Çe(w)to ji kerê de keto

Ayhan Erkmen

Niha mirov dirêj û dirêj difikire û ji xwe dipirse: Gelo min li ku derê şaşî kir?

Erêêêê ger ku ew ceger bi te re hebe û nedî xebera û xeberê nedî dozger û dadgera -de bidî jî bila canê te sax be- gotina min şaş fem nekî, ez ê şîretekî li te bikim û ji te re  bêjim te li ku derî şaşî kiriye.

Dema ku te mase wergerand û her tişt wek makînê bi yek yekê ve girêda: yek millet, yek ziman, yek al, yek ol… te şaşî kir.

Dema ku te bi çavekî din li kurdan, rûman, romenan, ermenan, êzidiyan, elewiyan, xiristiyanan û yên din niherî û bi zimanekî çors û tirane bersiv da herkesî, te şaşî kir.

Dema ku xefirê (quretiyê) gem avête te û bû bore bora te û te ji ser pozê xwe re tu kes nas nekir, te kes ji xwe zanetir, xurtir, bedewtir û mezintir nehesiband, te şaşî kir.

Dema ku deshilatdariyê tu serxoş kirî û te şîrikatiya gelan bi ya cemaet û komên din re guherand te şaşî kir.

Dema ku te û şirîkên xwe dad pêpez (binpê) kir, liyaqat li ber çavan negirt û dadger û dozger ji dadê dûr ketin û gotinên te bûn qanûn te şaşî kir.

Dema ku te pirên dila xerab kirin û tu bûyî aşiqê gire giran, pira gir, balefirgeha gir, nexweşxaneya bajêran ya gir… û ew hemû jî bûn lîtav (lîl) û hemû dewlemendiyê welat daqurtin -dê hêj çil û çend salan jî daqurtînin- te şaşî kir.

Dereng e, lê disa jî ji bîr neke, hin caran zarokek jî hin tiştan hînî mirov dike, bes tenê mirov zanibe guhdar bike. Lê binêre, dirûşma Îmamoxlî ya “her tişt dê xweş be” zarokekî deh, dozdeh salî anîbû ziman.

“Xefir nebe paşayê min, ji te mezintir Xweda heye”, gel heye. Yê kû ji gel re kor be, gel jî wî nabîne.

Ya hate serê te Xwedê neyîne serê tu kesî. Stûriyê te vê carê li kendalê gêl asê bû. A de here û li cihê xwe rûnê. Êdî qet hesabên wisa dûr û dirêj neke û vê şîreta min ji xwe re bike guhar.

Mirovê dirêj bi salan berê ji hespê ketibû lê vê carê ji kerê de ketiye. Li cem me dibêjin yên ku ji hespê bikeve radibe, lê yên ku ji kerê bikeve rabûna wî parîkî zehmet e.

Dikarî Biecibînî