Dosya 3: Kurtedîroka Kurdistanê ya berxwedan û îxanetê: Serhildana Agiriyê

Mehmet Şahîn

Xoybûn pêşengiyê digire ser milê xwe

Biroyê Hesikê Têlî yê ku Serhildana Agirî dabû destpêkirin û didomand bi hatina Îhsan Nûrî Paşa re pêşengî û fermandariya xwe bi temamî radestê Xoybûnê kir. Ji wê rojê pêve weke endameke Xoybûnê li gorî ferman û talîmatên rêxistinê tevgeriya. Di nav serhildanên ku heta wê rojê hatibûn jiyandin de pir kêm hewldanên wiha hatibûn dîtin. Têkiliyên eşîrî û hişmendiya feodalî dilnizmî û fedekariyên bi vî rengî ranedigirt. Lê Biroyê Hesikê Têlî dilnizmî û mutewazîtiya xwe nîşan da.

Wekî ku ji damezirîna wê jî tê fêmkirin Tevgera Xoybûnê tevgereke şoreşger bû. Rêberên tevgerê jî li gorî rêbertiyên serhildanên kurd ên din hîn zêde bi bandor û xwediyê hişmendiya şareza û pêşverû bûn.

Berxwedana gerîlayên Amerîkaya Latîn ji xwe re mînak digirin

Tevgera Xoybûnê sûd ji têkoşîna gerîlayên Amerîkaya Latîn digirt. Dewleta tirk wek hêzek dagirker û mêtînger dihat pênasekirin. Bîrdoziya xwe û pergala rêxistinkirina xwe li gorî wê hişmendiyê ava dikir.

Rayedarên Xoybûnê bi pergala rêxistinkirina xwe dixwestin hişmendiya heremî, eşîrî û feodalîtî ya ku her tim ji bo kurdan bûye sedema êş û janên mezin, bê wate bikin û hişmendiyeke kurdistanî û welatparêz biafirinin. Ji bo wê jî gelek girîngî didan xebatên xwe yên çapemenî û ragihandinê. Li hember tevger û propogandayên dewletê bi belevok û weşanên cuda gel hişyar dikirin û di warê bîrdoziyê de gel birêxistin dikirin. Di heman demî de hewl didan jina kurd jî birêxistin bikin û bikişînin nav jiyana siyasî, civakî û wan jî bikin parçeyeke serhildanê.

Rêxistina Xoybûnê ala xwe ya ku li çiyayê Agirî bilind kiribû weke semboleke neteweyî bi tevahiya civaka kurd da qebûlkirin. Bi van hewldanên xwe her ku diçû qadroyên hêja yên nû tev lê xebatên xwe dikir û rêxistinbûyina xwe xurt dikir. Bi xurtbûna rêxistina Xoybûnê re roj bi roj di nav civaka kurd de ruhê netewbûyînê xurt dibû û erdnîgariya serhildanê firehtir dibû.

Serhildana Agirî ji hêla erdnigariyê ve li ciheke strejîk destpêkiri bû. Agirî di sêgoşeya dewleta Rûs, Îran û Tirkiyê de cih digirt. Ji ber cihê xwe yê stratejîk xetereya serhildana Agiriyê ji bo dewleta tirk di asteka stratejîk de bû. Wê xetereyê hikûmeta Enqereyê xistibû nav fikarên mezin. Ji ber wan fikaran dewleta tirk ketibû nav hewldana girtina tedbîrên mezin. Ji bo têkbirina serhildanê plansaziyên xurt hatin kirin. Ji dewleta Îran û Rûsyayê alîkarî hatin xwestin. Ji bo lêçûna şerê dijî serhildêran butçeyeke mezin hat veqetandin. Dewletên rûs û îranî ji bo berjewendiyên xwe xwestekên dewleta tirk ên alîkariyê bi erênî bersîvandin û peymanên alîkariyê destnîşan kirin. Wan her du dewletan di serhildana Agiriyê de piştgirî û alîkariyên gelek girîng dan dewleta tirk.

Li gel piştgiriyên Îran û rûsan dîsa jî dewleta tirk ji bo Serhildana Agiriyê gelek bi tirs û fikar bû. Mirov ji hewldanên Mustafa Kemal û fermandarê navendî yê wê demê Mereşal Fevzî Çakmak de wê tirs û fikarî dibîne. M. Kemal di axaftina xwe ya bi rojnameya Newyork Timesê re dibêje “Heke ev serhildan bi demdirêjî berdewam bike ji bo têkbirina serhildanê ez ê bixwe her im heremê û ji artêşê re fermandariyê bikim.” Fermandarê giştî yê wê demê Mereşal Fevzî Çakmak di wî pêvajoyê de ji bo motîvekirina leşkeran gelek caran diçe heremê. Ji bo têkbirina serhildanê ew bixwe di nava amadekarî û plansaziyan de cih digire û roj bi roj geşedanan bi nusafan pêşkeşî M. Kemal dike.

Careke din dest diavêjin xeta îxanetê

Dewleta tirk piştî girtina tedbîrên xwe yên siyasî, dîplomasî, aborî û leşkerî dest bi siyaseta xwe ya kirêt a hezar salan kir. Careke din dest avêt xeta îxanetkar a ku kurd bi destê kurd dide kuştin. Di serî de ji bo têkbirina tifaqa kurd dest bi propogandayên şerê taybet ên derûniyê kir û tetbîrên xapînok ên hiqûqî xistin dewrê.

Di 9’ê gulana 1928’an de ji bo efûyeke giştî zagonek derxistin. Bi derxistina zagona efûyê dixwestin hinek serhildêran teslîm bigirin û bi serwan re di derheqê plansaziya serhildêran, çek û amûran, têkilî û amadekariyên lojîstîk û hwd. de agahiyan bidest bixin. Heke di wê armanca xwe de biserketina dê moralê serhildêran serûbin bibûya. Wê ji hêla moral ve têk biçûna û wê nekaribûna li dijî êrîşa mezin a ku artêşa tirk bide dest pêkirin li ber xwe bidana. Têkçûn û eciqandina serhildêran dê hêsantir bibûya.

Rayedarên Rêxistina Xoybûnê armancên hewldanên dewleta tirk fêmkiribûn. Ji bo bêencamhiştina hewldanên dewleta tirk ên kirêt ew jî ketibûn nav hewldanan. Bi belavok û kurtepeyaman armancên polîtîkayên dewleta tirk ji gel re dihatin vegotin û gel dihat hişyarkirin ku nekevin defikên dewleta tirk.

Dewleta tirk ji hêlekî ve ji bo teslîm girtina serhildêran hewldanên xwe didomandin, ji hêla din ve jî dixwest bi rêberên serhildanê re bikeve nav têkiliyan. Dewleta tirk ji bo têkilî û hevdîtinan lijneyek ava kir. Di wê lijneyê de wekîlên Bazîdê, Waliyê Dêra Reş (Kara Kîlîse- Agirî), serfermandarê heremê, qeymaqamên Bazîd û Diyadînê cih digirtin. Ji bo pêkanîna hevdîtinan ji hêla serhildêran ve jî lijneyek hat avakirin. Di lijneya serhildêran de Îhsan Nûrî Paşa, Biroyê Hesikê Têlî, Halîs Ozturk û Ferzende Beg cih digirtin. Di navbera her du lijneyan de hevdîtina yekemîn li derûdora pira Şêxlî yê pêk hat. Di wê hevdîtinê de lijneya tirk ji lijneya serhildêran xwest serhildanê bi dawî bikin û ji efûya giştî îstîfade bikin. Heke dawî li serhildanê bînin û ji efûya gîştî îsîfade bikin dê tu yek serhildêr zirar nebîne û dê bi rêyek aştîyane vegerin malên xwe. Dê rêberên serhildanê jî di qada fermî de di asteke hêja de bêne pêwirdarkirin. Li ser navê lijneya kurd Îhsan Nûrî wiha bersîv da lijeneya tirk; “Pêşniyara me ew e ku artêşa tirk erdnîgariya Kurdistanê biterikîne û dewleta tirk serxwebûna Kurdistanê binase.”

Xwestekên her du lijneyan jî ji hevûdu gelek dûrbûn. Hevdîtin bêencam bi dawî bû. Demek şûnde mufetîşê giştî yê rojhilata anatolyayê Îbrahîm Talî û waliyê Wanê nameyek ji lijneyê re şandin. Di wê nameyê de pêşniyarên nû dihatin kirin. ji bo Îhsan Nûrî serfermandariya milê artêşê ( kolordû) an jî li gor xwesteka wî di dewletekî de sefîrî û gelek pereyek mezin dihat pêşniyarkirin. Îhsan Nûrî di bersivdayîna vê nameyê de xwestekên xwe yên ku di hevditina lijneyan de anîbû ziman, dubare kirin.

Dewleta tirk dixwest weke her carî bi dek û dolab û xapandinê serok û rêberên serhildanê teslîm bigire û di şexsê pêşengan de serhildanê biqedîne û bê encam bihêle. Lê îcar serok û pêşengên serhildanê zana û şareza bûn. Ji dek û dolabên dewleta tirk haydar bûn. Lewre hewldan û hesabên dewleta tirk ên bi dek û dolab û xapînok encam nedigirtin. Hewldanên dewleta tirk ên kirêt di kesayeta Îhsan Nûrî û pêşengên din de vala derketin.

Dewleta tirk dixwest xeta xiyanetê zindî bike

Dewleta tirk dev ji siyaseta xwe ya kirêt bernedida. Di hewldanên xwe yên bikaranîna xeta îxanêtê de israr dikir. Dewleta tirk dizaniya ku beyî îxaneta kurd serkeftina wî ya li dijî serhildêrên kurd nepêkan e. Lewre dixwest weke her carî di vê serhildanê de jî di kesayeta rêberan de îxaneta dîrokî pêk bîne û serhildanê bê encam bihêle. Heke ji rêberên navdar yekî îkna bikin û têxin nav îxanetê dê baweriya tevahiya serhildêr û gelê kurd bihata şikestin. Dê ruhê berxwedêriyê qels bibûya û serhildan bi hêsanî têkbiçûya.

Piştî dewleta tirk bi ser Îhsan Nûrî re negihîşt armanca xwe berê xwe da rêberên din. Ji rêberên serhdanê yê navdar û girîng yek jî yê ku serhildan dabû destpêkirin Biroyê Hesikê Têlî bû. Dewleta tirk ji bo îknakirinê xwest bi wî re bikeve têkiliyê. Ser navê waliyê Bazidê Sureya Beg nameyek ji Biroyê Hesikê Têlî re şand. Biroyê Hesikê Têlî di bersivdayîna nameyê de hestên xwe wiha tîne ziman;

“Waliyê Bazidê Sureya Beg, ez bersiv didim nameya we ya ku di 28.02.1928 an de bi hêjmara 1360 an hatiyê nivîsîn. Min nameya we bi kêfxweşiyek mezin xwend. Tu di nameya xwe de dibêjî ku ‘hûn radestê dewletê bûne’ lê me tu carî li cihekî negotiye em dixwazin radestê dewletê bibin û me tu car serê xwe li hember dewletê netewandiye. Heke dê efûyek hebe hewceye ku efûyek giştî be û li gorî zagonên cîhanê yên pêşketî û hemdemî be. Heke daxwaza hikûmeta we bi navê efûya giştî xapandina mirovê nezan be ev nakokiyek cuda ye. Wê demê jî ne hewceye hûn daxwazek wisa ji me bikin. Em têra xwe têgihiştîne û xwediyê cerîbînanin û me têra xwe cîhan û mirovahî nas kirî… Hewceye dewleta tirk vêya bizanibe û bipejirîn e. Heke hûn efûyeke giştî ya hemdem li gor nijada me, li gor ola me bipejirînin em ê jî bi dilgermî pêşwazî bikin. Lê heke hûn kurdan wek mirovê kûvî bibînin û armanca we xapandin û têkbirina wan mirovên ku hûn kûvî dibînin be, baş bizanin ku hûnê tu kesekî wisa nebînin… Encax kurdên ku heta niha bi destê hikûmeta we bi darê zorê hatine mişext kirin û li Anatolyayê û li welatên din hatinê belavkirin tevahî bizivirin welatê xwe dê wê demê vegera me jî pêkan be.”

Piştî ku artêşa tirk di rêbaza xwe ya teslîmgirtinê de encam negirt operasyon û pevçûn pêl bi pêl belav bûn. Artêşa tirk di êrîşên xwe yên dijî kurd de di kiryarên xwe yên hov û dermirovî de tu pîvan nas nedikir.  Mînak; dema ku Şêx Rizayê Mûşî dîl girtin ew bi saxî avêtin tenûrê. Di pêvajoyên pêş de gelek mînakên bi vî rengî yên ku tu wijdan û exlaq qebûl nake hatin jiyîn.

Armanc afirandina hişmendiya neteweyî bû

Di pêvajoya berxwedanê de dem bi dem gelek destkeftiyên girîng hatin bidestxistin. Hindik be jî qadên rizgarkirî hebûn. Têketin û derketina qadên azad bi destûr pêkan bû. Şervanên kurd bi taktîkên gerîla “lêxe û bireve” tevdigeriyan. Bi awayeke lezgîn û tund li hedefa xwe didan û dûre jî vedikişiyan qadên xwe yên ewledar.

Îhsan Nûrî Paşa armanca stratejiya xwe wiha dianî zimên; “Me hewl dida ku em li herêma Agirî şerê çeteyan ê ku bi destê dewletê ji bo şikandina civaka kurd dihat birêvebirin rawestînin. Raman û hişmendiya serxwebûnê di nav civaka kurd de serwer bikin û bi wê hişmendiyê amadekariya raperîneke gelemperî bikin. Ev taktîk û stratejî ji hêla navenda Xoybûnê ve hatibû diyarkirin…”

Pêşengên serhildanê ev taktîk pêk anîn û bi awayekî ber bi çav jî bi ser ketin. Serkeftinên ku dihatin bidestxistin bawerî xurt dikir û pêve girêdayî piştgiriya serhildanê jî zêde kir.  Kesên bandorker ên herêmê yên wekî Ferzende Begê Hesenanî, Xalis Begê kurê Abdulmecît Beg ê ku serokê Eşîra Sipkî bû, serokê Eşîra Zikrî Ahmedê Hacî Bero û eşîrên xwe tev li serhildanê bûn.

Di 28’ê kanûna 1929’an de di civîna lijneya wezîran ku Ataturk, Fevzî Çakmak û Îbrahîm Talî jî tev li bibûn de biryara şerek e topyekûn hate dayîn. Yekîneyên girêdayî baskê artêşê ya 9’emîn li gorî plansaziyê dest bi amadekariyan kirin. Di heman demê de bi rêya çapemeniyê di nava civakê de tirs û xof belav dikirin. Propagandaya “em ê qetlîamên mezin pêk bînin” dikirin û derûniya tunebûna aramiya civakî pêş dixistin.

Ji bo dewletê qutkirina têkiliyên gel û ya bi berxwedêran re gelek girîng bû. Beriya destpêkirina tevgera leşkerî dixwestin di plansaziya xwe ya qutkirina têkiliya gel û berxwêdaran de sedî sed serkeftinê bi dest bixin. Dixwestin gel bitirse û piştgiriya ku dide serhildêran bibire. Qutbûna têkiliya gel û berxwedêran wê karê wan hêsantir bikira. Wê têkçûn û eciqandina serhildêran hêsantir bibûya. Armanca propagandayên wan ên  “dê qetlîamên mezin pêk bê” ev bû. (didome)

Dikarî Biecibînî