Di 7 xalan de aştî û aramiya civakî

Mehmet Şahîn

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din diyar dike ku çareserî di xurtkirina aştiya civakî de ye.

Di encama bexwedana gereva birçîbûnê ya 200 rojî û rojiya mirinê ya 27 rojan de hikumeta AKP’ê neçar ma piştî 8 salan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û parêzer çûn girava Îmraliyê. Hevdîtina yekemîn di 2’yê gulanê de ya duyemîn jî di 22’yê gulanê de pêk hatin.

Di hevdîtina 2’ê gulanê de Rêberê Gelê Kurd li ser navê xwe û 3 hevrêyên xwe yên li Îmraliyê peyama ku ji 7 xalan pêk dihat di 6’ê gulanê de bi ser parêzerên xwe re bi raya giştî re parve kir. Di peyama wî de aştî û aramiya civkên Tirkiyeyê û ya hemû civakên Rojhilata Navîn esas dihat girtin. Peyama wî ya ku ji 7 xalan pêk dihat ji 6’ê gulanê vir ve ye ji hêla hemû beşên civakê ve xal bi xal tê nîqaşkirin û bi awayeke erênî tê pêşwazîkirin.

Di 7 xalan de tespîtkirina pirsgirêkan û rê û rêbazên çareserkirina wan pirsgirêkan hene. Lewre mirov dikare wekî manîfestoya çareseriya pirsgirêk û qeyranên Rojhilata Navîn û cîhanê pênase bike.

Birêz Ocalan di wan her du hevdîtinan de wekî her carî daxwaza çareseriya nerm, siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet dike. Dîsa dixwaze aştî û azadiya civakan pêş bikeve. Geşedanên piştî hevdîtinan carek nîşan dan ku dema bi Ocalan re hevdîtin pêk tê hêvî û bendewariyên aştiyê xurt dibin û Tirkiye ber bi aramiyê ve diçe.

Her wiha di peyama 7 xalan de tê diyarkirin ku siyaseta AKP’ê ya ku civakê parçe dike û dike dijberê hevûdu pirsgirêk û qeyranan çareser nake. Pirsgirêkan girantir û qeyranan kûrtir dike. Tê diyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêk û qeyranan li ser bingeheke demokratîk pêwîstî bi reformên civakî heye. Li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn ji bo çareseriyê pêwîstî bi şîdet û şer tune ye. Pêwistî bi hêzek nerm, bi aqil û bi siyaseteke demokratîk heye. Bi siyaseteke aqilane ya demokratîk û aştiyane çareseriya doza kurd û pirsgirêkên Sûriye pêkan e.

Ji ber tunebûna hişmendiya demokratîk e ku parçbebûyîn, hevûdu qebûl nekirin û tundiyên li ser civakan roj bi roj zêdetir dibin. Li dijî hişmendiya qirker pêwistî bi hişmendiyeke demokratîk a ku nirx, pîvan û exlaqa civakî esas bigre heye. Rê û rêbazên siyaseta demokratîk dê ji bo herêma başûrê Kurdistanê û Iraqê jî bibin bingeha çareseriya qeyran û pirsgirêkan.

Lewre birêz Ocalan careke din bala civakê dikşîne ser  “aştiya bi rûmet”  û “Siyaseta demokratîk”. Dixwaze hemû beşên civakê van bi taybet van her du xalan bikin rojeva xwe û nîqaş bikin. Birêz Ocalan weke her carî dixwaze li Tirkiye siyasetek demokratîk û aştiyeke bi rûmet pêş bikeve.

Civak bi fikr û ramanên xwe hene. Bi baweriyên xwe  û nasnameyên xwe hene. Li Tirkiye hewce ye hemû beşên civakan karibin bi hêsanî xwe nas bikin û îfade bikin û hevûdu qebûl bikin. Rêzê nîşanî ziman, çand bawerî û ramana hevûdu bidin. Mafê civaka tirk çi be divê mafên civakên din jî heman tişt be û di bin ewlehiya zagonan de be.

Ji ber wê ye ku Rêberê Gelê Kurd di hevdîtina xwe de diyar dike ku heke hewldaneke dewleta tirk a çereserkirina pirsgirêka kurd hebe amade ye ku pêvajoyeke ji ya 2013’an kûrtir û zelaltir bide dest pêkirin. Diyar dike ku ew bi pêvajoya 2013’an ve girêdayî ye. Heke pêvajoyeke nû hebe jî dê jo bo wî pîvanên 2013’an esas bin.

Birêz Ocalan ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ji AKP’ê zêdetir bang li derûdorên muxalîf ên demokrat dike. Dixwaze di demên pêş de eniya muxalîf û derûdorên demokrat hinek însiyatîf bigrin ser xwe. Ev jî nîşan dide ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hêvî û bendewariyên wî ji AKP’ê nemane, an jî qels bûne.

Encamên van hevdîtinan careke din nîşan dan ku birêz Ocalan pêşengekî siyasî ye û nûnertiya wî jî pir xurt e. Bêguman birêz Ocalan tenê Rêberê Gelê Kurd nîne. Rêbertiya birêz Ocalan li ser erdnîgariyeke gelek mezin belav bûye û hêza çareseriya li Rojhilata Navîn e. Bi ast û kapasîteya xwe tenê rojeva siyaseta Tirkiyeyê diyar nake rojeva siyaseta Rojhilata Navîn diyar dike. Lewre mirov nekare muhatabgirtina birêz Ocalan tenê di çarçoveya bi dawîkirina grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de binirxîne. Hewce ye mirov hêla wê ya siyasî ya ku çareseriya demokratîk û aştiyane di xwe de dihewîne jî bibîne.

Bi kurtahî di 7 xalan de yekane armanc heye. Ew jî aştiya civakî ya mayinde ye. Ji bo berdewama jiyana civakan a bihevre ev xal jêneger e. Ji ber wê ye ku birêz Ocalan bala HSD’ê dikişîne ser hasasiyetên Tirkiyeyê. Ji bo xurtkirina îhtîmala pêkhatina aştiyê girîngî dide diyaloga HSD’ê û Tirkiyeyê.

Di encama nîqaşên de bi awayeke gelek zelal derket holê ku heke paradîgmaya birêz Ocalan esas were girtin dê pirsgirêkên Başûr, Iraq û herêmê din bi hêsanî  werin çareserkirin. Lewre, erka hemû derûdorên welatparêz û demokratan ew e ku di bin banê van 7 xalên de paradîgamaya birêza Ocalan bi civakên Rojhilata Navîn bidin nasîn. Nasîna paradîgmaya birêz Ocalan tê wateya xurtbûna hêvî û bendewariyên aştiya civakî.

Nexşerêya aştiya bi rûmet û demokrasiyê di paradîgmaya birêz Ocalan de ye.

Dikarî Biecibînî