Jin, xak û dagirkerî

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Gelawêj Ewrîn di nivîsa xwe ya vê heftê de li ser têkiliya tundiya li ser jinan û dagirkeriyê nivîsand. Tevahiya nivîsa Ewrîn wiha ye;

Li beramberî şîdeta li ser jinê û bi taybetî bûyerên tecawizê, bêdengiyek heye, çima wisan e, mirov fam nake. Jixwe, mêr wek pirsgirêka xwe nabînin û bar avêtine ser milê jinan. Jin jî di çêkirina raya giştî û rakirina qiyameta bi serê van tecawizkaran de lawaz dimînin mixabin. Li cihên ku nijadperestî, dagirkerî û faşîzm heye li wan deran bûyerên bi vî rengî hîn zêdetir in. Diyar e, bi taybetî dagirkerî exlaqa civakê xira dike û bi xwe re karesatên hîn mezintir tîne. Wê demê heger em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin, divê em bizanin ka em pêşiya karesateke çiqasî mezin digirin. Rêxistinên qaşo mafê mirovan, jixwe ji bilî daxuyaniyan tiştekî bikin tuneye û yan jî wisa xuya dikin. Rêxistinên jinan jî bi vî rengî ne. Bi taybetî çend bûyerên tecawizê li başûrê Kurdistanê çêbûn û li beramberî wê weke ku xelat bikin, kesên sûcdar serbest hatin berdan. Li vî welatî bi rastî êdî mirov fam nake, kî sûcdar e, kî divê bê cezakirin û kî divê neyê cezakirin; ev şêlû bûne, ji ber ku pîvanên exlaqî bê wate mane.

Îro başûrê Kurdistanê ku mînaka wê di tu serdemekê de nebûye, di dorpêça hêzên sermayedar û noker de ye. Ji sedî 51´ê xaka welat hatiye firotin. Jixwe, bi dagirkirina di serî de li Kerkûkê û tevahiya başûrê Kurdistanê re bûyerên kuştin û tundiya li dijî jinan hîna zêdetir jî bû û ev hê jî didome. Ev li beşên din ên Kurdistanê jî bi vî rengî ye.

Balkêş e, mirov bi mijarên bi vî rengî bi awayên gelekî ji hev cuda dadikevin û weke ku bi hev re elaqeya wan nebe tên şîrovekirin. Nabe ku em rahêjin van rastiyên civakî û bi taybetî yên bi serê jinan de tên, ewqasî bi awayekî weke ku ji dagirkeriyê dûr bin. Di sêgoşeya bakur, rojhilat û başûrê Kurdistanê de em gelek caran behsa serhildan, berxwedan û qehremaniyên kurdan dikin li dijî xiyanet û dagirkeriya ku pê re bi pêş ketiye. Jina kurd herî zêde li beranberî van qirêjiyan li ber xwe daye û teslîmbûn qebûl nekiriye. Jina kurd dagirkerî qebûl nekiriye û di heman demê de tecawiza li ser bedena xwe jî qebûl nekiriye. Yên dijkujin û dibirin, radibin û dibêjin, namûsa me! Yên behsa namûsa xwe dikin, ez dixwazim ji wan bipirsim; Ka li derdora xwe mêze bikin, gelo xak û welat maye, heta tu radibî behsa namûsa xwe dikî! Namûs ji bo me kurdan êdî ji mêj ve ji wateya xwe ya klasîk derketiye. Namûs heger rast neyê pênasekirin, ya li derdora me diqewime, em ê wek bûyereke ji rêzê bibînin û di ser de derbas bibin. Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de diyar kir ku; ‘Derwêş û Mem di rastiyê de sembola xakê ne û Edûlê û Zîn ji bo vê rastiyê bûne sembola evîneke rast!’

Me behsa başûrê Kurdistanê û bi taybetî sêgoşeya bakur, rojhilat û başûrê Kurdistanê kiribû. Li vê sêgoşeya pîroz em rastî gelek mînakên wek Edûlê û Zînan tên. Di serî de jina kurd, tevahiya civaka kurd, ji bo parastina xaka xwe gelek berdêl dane. Ji jinên li Kela Dim Dimê heta bi jinên li herêma Rewanduz û Bradostan. Îro ji wê herêmê tiştekî din dest pê dike û Kurdistan bihost bi bihost tê firotin. Jin di wateyeke rast de xak e û ev di tevahiya dîrokê de jî hatiye îsbatkirin. Bi vê wateya xwe ya felsefîk xak tê pênasekirin û ya rast jî ev e.

Heger Nêçîrvan Barzanî bi du destan tevahiya xaka Başûr û heger jê were, tevahiya Kurdistanê jî  pêşkêşî hêzên sermayedar bike, wê demê gelek zehmet nîne ku mirov fam bike bê ka çima kujer û tecawizkaran efû dike û wan dide berdan. Ji cem wan her tişt ji bo firotinê ye. Wer li civaka me hatiye kirin ku dagirkeriya xaka xwe jî weke mijareke ji rêzê dibînin û heman tişt ji bo şîdeta li dijî jinan jî lê ye. Civaka ku bi feraseta teng a namûsê hatiye terbiyekirin, wê tu caran nikaribe wateya rast a evîna ji xakê û evîna ji jinê re nas bike. Vê ferasetê hişmendiya milkiyetparêz û ferdparêz bi xwe re mezin kiriye. Wek ku ya milkê min e û navê min li ser e, ez ê wê biparêzim, derveyî wê çi dibe bila bibe, kî çawa tê talankirin û dagirkirin, ew dizane û teqdîra wê ye.

Baş e! Kes napirse sermayedariyê gelo ew milkê taybet ê te ji xwe re qaşo parastiye jî hiştiye? Heger îro mala cîranê min tê dagirkirin, wê sibê hewşa min jî dagir bikin û gelek tiştên din jî bikin. Hemû sermayedarên ji Amerîkayê çend roj beriya niha mêhvanên Nêçîrvan Barzanî bûn, ji bo xaka Başûr bimijin û zuha bikin, di cilên taxim ên biriqî de weke gurên har ji min re dihatin ku maske danîne ser rûyê xwe. Kirîn, firotin, dagirkerî, talan û pê re jî her roj destdirêjiya li jinan. Nêçîrvan çawa bû Serokê Herêma Kurdistanê berê xwe da Erdogan û paşê li şûna qatil, tecawizkar û faşîzmê gunehbar bike, dagirkeriyê rewa dike û îro jî li Hewlêrê tecawizkaran serbest berdide! Namûs çi ye gelo, bi ya min yên xaka xwe difiroşin dagirkeran, bê namûs in û di heman demê de destdirêjiyê jî erê dikin. Îja bila şiroveyên din ji we re bimînin…

Dikarî Biecibînî