Gelo DYA-Rûsya li Sûriyeyê li hev dikin?

H. Halît Alaçati

Tevgera trafîka dîplomasiyê ya Rojhilata Navîn bi hemû leza xwe berdewam dike. Du roj berî niha Şêwirmendê Ewlehiyê yê Îsraîlê Meîr Ben-Shabbat, Şêwirmendê Ewlehiyê yê DYA’yê John Bolton u hevpîşeyê wan ê rus Nîkolay Petrushev li Qudisê hatin cem hev. Rojeva her sê şêwirmendan rewşa Sûriyeyê û hebûna Îranê ya li vî welatî bû. Bi her alî ve civînek girîng bû. Di daxuyaniya piştî civînê hatî dayîn de Bolton destnîşan kir ku li ser çareseriya siyasî ya Sûriyeyê hemfikir bûne.

Lê li gorî daxûyaniye Bolton û Serokwezîrê İsraîlê Binyamîn Netenyahû heman hemfikirî li ser hebûna Îranê ya li Sûriyeyê pêk nehatiye. Ligel vê jî di daxûyaniyê de hate ragihandin ku her sê welat ji bo hemû hezen leşkerî ji Sûriyeyê derkevin hemfikir in. Pozîsyona DYA, Rusya û Îsraîlê ya li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn tê zanîn. Aktorên herî bi bandor in. Hevkariya van sê welatan nayê wateya ku her tişt dê li gorî daxwaza wan biçe, bes bêyî gotina wan jî tu bername û proje jî nikar in bimeşin.

Ev civîn ji bo hevdîtina Trump û Putîn a di çarçoveya bernameya G20’an a li Osakaya Japonyayê amadekariyek bû. Bi îhtîmalek mezin hind mijarên ji vir mayîn dê di navbera Trump û Putîn de bên nirxandin. Lê xûyaye ku Rusya û ABD dixwazin di hind mijarên li Sûriyeyê, Îran û Rojhilata Navîn de nêzîk bixebitin. Ku ev pêk bê îhtîmal heye ku hind mijarên li Sûriyeyê bi lez pêş bikevin. Ne mimkûn e ku ev her du dewlet li ser Îran û giştî Rojhilata Navîn li hev bikin. Ji ber ku berjewendiyên wan gelek dijberî hev in. Bes di hind mijarên wekî Sûriyeyê de derfetên lihevkirinê hene.

Di vê rewşê de pirsa “gelo lihevkirina van hêzan tê çi wateyê” derdikeve holê. Di daxûyaniya piştî civîne Qudisê de gotina “Dê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin” xalek girîng e. Hedefa vê gotinê ya yekemîn hebûna Îranê ye. A duyemîn jî Tirkiye ye. Elbette ev mijar hebûna Rusya û DYA’yê jî eleqedar dike lê pêk anîna wê ne mimkûn e. Ev gotin ji bo pêşiya nerazîbûnên Îran û Tirkiyeyê bê girtin hate bilêvkirin.

Ligel divê îhtîmala lihevnekirina Rusya-DYA’yê li ber çavan bê girtin jî, liv û tevgerên DYA û Îsraîlê bi vê civînê bi sînor nîne. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Trump James Jeffrey ji duh bi Koma Biçûk Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê hatin cem hev. Di vê komê de Îngilîstan, Almanya, Fransa, Misir, Erebistana Siûdî, Yekitiya Emaretên Ereb û Urdin cih digirin. Piştgiriya İsraîlê jî li pişt vê komê ye.

Li gorî daxûyaniya Jeffrey a têkildarî civînê mijara bingehîn bi temamî têkbirina DAIŞ’ê û çareseriya siyasî ya Sûriyeyê ye. Wekî tê zanîn hêza ev kom pişta xwe dideyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye. Her wiha heman rojê Jeffrey li paytexta Fransayê Parîsê bi hind nûnerên siyasî yên di nav Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê de cih digirin de hate cem hev. Têkildarî mijarê daxuyaniyek nehatibe dayîn jî mirov dikare bêje ku mijar Sûriye û çareseriya siyasî ye. Alîkarê Jeffrey Wîllîam Roebuck, Alîgirê Koordînatorê Yekemîn e Têkoşîna bi Terorê re Alîna Romanaowskî û Alîkarê Wezîrê Dewletê yê Berpirsyarê Karên Rojhilatê Nêzîk Joel Rayburn jî ligel Jeffrey cih girtin.

Heman heyet dê di pêşengiya Jeffrey de di 28’ê heziranê de li paytexta Belçîkayê Brûkselê heman armancê hevdîtinan bidomîne. Li vir jî heyeta amerîki dê bi wezîrên parastinê yên Kooalîsyona Navneteweyî re bê cem hev. Li vir Cigirê Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Mark Esper jî tev li civînê bibe. Jeffrey dê di 29’ê hezîranê û 2’yê tîrmehê jî derkeve gera Rojhilata Navîn û bi rayedarên Urdinê re bi heman armancê bê cem hev.

Bi îhtîmalek mezin Jeffrey dê encama van hevdîtinên xwe de têkildarî rewşa Sûriyeyê di Konferansa Herzliya a di 2’yê tîrmehê de li Îsraîlê tê lidarxistin de daxuyaniyek berfireh bide. Di vê axaftinê de çarçoveya polîtîkaya DYA’yê di astekê de derkeve holê. Ji bo wê Konferansa Hêrzliya û daxuyaniya Jeffrey gelek girîng e. Hevdîtina dawiyê ya Jeffrey jî dê bi heman naverokê ango bi mijara Sûriyeyê di navbera 3-5’ê tîrmehê de li Berlînê bi Almanya û nîvekarên wan ên Sûriyeyê re pêk bê.

Zelal xuya ye ku DYA hewil dide înîsiyatîfa xwe ya li Rojhilata Navîn xurt bike. Tişta balkêş ew e ku di çarçoveya hevdîtinên DYA’yê de Tirkiye tune ye. Ev di heman demê de encama polîtîkayên Tirkiyeyê yên demên dawî ye. Bi vî awayî berdewam bike dê navbera Tirkiye û DYA’yê di pêşerojê de zêdetir vebibê. DYA bi vê hewildanê dixwaze mitefîkên xwe li Rojhilata Navîn zêdetir konsolîde bike. Ev ne tenê ji bo mijara Sûriyeyê ye. Di heman demê de bi armanca tengijandina İranê jî tê kirin.

DYA dê li hemberî Îranê ji bilî pêdakirinê aborî alavên din jî bixe dewreyê. Xuya kir ku gava yekemîn di polîtîkayên têra guherandinê nekir. DYA li bendê bû ku Tehran vegere mûzakereyan. Lê Îranê heta niha ev qebûl nekir û resta zenginkirina xebatên nûkleerî kişand. DYA’yê jî du roj berî niha biryara pêdankirinên nû da. Bi vê peyama ku dê polîtîkaya xwe bişidîne. Niha di rojeva DYA’yê de mudaxaleyek leşkerî nîne. Piştî pêdankirinên aborî dê niha zorê bide pêdankirinên siyasî.

Ji bo vê dixwaze dosyaya Îran, Sûriye û Iraqê bi hev re bigire dest. Ev hevdîtin û trafîka dîplomasiyê jî bi vê armancê ye. Ligel domandina çewsa aborî û siyasî bi îhtîmalek mezin Washington dixwaze gav bi gav Tehranê bitengijîne û neçarî polîtîkaya xwe bike. Dibe gav yekemîn derxistina hêzên leşkerî ya Îranê ya li Sûriyeyê be. Ji ber ku Washington di mijara Sûriyeyê de xwedî koalisyonek berfireh e. Piştgiriya gelek welatan digire. Lê heman piştgiriyê ji bo sînorkirina Tehranê nabîne.

Ji ber vê hemankirina dosyaya Tehran û Sûriyeyê avantajek mezin dide DYA’yê. Bi piştgiriya koalisyona navneteweyî û bi lihevkirina Rusyayê re li Sûriyeyê daxwaza xwe bi dest bixe û Îranê li vir bi sînor bike, avantajek giring bi dest dixe. Îran dê di qatek giring de zeif bibe û li hemberî DYA’yê destê wê zeif bibe. Bi heman gavê ewlehiya Îsraîlê jî heta astekê tê misogerkirin û pêşketina di çareseriya Sûriyeyê de jî destê Washingtonê xurt dibe.

Li aliyê din şert û merc Rusyayê jî neçarî çareseriyê dike. Niha ji ber ambargoya DYA’yê û hebûna çeteyên girêdayî Tirkiyeyê, kulfeta aborî û leşkerî ya Sûriyeyê ji bo Moskovayê hindî diçe zêde dibe. Ji bo vê di zûtirîn demê de çareserî dixwaze. Moskova naxwaze ji ber polîtîkayên Tehranê yên emperyal hesabên wan yên li Sûriyeyê derbe bixwe. Di vî alî de di navbera her du welatan de gengeşiyek heye.

Li vir tişta tê meraqkirin ew e; ka vîzyona DYA û Rusyayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê çi ye? Li gorî daneyên heyîn û polîtîkayên her du welatan, îhtîmala çareseriyek li ser esasî Sûriyeyek desantralize xurt dike. Ev jî tê wateya qebûlkirina herêmên xweser. Ev çareserî di heman demê de ji bo Îsraîlê jî çareseriya herî guncaw e. Îran û Tirkiye li dijî vê polîtîkayê derdikevin. Ew jî bi boneya dijminiya kurd û Kurdistanê ye.

Lê ku DYA û Rûsya di vî warî de li hev bikin, ji bilî Tirkiye û Îranê hemû welatên cîhanê dê piştgirî bidin vê çareseriyê. Ji xwe Tehran û Enqere jî nikar in pêşiya vê çareseriyê bigirin. Ji bo wê Tirkiye niha li Efrîn û herêmên dagirkirî paqijiya etnîkî dike. Tirkiye du alî dilîze. Armanca wê ya yekemîn avabûna netewdewleta Sûriyeyê ye. Bi vî awayî dixwaze cardin kurd wekî berê bi tevahî bên înkarkirin. Ji bo vê behsa yekitiya ax û serweriya Sûriyeyê dike. Armanca duyemîn jî ew e ku ligel hewildana wê û Îranê jî Sûriye bibe welatek federatîf, dixwaze li deverên niha dagirkirî ye rêveberiyek girêdayî xwe bide avakirin.

Ev polîtîkayên dewleta tirk bi nêz ve kirîna S-400’an re jî eleqedar e. Ku Tirkiye S-400’an bigire ango Moskovayê tercîh bike, dê pêşketinên cidî li herêmê pêk bên. Tirkiye dê zêdetir bikeve bin bandora Rusyayê. Di hundir de jî dê otorîtertir bibe. Li dijî vê em dikarin bertekên DYA bide jî wiha rêz bikin;

  • Li Rojhilata Navîn heta di qada navneteweyî de dê dengeyên nû ên hêze bên avakirin.
  • Rusya-Tirkiye-Tahran û dewletên nêzik van dê bibin eniyek.
  • DYA, Ewropa û welatên ereb dê vê yekê wekî gefek bibînin û hevkariya xwe xurttir bikin.
  • DYA dê hewil bide hebûn û karên dewleta tirk en li Başûr û Rojava, Iraq û Sûriyeyê sînor bike. Bi îhtîmalek mezin dê alikariya îstîxbarî bibire û qada hewayî ya Iraqê bigire.
  • Dê wekî Tehranê nebe jî ambargoya aborî dane ser Tirkiyeyê. Ev tê wateya tengijîna Tirkiyeyê ya di aliyê aborî, siyasî û herî girîng jî leşkerî. Bi taybetî di alavên şer en hewayî de.
  • Li Rojhilata Deryaya Spî, Ege û Qibrisê hevsengek nû li ser dijberiya Tirkiyeyê bê avakirin.

Wekî encam em dikarin bêjin Rojhilata Navîn dikeve serdemek xeternak. Gelek senaryo hene. Kîjan senaryo dê bi encam bibe ne diyar e. Minak kirîn an jî nekirîna S-400’an jî dikare bi serê xwe bibe sedema hevsengiyên nû. Ji bo wê tiştek mirov zelal bêje nîne. Lê bi giştî niha kar ber bi îhtîmala li jor hatiye nivisandin ve diçe. Bê guman gelê kurd û Kurdistan jî ji van senaryoyan bi nêz ve tesîr dibe. Lê li gorî her senaryoyê jî derfetên girîng derdikeven pêşberî gelê kurd. Her wiha taluke jî çê dibin.

Tişta herî xeter niha destê gelê kurd zeîf dike jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re ye. Di demek ev qas xeternak û firset li pêşberî gelê kurd heyîn de PDK bi israr Başûr pêşkêşî dewleta tirk dike. PDK vê bi hesaba ku dewleta tirk dê bi DYA’yê re li hev bike û li Rojava herêmek tampon pêk bîne dike. Qaşo ew jî dê li Rojava bi dewleta tirk re ji xwe re li vir cihek peyda bike. Tirkiye bi DYA’yê re li hev bike jî ev hesaba PDK’e pêk nayê û gelek xeternak e. Lê Tirkiye S-400’an bigire û bi Rusyayê re li hev bike, hingê PDK dê bi DYA’yê re jî bê hemberî hev.

Ev politikaya PDK’ê ya bêyûm niha zirarek mezin dide gelê kurd û doza Kurdistanê. Divê her kurdek bêyî dem winda bike, bertek nîşanî vê polîtîkaya xeternak bide. Nexwe îhtîmal heye PDK serencama Kerkûk, Şengal, Xaneqîn, Xakurkê bi destê PDK’ê li deverên din ên Kurdistanê jî pêk bîne.

Dikarî Biecibînî