Lêhengê kurd; Alîşêr

Mehmet Şahîn

Lêhengê kurd Alîşêr, hevsera xwe Zarîfe û biraziyê xwe Sebrî 82 sal berê di 9’ê tîrmeha 1937’an de li quntarên çiayayê Siltan Baba li herêma turbeya Tûjik Bava di şikefta Palaxînê de bi awayek bêbext, bêxlaq û hovane bi destê îxaneta kurd hatin qetilkirin.

Dema ku qala lêheng û berxwedêrên kurd were kirin navê ku di serî de cih bigre yek jî wê Alîşêr be. Alîşêr ji herî mezinan yek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd e. Xeynî zimanê dayika xwe kurdî, bi çar zimanên din tirkî, îngilîzî, fransî û rûsî dizane.

Alîşêr ê Qoçgirî, feylozof e, helbestvan e, bestekar e, hozan e, bijîşk e, wêjevan e, mamoste ye, dîplomat e, rêxistinkar û ajîtator e, stratejîst ê leşkeriyê û rêberê gel e. Alîşêr, pêşeng û aqilmendê serhildana Qoçgirî û berxwedana Dêrsimê ye.

Alîşêr li gundê Azgêr (Emîrhan) a girêdayî Qoçgirî ji dayika xwe dibe. Qoçgir navê heremê ye. Her çiqasî bi bajarê Sêwazê girêdayî be jî bi çand û xwezeya xwe parçeyeke erdnîgariya Dêrsimê ye. Di gelek çavkaniyan de û di nava gel de wekî herêma rojavayê Dêrsimê tê pênasekirin.

Dibe katib û şêwirmendê Mistefa Beg

Alîşêr di pêvajoya xwe ya perwerdehiya li bajarê Sewazê de bi serkeftina xwe bala derûdorê xwe dikişîne. Piştî bi dawîbûna pêvajoya perwerdehiyê dibê şêwirmend û nivîsyarê Mistefa Begê serokê eşîra Qoçgirî. Bi saya wê pêwirdariyê li heremê tê nasîn, têkiliyên wî yên germ bi gel re çêdibin û dibe heskiriyê gel.

Mistefa Beg ji ber nasnameya xwe ya kurdewar û azadîparêz di sala 1902’yan de ji hêla dewleta Osmanî ve li bajarê Sêwazê bi awayeke bêbêxt û xefî bi jehrê tê kuştin. Piştî kuştina Mistefa Beg Alîşêr heman peywira xwe li qaymaqamiya Refahiyê û Îmranliyê ji bo her du kurên Mistefa Beg Alîşan û Heyder Beg jî didomîne. Piştî mirina Mistefa Beg roj bi roj Alîşêr wekî pêşeng derdikeve pêş.

Bi xizma xwe Zarîfe re dizewice

Alîşêr di vê pêvajoyê de bi xizma xwe Zarîfe re dizewice. Zarîfe ne tenê hevsera wî ye, weke lêhengekî di heman demê de rêhevala doza wî ye. Heta dawiya emrê wî alîkar û piştgira wî ya herî xurt û qewîn Zarîfe ye. Dilsozî û rêhavaliya wan di xîtabet û diyaloga di navbera wan de jî xwe dide der. Alîşêr ji Zarîfe re dibêje “Hevalê”,  Zarîfe ji Alîşêr re dibêje “Hevalê min”.

Zarîfe, di rêxistinikirina gel de, di çareserkirina pirsgirêkên nav eşîran de, di hewldanên avakirina tifaqa kurd û eniya neteweyî de alîkara Alîşêr ya herî mezin e. Alîşêr beriya hemû biryarên xwe yên girîng bi Zarîfe dişêwire hêja biryara xwe dide. Dema ku li ser mijarekî nîqaş dest pê bikirina dê li Zarife vegeriya û bi gota “Hevalê tu çi difikirî ?”

Ji bo Kurdistaneke serbixwe dîplomasiyê dike

Alîşêr di pêvajoya şerê yekemîn ê cîhanê de demek xuya nake. Piştî ku hêzên rûs li dijî hêzên osmanî bi ser dikevin û ber bi Erzînganê ve rêdikevin Alîşêr derdikeve holê. Ev ji dibe sedema şîrovayên ku “Alîşêr çûye Rusyayê û ji bo azadiya Kurdistanê bi rayedarên Rûs re hevdîtin û peyman çêkirine”.  Zanebûna wî ya zimanê rûsî jî bi vî îdiayê ve tê girêdan. Şahidê wê pêvajoyê Dr. Nûrî Dêrsimî di pirtûka xwe ya bi navê “Di dîroka Kurdistanê de Dêrsim” de vê îdiayê piştrast dike û dibêje Alîşêr li ser navê kurdên Qoçgirî, Sêwaz, Meletî û Dêrsimê ew hevdîtin pêk anîne.

Di heman pêvajoyê de Alîşêr bi pêşengên civaka ermen re jî hevdîtinan dike. Alîşêr dixwaze kurd û ermen li dijî faşîzma tirkan bibin yek û têkoşîna hevpar bimeşînin. Li gorî nêrîna Alîşêr pêkhatina tifaqa kurd û ermenan wê serkeftinê hêsantir bikira. Di wan hevdîtinan de Alîşêr pêşengên ermenan rexne dike. Di rexneyên xwe de ji wan re dibêje “hûn daxwaz û hasasiyeta civaka kurd nabînin û qala avakirina Ermenistana mezin dikin, hewce ye hûn dev ji vê berdin û qala welateke hevpar bikin”.  Mixabin di wan hevdîtinan de encameke erênî dernakeve û tifaqa ku Alîşêr hêvî dikir pêk nayê.

Alîşêr vedigere Dêrsimê  

Alîşêr piştî ku vedigere Dêrsimê ji bo avakirina tifaqa kurd bi roj û şev bê navber bi serokên eşîrên heremê re hevdîtinan pêk tîne. Pişt re derbasî hêrêma Qoçgiriyê dibe. Li herêma Qoçgirî jî bi heman armancî bi kedeke mezin xebatên xwe berdewam dike. Xebatên Alîşêr di demeke kin de encamên xwe didin der. Hişmendiya kurdewar û azadîparêz roj bi roj xurtir dibû. Hevgirtina eşîran pêş dikeve.

Di wê pêvajoyê de piştî ku rûs hatin li Erzînganê bicih bûn gelek serok eşîrên Dêrsimê çûn serdena rayedarên rûs û ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe ji wan alîkarî xwestin.

Bi Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê re têkilî datîne

Rewşenbîr û pêşengên kurd ên li Stenbolê jî ji bo azadiya Kurdistanê ketibûn nava hewldanan. Di encama wan hewldanan de di bin serokatiya Seyîd Abdulkadîr de Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê ava kiribûn. Ji herêma Dêrsimê kesên wekî Dr. M. Nûrî Dêrsimî (Baytar), Sarioglu Huseyin Husnu Beg, Mîralay Xelîl Begê Dêrsimî,  Xwendekarê Tenduristiyê Necibê Dêrsimî, ji Sari Saltikê Xelîl Begê Dêrsimî Alişêr Begê Qoçgirî, Alişan Begê Qoçgirî,  Haydar Begê Qoçgirî, hebûn.

Alîşêr bi ji bo avakirina eniyeke neteweyî ya kurd bi Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê re jî têkilî datîne. Li gorî hinek îdiayan dibêjin ji xwe berê de endam bûye lê aşkera nekiriye. Jixwe Heyder û Elîşan Beg ên her du kurên Mistefa Beg jî endamên wê cemiyetê bûn.

Li herêma Qoçgirî şaxên cemiyetê vedike

Li navçeya Kamîlava ya Sêwazê ku wekî navenda herêma Qoçgirî bû şaxa Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê hat vekirin. Endamê cemiyetê Dr. Nûrî Dêrsimî di pirtûka xwe de li herêma Qoçgirî qala vekirina gelek şaxên cemiyetê dike. Weşana cemiyetê kowara “Jin”  bi hêjmareke zêde li heremê dihat belavkirin.  Xebatên Alîşêr û rêhevalên wî encamên gelek girîng derdixistin holê. Li herêma Qoçgirî hişmendiya neteweyî û avakirina Kurdistana serbixwe roj bi roj xurt dibû.

Alîşêr û rêhevalên xwe dizaniyan ku bêyî Dêrsimê serkeftin nepêkan e. Lewre heman xebatên xwe bi li Dêrsimê jî dimeşandin. Di encama wan xebatan de ji pêşengên eşîrên Dêrsimê jî gelek kesên navdar kiribûn endamê cemiyetê.

Hewldanên ji bo yekitiya neteweyî

Di wê pêvajoyê de M.Kemal ji Erzeromê bi ser Erzînganê de ber bi Enqereyê dikeve rê. Piştî ku digihîje Enqerê Meclisa Tirkiyeyê ava dike. Bi ser wan geşedanan re li ser peywirdariya cemiyetê Alîşêr careke din vedigere Dêrsimê û ji bo xurtkirina rêxistiniya cemiyetê dest bi propogandayan dike. Alîşêr di axaftinên xwe yên bi gel re wiha dibêje; “Ji bo bi destxistina otonomiya (muhtariyet) Kurdistanê hewce ye eşîr demildest des ji nakokiyên nav xweyî berdin û dest bi avakirina pergala xwe bikin. Pêwîste ser navê hemû eşîran lijneyek here Enqerê û daxwaza meya otonomî ya ku dewletên Ewropayê dane me bi M.Kemal û hevalên wî bide erêkirin. Heke Enqere vê daxwaza me erê neke hewceye bizanibe ku li dijî wê dê rapaerîna me dest pê bike” Her çiqasî Alîşêr di wan axaftinên xwe de qala otonomiyê bike jî bêguman armanca wî avakirina Kurdistana serbixwe ye. Alîşêr dizane ku Kurdistana serbixwe wê bi avakirina eniya neteweyî pêkan be lewre bi şev û roj ji bo çareserkirina nakokiyên nav eşîran û avakirina tifaqa neteweyî dixebite.

Xebatên Alîşêr encam digrin. Di nava eşîrên herêma Dêrsim û Qoçgirî de li ser soz û bexta hevgirtinê tifaqa neteweyî ava dibe. Di meha mijdara 1920’an de di navbera serok eşîrên heremê de civînek tê lidarxistin. Di wê civînê de biryar didin ku daxwazên xwe bi rêya peyamekî ragihînin Enqereyê.

Dixwazin Enqere helwesta xwe zelal bike 

Di meha mijdara 1920’an de daxwazên ku di wê peyamê de ji hukûmeta Enqereyê dihatine xwestin ev bûn:

1- Saltanata Stenbolê ku muxtariyeta Kurdistanê qebûl dikir, bê ka ji teref M. Kemal ve jî tê qebûlkirin an na divê ev bi zelalî were aşkerakirin.

2- Der barê îdareya muxtariyeta Kurdistanê de fikir û ramanên M. Kemal çi ye, divê bi awayekê lezgînî ji Dêrsîmiyan re bê ragihandin.

3- Girtiyên kurd ên di girtîgehên bajarên wekî Xarpêt, Meletî, Sêwaz û Erzînganê dene bi awayekê lezgînî serbest bêne berdan.

4- Li herêmên ku serjimara kurd lê pirtir in divê karmendên tirk ji wan herêman vekişin.

5- Amûrên leşkerî yên ku ji bo şer li derûdora herêma Qoçgiriyê hatine bi cihkirin divê bi awayekê lezgînî bêne rakirin.

Nameya ku ev daxwaz tê de hatîbûn rêzkirin li ser navê serokê eşîran bi destê Brahîm axa yê bavê Dr. Nûrî Dêrsimî ve hatibû nivîsîn. Alîşêr, Alîşan û pêşengên heremê îmzekiribûn. Name bi ser Mûtasarrifê Dêrsîmê Riza beg re di hema rojê de bi ser rêya Xarpetê re gihandin Enqereyê.

Xebatên Alîşêr hikûmeta Enqereyê ditirsîne

Amadekarî û hewldanên Alîşêr û rêhevalên wî rêveberiya Enqereyê ditirsîne. Hikumeta Enqereyê ji xurtbûn û belavbûna serhildanê ditirse. Lewre di serî de bi helwestên nerm ên xapînok xwestin serhildanê asteng bikin. Ji bo îknakirina serhildêran lijneyek avakirin û şandin heremê. Wê lijneyê ji serok eşîrên kurd re gotin, “ger hûn êrîşên xwe rawestînin em ê hemû daxwazên we qebûl bikin”. Lê baaweriya serokeşîrên kurd bi wê lijneyê qet tunebû. Alîşêr kesek rewşenbîr û şareza bû. Bi weadên sivik û erzan xapandina wî nepêkan bû. Serokên eşîran demildest ji ser Xarpetê re ev telgraf şandin Enqereyê;

” Bi rêya wîlayetê Elezîzê, ji TBMM’yê re

Li gor peymana Sevrê, divê wîlayetên weke:  Diyarbekir, Elezîz, Wan, Dêrsîm û Bedlîsê Kurdistaneke xweser bê avakirin. Divê ev bi awayekê lezgînî bê kirin. An na, em neçar in ku bi zora çekê ji we bistînin.  25-Berfanbar-1920

Bersiva telgrafê ji Enqereyê nehat. Di demeke herî kin de jî yekîneyên leşkerên tirk li gelek deverên herêmê bi cih bûn. Serokeşîrên ku li Qoçgiriyê diman jî bi heman awayî amadekariyên berxwedanê dikirin. Piştî amadekariyên her du refan êdî pevçûn jêneger bûn. Pêşengên kurd dizaniyan ku wê  serokeşîrên Qoçgiriyê bi tena serê xwe nekaribin li ber xwe bidin lewre ketin nava hewldanên firehkirina eniya berxwedanê. Di encama wan hewldanan de li navçeya Arapgîr a Meletiyê eşîrên Dirêjan, Atma û Poçîkan sozên piştgiriyê dan wan.

Destpêka pêşwext serkeftinê asteng dike

Êdî çile hatibû. Di mehên çileyan de rêwîtiya çûnûhatina di navbera Qoçgirî û Dêrsimê gelek bi zor û zehmetiyan bû. Ji ber ku çiyayên di navbera Koçgirî û Dêrsimê de çiyayê Munzûrê pir bilind û asê bûn. Ji ber barîna berf a zêde derfetên çûn û hatinê hema hema qet tune bûn. Kurdên heremê bi wê rewşê baş dizaniyan.  Lewre plansaziya serhildana xwe li gorî wê rewşê amade dikirin. Li gorî plansaziyê dê serhildan di bihara 1921’an de bihata destpêkirin. Lê mixabin plansaziya wan li gorî xwesteka wan nemeşiya.  Ji ber êrîşên komên bê disîplîn beriya demê diyarkirî serhildanê dest pê kir. Ji ber ku serhildan ne di wextê xwe de dest pê kir, piştigiriya ku dê ji Dêrsîm, Erzîngan û Meletiyê bihatina nehatin. Mixabin ew serhildana ku bi ked û pêşengiya Alîşêr û rêhevalên wî bi hêviyên gelek mezin dest pê kiribû bêencam bi dawî bû.

Serok û rêberên serhildanê piraniya wan baweriya xwe bi dewletê tînin û li ser soz û bexta ku wê werin efûkirin teslîmê dewletê dibin lê Alîşêr ê şareza bi tu awayî baweriya xwe bi wan nayne û teslîmê hêzên dewletê nabe. Piştî ku mirov li aqûbeta wan serok û pêşengan dinêhire mirov rastbûna biryara wî dibîne. Dadgeha dewleta trik ji bo Alîşêr biryara dardekirinê dide û hikumeta Enqerê jî xelat datîne ser girtin û radestkirina wî.

Alîşêr bi tevî xizmên xwe ve derbasî Dêrsimê dibe

Piştî bêencam mayina serhildanê Alîşêr û 15 xizmên xwe derbasî Dêrsimê dibin û li gel Pîr Seyîd Riza bi cih dibin. Piştî derketina efûya giştî xizmên wî vedigerin Qoçgiriyê Alîşêr û hevsera xwe Zarîfe, Sebriyê birarziyê Alîşêr û hevjîna xwe li Dêrsimê dimînin.

Alîşêr û hevsera xwe Zarîfe li Dêrsimê jî bênavber ji bo avkirina Kurdistaneke serbixwe dixebitin. Ji destpêkên amadekariyan hetanî pêvajoya şerê çekdariyê yê herî dijwar de Alîşêr û Zarîfe wekî du lêhengan her tim li pêş in. Dîplomasî siyaset û plansaziyên şer hemû di bin pêşengiya Alîşêr de tên birêvebirin. Aqilmend û şêwirmendê Seyîd Riza yê sereke Alîşêr e. Bêgûman rayedarên dewleta tirk jî di wê zanebûnê de ne. Endamê JÎTEM’ê Mîralay Nazmî Sevgen di rapora xwe de wiha dibêje “Aqilmend û reveberê berxwedanê yê esasî Alîşêr e. Hetanî ew neyê girtin berxwedan têk naçe”. Lewre ji bo dewleta tirk jî armanca herî mezin an tunekirin an jî bidestxistina Alîşêr bû.

Seyîd Riza çûna derveyî welat li ser wî ferz dike

Pîr Seyîd Riza ji bo parastina lêheng û aqilmendê mezin Alîşêr pêşniyar dike ku ew ji qada şer derkeve û here derveyî bajêr. Lê Alîşêr wê pêşniyarê red dike, dibêje ez welat û gelê xwe bi tenê nahêlim û naçim. Piştî demekî Seyîd Riza wekî rêberê berxwedanê çûna Alîşêr ya derveyê welat wekî pêwirekî li ser wî ferz dike. Alîşêr ji bo doza gelê xwe neçar dimîne wê peywirê qebûl bike. Bi ser wê biryarî re Alîşêr dê cara yekem ji rêhevala xwe Zarîfe veqetiya û bi tena serê xwe biçûya derveyî welat. Alîşêr dê bibûya dîplomatê gelê xwe. Dê bi rêka dîplomasiyê dengê berxwedana Dêrsimê û xwesteka azadiya civaka xwe ragihanda cîhanê.

Plansaziya kirêt dikeve meriyetê  

Îhtîmaleke zêde agahiya rayedarên tirk ji hevdîtina Alîşêr û Seyîd Riza û plansaziya çêdibe. Lewre di heman pêvajoyêd de endamê JÎTEM’ê Mîralay Nazmî Sevgen ê ku ji Qoçgiriyê vir ve ji bo girtinê li du Alîşêr bû plansaziya xwe ya kirêt dixe meriyetê. Nazmî Sevgen ji bo plansaziya xwe ya kirêt birarziyê Seyîd Riza Rayber (Qopo) hildibijêre. Bi weadên dayina mal û milk û tenekeyek zêr wî dixapîne. Rayber bi tena serê xwe cesaret nake. Lewre ew jî birarziyê Seyîd Riza yê din Zeynel Top ê ku kirîvê Alîşêre dixapîne û dike şirîkê îxaneta xwe.

Rojek piştî hevdîtinê di 9’tîrmeha 1937’an de ku Alîşêr amadekariya xwe ya çûyînê dikir Zeynelê Xidê yê Mûrtî, Efendî yê Vankî, Misto yê Sûrê û Celoyê Ferî  berê xwe didin wargeha Alîşêr û Zarîfe şikefta Palaxînê. Serekê çeteya îxanetkar Rayberê Qop li herêma Mezikê li benda wan disekine. Zarîfe dema ku dibîne ew kes nêzîkê şikeftê dibin hevalê xwe Alîşêr hişyar dike. Dibêje, “ Hevalê min, hatina van kesan ne ji bo xêre ye, em bi tedbîr tevbigerin” Alîşêrê dilpak dibêje “ Hevalê, tu nabînî di pêşiya wan de kirîvê me Zeynel heye tu çawa dikarî ji bo kirîvê me neerênî bifikirî”

Îxanet û bêbextiya hezar salan dubare dibe

Her du jî jo bo pêşwazîkirina mêvanên xwe derdikevin pêşberê şikeftê. Piştî ku derdikevin pêşberî şikeftê xayin li wan gule dibarînin. Mixabin fişeka Mistoyê Sûrê di cih de şêrê gelê kurd Alîşêr dikuje. Zarîfe demildest çeka xwe dikşîne û berî wan dide. Ew jî ji koma îxanetkar Efendî dikuje. Misto dikeve şikeftê û êrişê Zarîfe dike.  Misto û Zarîfe dikevin erdê û li erdê hevûdu dikevizînin. Zeynel dikeve şikeftê Sebriyê biraziyê Alîşêr û Zerîfe ya ku li erdê ye herduyan dikuje. Ji ber ku hevjîna Sebrî bê çeke direve nava daristanê xwe winda dike û xelas dibe.

Ji koma îxanetkar yek dimre dudo jî birîndar dibin. Koma îxanetkar piştî ku serê her sêyan jêdikin di şikeftê de lêgerîneke dorfireh dikin. Tiştên aydê wan, hemû berhem û alavên wanên di şikeftê de digrin ser milê xwe û diçin li Tilagê cem Rayberê Qop. Ji wê derê bihevre diçin bîryargeha leşkeriya tirk. Di biryargehê de endamê JÎTEM’ê Nazmî Sevgen wan pêşwazî dike. Efser Nazmî Sevgen serê her sê lêhengan û hemû berhem û alavên wan teslîmê fermandarê herêma Dêrsimê Abdullah Alpdoganê zavayê Sakalli Nûredîn Paşa dike. Yê ku li Dêrsimê qirkirinê dike û heremê wêran dike, yê ku ji bo destana li Dêrsimê hatiye jiyîn bi gelê kurd bide jibîrkirin navê Dersimê dike Tûncelî Alpdogan bi xwe ye.

Dr. Nûrî Dêrsimî di pirtûka xwe de dibêje dema ku Alîşêr hat qetilkirin 75 salî bû. Heke ev rast be tê wê wateyê ku di serhildana Qoçgirî de Alîşer 59 salî ye. Lê di wênayên pêvajoya serhildanê de gelek zelal xwiya dike ku Alîşêr ji 59 salî gelek ciwantir e. Efserê tirk Nazmî Sevgen di çavkaniyên xwe de dibêje 1937’an de dema ku Alîşêr hatiye kuştin 55 salî bûye. Dema ku em xebata wî ya li gel Mistefa Beg bigrin çav ev jî nerast xwiya dike.  Dema ku mirov hinek hesaban dike temanê wî li derûdora 60-65 salî xuya dike.

Berhemên wî yên giranbuha di destê dewletê de ne

Wekî ku di destpêkê de jî me gotibû, Alîşer rewşenbîreke mezin e, helbestvan û siyasetmedar bû. Bêguman gelek helbest û nivîsên wî hebûn û di şikeftê ketin dest îxanetkaran. Wan jî birin teslîmê artêşa tirk kirin. Ew berhemên Alîşêr ên giranbuha hemû di arşîva dewleta tirk de ne û hêjî nehatina aşkerakirin.

Her çiqasî dewleta tirk berhemên wî aşkera neke jî gelek helbestên wî di nava gel de tên zanîn û tên vegotin. Gelek ji wan jî bûne stranên herî bi qedir û qîmet.

Ez dixwazin du çarînan ji du helbestên Alîşêr ên navdar ku herî zêde tên zanîn bi were par ve bikim û nivîsa xwe bi dawî bikim. A yekemîn kurdî hatiye nivsîn lê ya duyemin tirkî hatiye nivîsîn werger a min e.

….

Here dilo yeman yeman

Çiya girtî berf û dûman

Mera bişîne şahê merdan

Ew dermanê hemû derdan

Welatê şêra ye rûvî nekarin têkevin

Heqîqeta efsûneyan e, aqil têr nake

Gula kurda ye, ji zalim re nabe war

Bi wan ve girêdayî ye rêya Dêrsimê

Aqûbeta Îxanetkaran

Çîroka Rayberê Qop û Zeynelê Xidê çîroka hemû îxanetkarên Kurdistanê ye. Lewre aqûbeta wan aqûbeta hemû îxanetkara ye.

Piştî demekî Zeynel dibîne ku dewleta tirk li ser soz û bexta xwe nasekine. Her tim bi awayeke xapînokî wan eware dike. Tiştên ku wead kirine yekî jî nadin wan. Zeynel di sala 1938’an de dest bi berxwedanê dike. Derbeyên gelek mezin li artêşa tirk dixe. Di havîna 1938’an de di şerê berxwedanê de tê kuştin.

Rayberê Qop piştî qirkirina Dêrsimê wekî ku peywira xwe ya nebixêr anî be cih di sala 1938’an de diçe serdana generalê heremê Abdullah Alpdogan. Rayber li gorî peymana navbera wan doza zêr, pere û erdê ku dê li herêma Egeyê bidana wî dike. Êdî serhildan bi dawî bûye, pêwistiya wan bi îxanetkaran nemaye lewre êdî ne hewce ye li berdilê Rayber bidin û dilê wî şad bikin. General li wê derê Rayber dide kuştin. Pereyên ku heta wê demê ji bo xizmetên îxanetkariyê dabûn Rayber wan jî desteser dike.  Leşkerên tirk tenê Rayber qetil nakin kurê wî yê 16 salî yê ku li ber derî li benda wî ye wî jî qetil dikin. Dû re ji malbata Rayber kî dikeve dest wan hemûyan qetil dikin.

Çîroka Rayber çîroka hemû îxanetkarên kurd ê hezar salan e. Çîroka hemû îxanetkarên ku di pêvajoya berxwedanê de li gelê xwe îxanet kirin û piştgiriya dewleta dagirker kirin. Îxanetkar her tim wekî maşik in, heta pelên agir hebin maşik lazim e kengê pelên agir qediyan pêwistî bi maşe namîne davêjin sergoyê. Heta îxanetkar kêrî wan werin pişta wan miz didin.  Kengê peywira wan qediya bi awayekî herî dijwar bi tevî malbata xwe tên qetilkirin.

Dikarî Biecibînî