Dosya 6: Kurtedîroka Kurdistanê ya berxwedan û îxanetê: Serhildana Agiriyê

Mehmet Şahîn

Bi destê kurdan kurd dan kuştin

Ligel hemû derfetên xwe hêza dewleta tirk û ya Îranê têr nekir ku Biroyê Hesikê Têlî têk bibin. Weke her carê dest avêtin polîtîkayên xwe yên qirêt ya ku kurdan bi kurdan bidin kuştin. Ji bo têkbirina kurdan carek din hewcedariya wan bi îxaneta kurdan hebû. Wek di dîrokê de jî bi awayekî aşkera tê dîtin kurd encax bi destê îxaneta kurdan têk diçin. Dewletên serdest jî vê yekê baş dizanin. Bi pêşengiya kurdê bi navê Emîrxan de tîmeke taybet ya ku ji mîlîsên kurd pêk dihat ji bo peywira qirêt a nebixêr hate amadekirin û bi wê tîmê roj bi roj Biro dan şopandin.

Piştî şopandina demekê tîma Emîrxan a îxanetkar Biro xist kemînê û bi birîndarî dîl girtin. Biro Axa rica û hêvî ji Emirxan kir ku wî bikuje û bi saxî radestî dewleta tirk neke. Bersiva Emîrxan neerênî bû. Emîrxan dixwest Biro bi saxî radestî dewletê bike ku “aferînek” ji rayedarên dewletê bigire. Lê Biro nedixwest bi saxî bikeve nav lepên leşkerên tirk. Bi biryar bû ku xwe bi awayekî bi Emîrxan bide kuştin. Biro Axa bi peyv û gotinên xwe yên hişk dest bi êrîşê Emîrxan kir ku xwe pê bide kuştin. Di encamê de Biro bi ser dikeve û xwe bi Emîrxan dide kuştin.

Ji rêberên berxwedanê yên weke Reşoyê Silo, Şêx Zahir, Seyitxan û Alîcan Beg bi yekîneyên xwe yên kêm an jî zêde ji sed kesî pêk dihatin berxwedana xwe bi qasî 2-3 salê din jî domandin. Piraniya wan berxwedêran hetanî şehadetê li ber xwe dan. Gelek kêm kesên ku man ji neçariyê radestê dewletê bûn.

Biryara mişextîkirna kurdan dan

Piştî çewisandina serhildanê di 5’ê gulana 1932’an de ji bo mişextkirina kurdan zagonek nû hate derxistin. Îcar dest nedan îxanetkar û hevkarên xwe. Eşîrên ku piştgiriya dewletê kiribûn û yên ku milîs dabûn dewletê derveyî biryara mişextiyê hiştin. Eşîrên ku di serhildanê de cih girtibûn û yên ku piştgirî dabûn serhildanê hemû mişextê Anatolyayê kirin û li bajarên cûrbecûr belav kirin.

Ji avabûna komarê vir ve siyaseta mişextkirina kurdan her tim di meriyetê de bû. Bê guman ew siyaseta nebixêr niha jî di meriyêtê de ye. Di nava armancên plansaziya “çokdanîna kurd” (çokertme) a 2015’yan de mişextkirina 300 hezar kurdan hebû. Armanca wêrankirina 12 bajêr û navçeyî ev xal bû. Armanca siyaseta wan a mişextkirinê guhertina demografiya Kurdistanê ye. Armanc bêkok û bêreh hiştin, hêlîn û tunekirina civaka kurd e.

Rojhilatê Çiyayê Agiriyê ku ji peymana Qesra Şêrîn vir ve di nav tixubê Îranê de bû piştî çewisandina serhildanê dewleta Îranê radestî Tirkiyeyê kir. Dewleta tirk di bergîdana wê de herama Kûtûr û Bezirganê radestê Îranê kir. Bi wan guherînan ji peymana Qesra Şêrîn vir ve cara yekemîn tixubê her du dewletan bi fermî hat guhertin.

Serhildana Agiriyê ji bo kurdan bi dersên gelek girîng ve dagirtiye. Weke kurtedîroka kurd û Kurdistanê ye. Serhildêrî, lêhengî, fedekarî, trajedî, îxanet û bêencam mayîn… Ev xal weke qedera reş her tim di dîroka kurdan de hatiye dubarekirin. Lê di Serhildana Agiriyê de ev xal di asta herî jor de pêk hatiye. Ji bo fêmkirina dîrokê û pêvajoya ku em tê de ne hewceye sedemên vê serhildanê û pêvajoya serhildanê bi temamî baş bê nirxandin û baş bê fêmkirin.

Dîsa ji bo fêmkirina siyaset û polîtîkayên dewleta tirk ên îroyîn hewceye sedemên çewisandana Serhildana Agiriyê bên fêmkirin. Dîsa hewceye geşedanên piştî serhildanê û qewimînên ku li ser civaka kurd hatine ferzkirin û di heremê de hatin jiyîn baş bên şîrovekirin û baş bên fêmkirin.

Heke taktîkên dewleta tirk yên şer û hişmendî û bîrdoziya dewleta tirk ya li dijî kurdan rast bê şîrovekirin dê siyaset û taktîkên dewleta tirk yên îroyîn jî baş bên fêmkirin. Ji bo kurd xwediyê raman û vînek zelal bin û di xwestekên xwe de xwediyê bîr û baweriyeke xurt bin pêdivî bi zanebûna dîrokê heye. Zanebûna dîrokê ji bo fêmkirina taktîk, siyaset û polîtîkayên dewletê yên wê demê û yên vê demê gelek girîng e.

Taybetmendiyên Serhildana Agiriyê

Serhildana Agiriyê ji serhildanên beriya xwe gelek cuda bû. Xwediyê gelek taybetmendiyên yekemîn bû. Serhildana bi rêxistinî ya yekemîn bû. Qadroyên pêşeng, rewşenbîr, zana û têgihîştî bûn. Her çiqas kêm be jî nexşerêyeka serhildanê hebû. Di heremê de piştgiriyeke gelek mezin ji gel girtibû. Lê dî sa jî serhildan bi têkçûnê re rûbirû mabû.

Mirov dikare sedemên têkçûna serhildanê bi kurtahî bi van xalan rêz bike;

1-Di tevahiya heremê de rêxistinbûyina serhildanê tekûz nebibû.

2-Ji hêla hêjmar û amûrên şer ve serdestiya hêza leşkerên tirk gelek zêde bû.

3-Li gorî şervanên kurd artêşa tirk daha zêde bi disîplîn û bi pergal tevdigeriya.

4-ji ber dorpêçkirina Çiyayê Agiriyê nekaribûn ji der û dor alîkarî bistînin.

5-Piştgirî û alîkariyên dewleta Rûs û Îranê ya ji Tirkiyeyê re.

6-Kurdên heremên din alîkarî nedan serhildanê, serhildan tenê bi herêma Agirî sînorkirî ma.

7-Îxaneta dewleta Îranê ya ku bi peymanê rojhilata çiyayê Agirî radestî Tirkiyeyê kir.

Îhsan Nûrî Paşa sedema neserketina serhildanê wiha şîrove dikir;

“Di têkçûna serhildanê de mîlîsên kurd roleke sereke û stratejîk lîstin. Dewleta tirk bi pêşengiya fermandarek tirk yê bi navê Kara Kemal de tîmên taybet yên ku ji mîlîsên kurd pêk dihatin ava kiribûn. Wan tîman li dijî serhildêrên kurd pêşengî ji artêşa tirk re dikirin û li hember şervanên kurd şerekî dijwar dimeşandin û di heman demê de zext û zorê hovane yê ku li ser gelê sivîl dihat meşandin de roleke sereke dilîstin.”

Mixabin qorîciyên îroyîn jî di şerê li dijî tevgera azadiyê de heman tiştî dikin. Rola ku wê rojê mîlîsên kurd li dijî serhildêrên Agiriyê dilîstin îro jî “qoricî” yanî cehş heman rolê li dijî şervanên azadiyê dilîzin.

Serhildana Agirî yê bi ser neket. Lê ji bo civaka kurd encamên gelek girîng û giran derxistin holê. Mirov dikare ji van encaman yên erênî û yên neerênî wiha rêz bike;

Encamên erênî;

1-Serhildana Agiriyê cara yekemîn li çar parçayên Kurdistanê bû sedema pêşketina ruhê neteweyî. Her çiqas qels be jî cara yekemîn ji çar perçeyê Kurdistanê ji bo serhildanê alîkarî û piştgirî hat dayîn. Cara yekemîn di vê serhildanê de ji çar perçeyê Kurdistanê kurd di bin sêwana neteweyî de bi hev re têkoşiyan û bi hev re li ber xwe dan. Ev geşedan di dîroka kurdan de pêngavek gelek girîng û watedar bû.

2-Cara yekemîn pêşeng û rêberên serhildanê dîl neketin destê dewleta tirk. Rêber û pêşengên serhildanê yên ku ji qirkirinê rizgar bibûn tevahiyan xwe ji dorpêça artêşa tirk xelas kirin û derbasî milê Îranê bûn.

3-Cara yekemîn serok û rêberên serhildanê bi dewleta tirk nexapiyan û neketin defikên wan û di şexsê serok û rêbertiyê de serhildan têk neçû.

Encamên neerênî yên giran;

1-Ji encamên serhildanê yê herî giran yek qetlîama Geliyê Zîlanê ye. Di wê herêmê de kurên Huseyin Paşayê Kor Nadir û Mihemed ji eniya kurd re pêşengî dikirin. Her du kurên Huseyin Paşa û hêzên girêdayî wan di bin fermandariya Derwêş Beg de ji hêla leşkerên tirkan ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Her wiha leşkerên tirk li Geliyê Zîlanê jin, mêr, zarok, pîr hemû bi komî ya serjêkirin yan jî dan ber gulebaranê. Di wê qetlîama bi nav û deng û hovane de herî kêm di navbera 15 û 20 hezarî de kurd hatin qetilkirin.

2-Li herêma serhildanê de bi bombebarana balefiran gelek gund bi temamî hatin wêrankirin û ji holê hatin rakirin. Nêzikê 200 gundî bi tevî hemû candaran (pez û dewar) ve ji hêla leşkerên tirk ve hatin şewitandin.

3-Ji bo kes neçin kiryarên wan ên hovane nebînin Geliyê Zîlanê demek dirêj kirin herêma  qedexekirî. Wê qedexeyî hetanî sala 1950’yan serdema desthilatdariya Partiya Demokrat berdewam kir. Piştî ku desthilatdariya Partiya Demokrat qedexe rakir di salên pêş de penaberên afgan anîn li heremê bi cîh kirin. Yanî dîsa herem ji kurdan re venebû.

Weke ku me di destpêkê de gotibû Serhildana Agiriyê weke kurtedîroka kurd û Kurdistanê ye. Ev serhildan lehengî, berxwedan, fedakarî, trajedî û îxaneta kurd a dîrokî dihewîne.

Hişmendiya dewleta tirk a wê serdemê niha jî li ser kar e. Ji bo wê hişmendiyê ya esas tunekirina civaka kurd e.

Bêguman vîna kurdê berxwedêr jî li ser kar e. Dewleta tirk bi eciqandina Serhildana Agiriyê xwestibû Kurdistanê di vîn û xeyala kurd de tune bike da ku careke din qet zindî nebe. Armanca wan ew bû ku kurd careke din nekaribin Kurdistanê xeyal jî bikin. Piştî eciqandina civaka kurd a herêma serhedê karîkatura ku di rojnameya Mîllîyetê de hatibû xêzkirin têrî vegotina wê hişmendiya qirker dikir. Di wê karîkaturê de li qontarên çiyayên Agiriyê tirbek çêkirine û li ser nivîsandine “Xeyala Kurdistanê li vir mefta ye”

Xeyala pîroz a ku wan dixwest bin tirbê bikin ku careke din nekaribe rabe ser xwe tirb bi serê wan de ruxandiye û 40 sal e bênavber li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide. (dawî)

Dikarî Biecibînî