Kurd dê qirkirina xwe erê nekin

Mehmet Şahîn

“desthilatdarî kirêt dike, desthilatdariya mutleq mutleq kirêt dike”

Ez bawer dikim di dîroka komara Tirkiyeyê de hilbijartineke ewqasî bênirx, bêpîvan, bêexlaq, bêhiqûq pêk nehatiye. Kirêtiyên ku di pêvajoya hilbijartinan de tên jiyîn asta kirêtbûna desthilatdariya AKP’ê ya 17 salan nîşanî me dide.

Reîsê AKP’ê R. T. Erdogan di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê de weke namzetê şaredarê 81 bajêr, 922 navçe û 397 bajarokan propagandayên hilbijartinê da meşandin. Rojê li çend bajaran mitîng li dar dixistin. Tenê li bajarê Stenbolê di rojekî de 8 mîtîng û ewqas jî civînên eywanan lidarxistin.

Reîsê AKP’ê li gel evqas derfetên dewletê û piştgiriya çapemeniyê piştî têkçûna 24’ê hezîrana 2015’an di hilbijartinên 31’ê adarê de têk çû. Ev têkçûneke ji rêze nebû, gelek bajarên mezin ên Tirkiyeyê ku wek metropol tên pênasekirin ji destê Erdogan derketin. Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Stenbol, Enqere di destê AKP’ê de bûn û ji dest çûn. Van têkçûnan reîsê AKP’ê gelek êşand û bajarê ku herî zêde Erdogan êşan Stenbol bû.

Yê ku herî zêde bi girîngiya têkçûna bajarê Stenbolê dizanibû reîsê AKP’ê bixwe bû. Çend sal berê wî bi devê xwe gotibû “ yê ku li Stenbolê têk biçe dê li Tirkiyeyê têk biçe, yê ku Stenbolê winda bike dê Tirkiyeyê winda dike,”. Beriya hilbijartinên 31’ê adarê şirîkê reîsê AKP’ê yê biçûk Bahçelî jî bal kişandibû ser giringiya 3 bajarên mezin û wiha gotibû “Heke Stenbol, Enqere û Îzmîr ji dest herin wê pergela serokdewletiyê bibe mijara niqaşê, heke li Kurdistanê qeyûm têk herin wê hilbijartin vegere referandûmê.”

Di encamên hilbijartinên 31’ê adarê de tirs û xofa her du şirîkan hetibû cih. Li sê bajarên navborî û li bajarên Kurdistanê têk çûn.  Ekrem Îmamoglu yê ku beriya namzetbûnê qet nedihat nasîn reîsê AKP’ê yê ku bi saya hêz û qudreta dewletê di destê wî de ye têk biribû. Hezimkirin û qebûlkirina wê têkçûnê ji bo reîs û şirîkê wî yê biçûk nepêkan bû.

Her du şirîkan hewl dan bi zext û zordariyan, bi dek û dolaban encamên Stenbolê biguherînin. Bi qasê mehekî bi fêt û fiêlên xwe yên derhiqûqî û bê pîvan nehiştin encam werin diyarkirin. Lê hêza wan têr nekir encam biguherînin. Herî dawîn çare bi destê lijneya bilind a hilbijartinan di betalkirinê de dîtin.

Belê, hilbijartin dan betalkirin lê cesareta reîsê AKP’ê û ya şirikê wî Bahçelî tune bû ku careke din derkevin pêşberê Îmamoglu. Her du şirîkên ku 24 saet mikrofon di destê wan de bû û barebara wan bû û digotin “pêşeroja welat ji dest diçe…, li vî welatî Kurdistan tune ye …, yên ku Kurdistanê dixwazin bila bi bicehimin herin bakurê Iraqê…. û hwd.” bêdeng bûne û qet naxwazin axaftinên wan ên beriya 31’ê adarê ku hişmendiya wan a faşîst didan der werin bibîranîn. Her du şirîkan Bînalî yê sefîl wekî bizina qurbanî avêtine qadê û xwe veşartin.

Bêguman sedemên wê hebûn. Dizaniyan ku wê li Stenbolê dubare têk herin. Dema ku dubare têk herin dê pêşeroja wan a heyî jî tarûmar bibe û wê serejêrbûna desthilatdariya wan a faşîst dest pê bike. Lewre dixwestin têkçûna duyemîn li ser milê Bînalî bihêlin û temenê desthilatdariya xwe hinekî din dirêj bikin.

Piştî 17 salan di bernameya TV de derxistina Bînalî ya pêşberî Îmamoglu jî di vê çarçovê de bû. Tiştê ku 17 sal e reîs cesaret nedikir bike bi Bînalî da kirin. Li gel ku dizanibûn Bînalî di avakirina hevoksaziyê de û di xwe îfadekirin û vegotinê de zehmetiyan dikşîne jî wî derxistin pêşberê Îmamoglu yê ku reîs û şirikê xwe Bahçelî bixwe di 31’ê adarê de li hember wî têk çûbûn.

Piştî bernameyê dîtin ku ji vê saetê şûn ve ew çibikin jî bêfeyde ye. Êdî nekarin tu kesî bixapînin. Dîtin ku hemû derûdor hilbijartina Stenbolê weke hilbijartina di navbera Erdogan û Îmamoglu de pêk tê pênase dikin. Û Erdogan dît yê ku di 23’ê yê hezîranê de dubare têk here wê ne Bînalî be wê ew û eniya wî ya faşîst bi xwe be.

Lewre Erdogan di hefteya dawîn de bi aweyeke gelek bi hêrs û bi kerb careke din vegeriya qada hilbijartinê. Di tunebûna Erdogan de propogandaya hilbijartinê ji hêla her du namzetan ve hinek nerm û bi pîvan dimeşiya. Bi vegera Erdogan propaganda careke din vegeriya ser bê bîvanî, bê nirxî û bê exlaqiya beriya 31’ê adarê. Tu pîvan nayên nasîn. Derew, îftira, şantaj, gefxwarin, zext û zor û hemû rêbazên dek û dolab ên kirêt tên bikaranîn. Lê êdî ew jî dizanin ku ji vê saetê şûn ve êdî bê feyde ye. Ew rêbaz di beriya 31’adarê hatibû ceribandin û dabû windekirin. Bê guman dê di 23’ê hezîranê de careke din bi wan bide windakirin.

Lê di çanda Osmanî de dawî li lîstikan nayên. Di hedefa lîstika wana dawîn de civaka kurd heye. Piştî tecrîda xwe ya der mirovî ya 8 salan kesekî nenas û nediyar dişînin (çûna wî jî ne diyare) gel Rêbêrê Gelê Kurd û bi peyama ji devê wî kesî dixwazin di serê civaka kurd de şêlûbûnê çêbikin. Hişyarî û pêşniyarên ku Rêberê Gelê Kurd li rêveberiya HDP’ê dike dixwazin bi awayeke din bi gel bidin fêmkirin. Wekî ku 17 sal e civaka kurd pratîka AKP’ê nedîtibe, neşopandibe û li ber çavê xwe kiryarên wanên bêpîvan, bêexlaq û bêhiqûq neditibîn niha jî dixwazin bi hewldanên xwe yên gelek erzan û kirêt di serê civaka kurd tevlîheviyan çêbikin ku kurd neçin ser sandoqan û nebin sedema têkçûna saltanata Erdogan û Bahçelî ya faşîst.

Ev hewldana wan a dawîn nîşaneya asta tengav bûna wan e. Û di heman demî de nîşaneya asta bê pîvanî û be exlaqiya wan e. Wisa xwiya dike ku têkçûyina xwe dîtine û ji bo astengkirina têkçûyina xwe tişta ku nekin tune ye. Tişta ku di oxira berdewama saltanata xwe de feda nekin tune ye.  Aştî û aramiya civakî û dahatûya Tirkiyê qet ji bo wan ne xem e.

Lê civaka kurd ne ew civaka beriye ku baweriya xwe bi hewldanên wan ên wisa erzan bîne. Civakeke zana û polîtîke. Mûhatabên ku peyamên Rêberên wê jê re bînin diyarin û hêza wê ya şîrovekirina peyaman bi qasê ku rayedarên AKP’ê texmîn nakin xurt e. Lewre ew çibikin jî bedilhewa ye. Têkçûna duyemîn jî wekî yê yekemîn wê bi destê civaka kurd pêk were. Ez bawer dikim kurdên ku di 31’ê adarê de neçûne ser sindoqan û kurdên ku dengê xwe dane eniya reîs a faşîst piştî hevokên Bînalî yên di bernameyê TV de anîn ziman wê careke din li xwe bizivirin û bifikirin.

Nexşerêya eniya faşîst a dijî kurd diyare û Bînalî bi awayeke zelal di bernameyê de ew nexşerêya nebixêr anî ziman. Got; “Me Efrîn dagir kir, kurd qewirandin û ji bo guhertina demografiyê 500 hezar çete li Efrînê bi cih kirin, em ê rojhilata Feratê jî dagir bikin, ji wê dêrê jî kurdan biqewirînin û ji bo guhertina demografiyê bi milyonan çete yên dest bixwîn li wir bi cih bikin”

Piştî van hevokan her dengê ku ji Bînalî re here wê bê wateya erêkirina siyaseta wan a pîvannenas û qirker a dij kurd. Kurdekî xwedî wijdan, xwedî exlaq û xwedî pîvan nekare qirkirina civaka xwe erê bike. Lewre kurd wê di 23’ê hezîranê de ji 31’ê adarê bêtir û bi hêrseke mezin biherikin ser sindoqan û di têkçûna eniya faşîst de rola sereke ya dîrokî bilîzin.

23’ê hezîranê roja dubarekirina têkçûyina Erdogan e. Roja destpêka serejêrbûna desthilatdariya Erdogan û Bahçelî ya faşîst e.

Dubare têkçûyina wan wê bibe sedema zûtirîn çûyîna wan.

Dikarî Biecibînî