirin û îro jî mebesta sereke ya dagirkeran qet neguheriye û zimanê kurdî, paralelî avakirina etno-polîtîkaya wan, wek tehdîdê hê jî tê dîtin.

Helbet li her parçeyê Kurdistanê, geşedana zimanê kurdî ji hev cuda bû lê serboriya kurdiyê li Bakur, ji parçeyên din zext û dijwartir derbas bû. Piştî avakirina komarê, ji salên 25’an heta salên 80’ayn li Bakur xwendin-nivîsandin-afirandina kurdî hema hema qet bi pêş neket. Ji bilî çend îstîsnayan serdemeke skolastîk ji bo meydana kurdî rû da û encamên fişar û qedexekirina zimên, dirûvê xwe da temamî xebatên kurdî. Bi teşebisên hîn rewşenbîran, kurdî xwe hêdî hêdî li bêjingê xist. Di salên 90’an de li derveyî Kurdistanê, bi rêya televizyonan, kurdî ji xwe re nefesgehek peyda kir û pey re bi saya avakirina rojname û kovaran ew kirasê ablûkaya tarîxî ya lê hatibû ferzkirin, veçirand.

Ligel aliyê xwe yê tarîxî, sala 2016’an û piştî wê, di biwara têkbirina destkeftiyên kurdî de, salên kambax bûn û encamên wê îro jî xwe bi aşkera didin der. Tiştên ku wek “plana têkşikandinê” hatibû formulekirin, tesîreke xerab li kurdî kir. Hema hema hemû sazî, dezgeh, dibistan, kurs, enstitû, rojname, kovar, ajans û kanalên kurdî, ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Navên kurdî ji park, tabela, kuçe û kolanan hatin rakirin, êrîşeke topyekûn li kurdan û li hafizeya kurdan hate destpêkirin.

Wekî li her aliyê cîhanê û di her dema tarîxê de hatiye tecrubekirin avakirin, neqlkirin, parastin û pêşvebirina destkeftiyan, xwe dispêre desthilatiya siyasî. Desthilatiya siyasî çend bi hêz be, geşedan û afirandina berhemên çand, ziman û kulturî jî ewçend bi hêz dibe. An ku hêza te ya siyasî sînorên dewlemendiya te ya çandî û zimanî jî diyar dike. Ji bo vê yekê nimûneya herî ber bi çav, Rojava û Başûr e.

Her çend roja Cejna Zimanê Kurdî teqabulî rojeke taybet bike jî, rewşa kurdî, tiştê ku bi qedexekirina kurdî tê armanckirin, di vî warî de xebateke topyekûn li kurdî ferz dike. Girîngiya kurdî tenê bi rojeke taybet nikare bê mehdûdkirin. Di vê meseleyê de li Bakur qelsiya biryardayinên siyasî xwe aşkera dike. Ligel û ji bilî êrîşên dewletê, polîtîkaya asîmilasyonê, geh di pratîkên siyaseta kurd de û nemaze di nimûneyên oto-asîmilasyonê de dixuye. Wisa dixuye ku ev kêmasî û qelsî ji aliyê siyaseta kurd ve jî hatiye dîtin û lewma ji bo çareserkirina vê yekê hîn rê tên peydakirin. Helwdana yekitiya kurd di heman demê de lêgerîna serweriya zimanê kurdî û yekitiya ruhê neteweyî ye. Avakirina Platforma Zimanê Kurdî ku gelek tevger û partiyên kurd tê de cih digirin gaveke dîrokî û girîng e, lê divê ku peywira xwe bi cih bîne. Meseleya ziman meseleyeke neteweyî ye û tenê mesûliyeta hizbekê û tevgerekê nîn e. Mirov nikare vê barê bide ser pişta partiyekê.

Lewma roja ku zimanê kurdî rizgar bibe, ligel dewlemdî û pir-zaravayên kurdî zimanekî karîger bê avakirin, dê Cejna Zimanê Kurdî wê demê bigihêje armanca xwe. Ev cejn ji bo îro sedema têkoşîna ziman e. Berxwedana herî mezin berxwedana ziman û hişmendiya wê li dor wê ye. Berxwadana ku nav û dengê gelê kurd bilind dike rûmeta zimanê kurdî jî dê mezin bike. Cejna zimanê kurdî di vê çerçoveyê de bi hêviya mezinkirina têkoşîna ziman, hişmendiyeke hevpar a neteweyî li hemû gelê kurd pîroz be.

Dikarî Biecibînî