Dewleta tirk çi ji gelê Lîbyayê dixwaze?

Dewleta tirk bi hemû hêza xwe, çi eskerî û çi siyasî, destekê dide hêzên hikûmeta El Serac. Enqere dixwaze ku ev “hikûmeta” Birayên Misilman ya ku desthilatdariyê li paytextê dike, têk neçe û karibe wek kartekê di destê wê de bimîne

Rewşa tevlîhev ya ku li cîhana ereb piştî sala 2011´an rû da, siyaseta heremê serûbin kir. Gelek hêzên heremî hewl dan sûdê ji vê rewşê werbigrin û hebûna xwe xurt bikin. Bi taybetî piştî ku qaşo (Buhara Ereban) ji forma xwepêşandanên aştiyane derket û dewrî şerekî navxweyî yê ji bo bidestxistina desthilatdariyê bû, ev mudaxeleyên derdoran zêdetir û berztir bûn.

Di serî de Îran û Tirkiyeyê hewl dan van serhildanên gel ji bo xwe bi kar bînin. Van her du welatan destek dan hêzên çekdar yên islamî. Îranê mudaxeleyeke eskerî li Sûriye, Yemen û Lubnanê pêk anî û li van welatan yekser alî girt. Hêzên girêdayî Tehranê hewl didin statuyeke muhafezekar a li dijî nirxên demokrasî, cîhana Rojava û welatên ereb yên sereke (Misr, Mîrgehên ereb yên Yekgirtî û Arabistana Seûdiyê) bi cih bike.

Li aliyekî din, dewleta tir tirk jî hewl dide di paşeroja welatên ereb de xwedî gotin be. Bi alîkariya komên çekdar yên islamist û cîhadist, Enqere hewl dide tevlîheviyê durist bike û rê li ber peydabûna sîstemên demokrat bigre. Bi taybet piştî hilweşandina rejîma Birayên Misliman li Misr û Sûdanê, dewleta tirk derbên mezin xwar û wek nerîn û stratejî li iflasê ket. Ev her 2 welat, yên ku mîna “dostên” Tirkiyeyê bûn, niha bûne dijberî wê û siyaseta wê li heremê rexne dikin û wek tehdîd li ser xwe dibînin. Li tevahiya cîhana ereb, ji bo dewleta tirk tenê du welat wek “dost” û hevalbend mane. Ew jî Qeter û herêma Terablûs ya Lîbyayê ye. Wek tê zanîn, Qeter ji ber durustkirina tevlîheviyê û alîkariya rêxistinên islamî û cîhadî, ji aliyê civaka ereb ve hatiye izolekirin û dorpêçkirin. Lîbya jî niha di nava şerekî navwxeyî yê mezin de ye. Artêşa Lîbyayê ya ku destekê ji welatên ereb digre, hewl dide dawî li rêveberiya Terablusê ya li jêr desthilatdariya Birayên Misilman de ye, bîne.

Niha hêzên artêşa Lîbyayê, yên li jêr serkêşiya General Halifa Hefter, paytex Terablûs dorpêç kirine û banga xweradestkirinê li hikûmeta Birayên Misilman ya li jêr serkêşiya Fayiz El Serac dikin. Şerê di navbera van her du aliyan de, ev serê çend mehan, dijwar bûye. Dewleta tirk jî terefekî vî şerî ye. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe, çi eskerî û çi siyasî, destekê dide hêzên hikûmeta El Serac. Enqere dixwaze ku ev “hikûmeta” Birayên Misilman ya ku desthilatdariyê li paytextê dike, têk neçe û karibe wek kartekê di destê wê de bimîne. Ji bo ku ev armanc pêk were, dewleta tirk çekan bi riya gemiyan û belafiran sewqî Terablûsê dike.

Li gorî hikûmeta Lîbiyayê û artêşa vî welatî, dewleta Tirk rolek berz di gurkirin û geşkirina vî şerî de lîstiye û hîna dilîze. Ew bi riya dewrkirina çekan û belafirên bê pîlot, şer dirêj dike û rê li ber diyalogê digre. Jixwe beriya çend mehan hikûmeta Yûnanistanê dest danîbû ser gemiyek Tirkiyê ku bi qasî 500 ton çek barkirî, ku divyabû biçûya Terablusê. Vê alîkariya hikûmeta AKP/MHP bandoreke mezin li ser rewşa şerê li Lîbyayê kir. Çek, alav û melzemeyên şer yên ku ji Tirkiyê ji bo hêzên El Serac hatine dewrkirin, bandorek mezin li şerê ku ji bo bidestxistina bajarê (Geriyan, ku 75 km dûrî Terablusê ye) kir. Her weha bû sedem ku di her 3 mehên dawî de 700 mirov di şerê navbera her 2 aliyan de werin kuştin. Hêzên General Hefter hin belafirên bê pîlot, yên ku dewleta Tirk ji hikûmeta El Serac re şandibûn, xistin. Her weha dest danîn ser hin melzemeyên şer yên ku li Tirkiyeyê hatine hilbirîn. Piştî vê yekê, artêşa li jêr desthilatdariya General Hefter daxuyanî derxist û dewleta tirk ya ku “şerekî çekdarî li dijî gelê Lîbyayê dimeşîne” hişyar kir. Di vê daxuyaniyê de hat gotin, belafir û gemiyên dewleta Tirk hemû, yên ku çekdan dewrî Terablûsê dikin, wê ji bo artêşa General Hefter bibin hedefên rewa. Her weha ajan û çeteyên ku ji aliyê hikûmeta AKP/MHP ve hatine perwerdekirin û ji bo alîkariya hêzên El Serac hatine şandin, wê bibin hedef û werin tesfiyekirin. Hin welatiyên tirk hatin girtin, pişt re serbest hatin berdan. Dewleta tirk xwest vê bûyerê bike mijara bazarê û gelê tirk, ji bo atmosfêra şer, ku Erdogan afirandîye, amede û sor bike.

Misr, Mîrgehên ereb yên yekgirtî û Arabistana Seûdiyê, ev gav silav kirin û piştgirtiya xwe ji bo helwesta Hefter nîşan da. Dewleta tirk jî gef xwarin û Erdogan gazî El Serac kir û di hizûra wî de gef û tehdîd li gelê Lîbyayê xwar. Erdogan diyar kir, ku wê dewleta tirk alîkariya xwe ya ji bo çekdarên li Terablusê nesekinîne û Hefter mîna “Korsan” bi nav kir. Erdogan got, divê hêzên Hefter bi ser nekevin. Ev yek lixwemukurhatinek e, ku dewleta tirk êdî bûye faktorekî sereke di vî şerî de û ew destekê dide aliyekî ku bi hezaran cîhadîst li xwe kom kiriye û bi riya wan dixwaze tevahiya Lîbyayê kontrol bike û welatekî islamî mîna Talîban li wir ava bike. Jixwe di vê navberê de hat zanîn ku dewleta tirk bi pirek hewayî di navbera belafirgeha Esenboğ a Tirkiyê û belafirgeha Maytiqa a li Lîbyayê de, bi tonan çekan ji bo koma El Serac ya li Terabluse dewir dike. Di vê dawiyê de 4 barên çekan, di nava wan de 8 belafirên bê pîlot, hatin valakirin.

Hikûmeta Terablusê, ku Fayiz El Serac serkêşiya wê dike, ketiye jêr desthilatdariya komên cîhadist û islamist. Hin ji van koman xwe mîna şaxên DAIŞê dibînin. Civaka navnetwî biryar da (biryara 1970 sala 2011 û biryar 2420 sala 2018) ku divê bi tu awayî çek ji bo van komên neyên dewrkirin. Jixwe General Hefter jî diyar dike, ku ew van koman dikin hedef û amede ne li gel El Serac diyalogî bikin, lê bi şertê ku ew têkiliya xwe bi van komên cîhadîst, rêxistina Birayên Misliman û hêzên derve re bibire.

Hikûmeta AKP/MHP Tarblusê ji xwe re mîna “cihekî ewle” dibîne, ku wir wek bargehekê ji bo xwe bikar bîne. Bi riya Terablusê karibe tevahiya heremê kontrol bike. Li wir cîhadistan komî ser hev dike (li gorî hin agahiyan bi sedan çekdarên Cebha El Nûsra ji Idlibê dewrî Terablusê kirî ye). Wan perwerde û bi çek dike û bi riya wan dixwaze gefan li welatên ereb bixwe. Jixwe Enqere niha bûye bingeha hêzên muxalefetê yên li dijî hikûmetên Misr, Mîrgehên Ereb, Arabistana Seûdiyê û Sûdanê tevdigerin. AKP ji bo van hêzan bi dehan TV û saziyên antîpropagandayê vekirine.

Dewleta tirk dixwaze Libya kontrol bike. Ew weha bawer dike, ku eger li wir xwedî hebûn û gotin be, wê bikaribe kontrola Gas û Petrola vî welatî bike. Wê di prosesa jinûveavakirina Libya de, para mezin bistîne û bi milyaran dolar pere qezenc bike. Erdogan bawer dike, ku ew weha dikare bandorê li Misrê bike û wê neçarî lihevkirinên taybet di mijara Gasa Behrê ya di navbera sinorên Qibris, Misr û Yewnanistan, bike. Wek tê zanîn Misir, bêyî ku nerîna Tirkiyê bistîne, bi Qibris û Yewnanistanê ji bo destnîşankirin/dabeşkirina sînorên behrî û derxistina Gasê lihevkiribû.

Enqere bawer dike ku Libya cihê herî qels e û ew li wir bi kêmtirîn xisar û mesref dikare xwe bi cih bike. Welatên ereb jî li dijî vê yekê derdikevin. Yekîtiya Ereban mudaxeleya Tirkiyê di kar û barên li Lîbyayê şermezar kiribû û ew mîna “gefa li tevahiya ereban” bi nav kiribû. Hêzên General Hefter di mijara azadkirina Terabluse û têkbirina komên cîhadîst de bi israr in. Ew ji bo vê yekê alîkariya ereban û DYA jî werdigrin. Dewleta tirk weha bawer dike ku Cîhadîst û Birayên Misilman wê ji bo wê bibin bingeh da ku bi riya wan heremê kontrol bike. Lê ev yek ne rast e. Sûdan jî azad bû û dostê Erdogan Al Beşîr niha di girtîgehê de ye. Qeter jî li riya vegera nava civaka ereb digere. Iran rastî ambargo û gefên şer tê. Kartên ku Erdogan bi wan dikare li heremê tevliheviyê bike, yek bi yek dişewitin…

Çavkanî: Tariq Hemo / Yenî Ozgur Polîtîka

Dikarî Biecibînî