Desthilatdariya AKP-MHP derizî

Tifaqa AKP-MHP’ê li Stenbolê têk çû. Desthilatdariya 25 salan a Erdogan, desthilatdariya 17 salan a AKP’ê û desthilatdariya 4 salan a MHP’ê ku palpiştê wan e li Stenbolê têk çû. Di otorîteya desthilatdariya AKP-MHP’ê û serkêşê wê de ku 31’ê Adarê hejiya duh êvarê derizî

Kurd hêza bingehîn e ku 210 sal in polîtîkaya hundir û derve ya dewleta tirk diyar dikin. Kurd li dijî vê serpêhatiya du sed salî rabûn ku navendîbûn gihîşt asta tirkîtiyê û tekbûnê. Hebûna kurdan a li nava serweriya dewleta tirk bi tena serê xwe vê rastiyê aşkera dike. Kurdan qîma xwe bi domandina hebûna xwe neanîn û ji bo qebûlkirina vê yekê û destnîşankirina statuya xwe dest bi têkoşînê kirin. Bi rê û rêbazên tundiyê bersiv ji vê têkoşîna kurdan re hate dayîn û ev yek weke bahaneyek ji bo bicihkirina beşên din ên civaka Tirkiyeyê li pey dewletê hate bikaranîn.

Operasyonên dewletê yên komkujî û guhertina nifûsê di demeke kurt de bi kêrî dewletê hatibin jî di dema dirêj de encameke ku ne li bendê bûn afirand. Pêşengiya kurd bi taybetî piştî sala 1993’an hewl da têkoşîna xwe ya li dijî qirkirinê bigihîne hemû beşên civakê yên jê re ‘hêzên demokrasiyê’ tê gotin. Bi vê têkoşînê hate xwestin ku dewlet demokratîk û hevpar bibe, bi civaka demokratîk re jî mîsoger bibe û bi vî rengî kurd hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn kir hêza diyarker. Rastiya vê yekê aşkera ye; kurd hem ji bo azadiyê têdikoşin hem jî gelên Tirkiyeyê ji bo têkoşîna demokrasiyê teşwîq dike, destekê dide, hevpar dibe; li dijî quretiya serweriyê, demokrasiya radîkal a ku xwe bi hiqûq û exlaqê xwedî dike weke jehrkujiyê pêşkêş dike.

Li şûna ku tevlî şerê desthilatdariyê yê kevneşop ê ji dewleta tirk heta civakê bibe, hewl dide bi rêya sêyemîn derkeve derveyî van her du blokan. HDP û HDP ku pêkhateyeke wê ye, kirdeyên siyaseta demokratîk in û aktorên bingehîn ê vê yekê ne. Lewma stratejî û taktîkên di vir de derdikevin holê, berhema aqlê hevpar e ku di encama şêwirmendiyeke xurt de weke ahenga vîzyona paşerojê û danheviya dîrokî diafirin.

Stratejiya HDP’ê ya bi du hîman ku encamên hilbijartinên 31’ê adarê diyar kir, bi vî rengî bû. Stratejiya ku dixwest li bakurê Kurdistanê komîserên mêtinger ên dest danîn ser îradeya gel biqewirîne û li metropolên Tirkiyeyê jî desthilatdariya AKP-MHP’ê kunûnerên pêkhateyên olperest-nîjadperest ên dewletê ne têk bibe, bi giranî bi ser ket.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji destdana paytexta Tirkiyeyê daqurtand, lê windakirina Stenbolê danequrtand. Stenbol bi nifûs û pêkhateya xwe ji aboriyê heta çand û hunerê metropoleke ku domîne dike. Weke navenda transfera sermayeya ne exlaqî ya ku bi avakirina siyasî ya nîjadperestiya tirk pêk hat, dît dîtin. Dema ku payeya ‘bajarê pîroz’ ê jidayikbûna siyasî ya yek şexsî lê tê zêdekirin, hingî windakirina Stenbolê dihate wateya ‘nîşaneya mirina siyasî’. Hiqûq, qanûn danî aliyekî û hilbijartinên Stenbolê dubare kir.

Helwesta HDP’ê, bêguman helwesta kurdan rastiyeke ku encamên hilbijartinê diyar kir, ku nikare bê înkarkirin. Stratejiya HDP’ê neguherî; ji bo careke din AKP-MHP’ê li Stenbolê têk bibe hevserokên partiyê, parlamenter, hevşaredar, rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyên Stenbolê tevî hemû pêkhateyên xwe xebitîn. Desthilatdariya AKP-MHP jî ji ber ku sedema têkçûna xwe ya hilbijartinên 31’ê Adarê zanîbû dest bi bikaranîna ziman û pratîka du alî kirin. Li aliyekî tabelayên bi kurdî anî xwarê; li aliyê din namzetê xwe bir heta Amedê û bi şekirê ‘mebûsê Kurdistanê’ serî li hîleyan da. Ji aliyekî ve dest bi êrîşa dagirkirina Xakûrkê kir; aşkera kir ku heman aqûbet li benda ‘rojhilatê Firatê ye’; li aliyê din jî bidawîbûna tecrîdê ya bi berxwedanê hewl da bi derewa ‘şerê navbera Îmrali-Qendîl-HDP’ îstîsmar bike. HDP’ê di çarçoveya stratejiya xwe de tevgeriya û bi argumanên ‘referandûma demokrasiyê’, ‘tifaqa demokrasiyê’ û ‘dema piştî AKP-MHP a têkçûyî pêvajoyeke nû ya siyasî ye’ hem hilbijêrên xwe konsolîde kir, hem jî hêvî da hêzên demokrasiyê. Biryar û hewldana HDP’ê piştevaniyeke xurt ji Tevgera Azadiyê ya Kurd wergirt.

Tifaqa AKP-MHP’ê li Stenbolê têk çû. Desthilatdariya 25 salan a Erdogan, desthilatdariya 17 salan a AKP’ê û desthilatdariya 4 salan a MHP’ê ku palpiştê wan e li Stenbolê têk çû, bi ferqa deh ji sedî yanî 800 hezar dengî têk çûn. Li 28 ji 39 navçeyan Ekrem Îmamoglû bi ser ket. Di otorîteya desthilatdariya AKP-MHP’ê û serkêşê wê de ku 31’ê Adarê hejiya duh êvarê derizî. Bi vê hilbijartinê re desthilatdariyê meşrûiyeta xwe ya rêvebirina bi hilbijartinê ji dest da. Desthilatdariya heyî bi bandora xurt a kurdan li ber mirinê û veşartinê ye. Dibe ku desthilatdariyeke bi vî rengî dest ji dijminatiya li kurdan bernede û hîn bêhtir bi êrîşkarî tevbigere. Pêvajoyeke nû ya siyasî û qonaxeke nû ya têkoşînê dest pê dike. Ya ku HDP û pêkhateyên wê bike jî bicihanîna stratejiya heman têkoşînê ye.

Jêder: Ev nivîs ji malpera ANF’ê hatiye wergirtin.

Dikarî Biecibînî