Kurd bi dengek bilind ji ‘îxanetê’ re nebêjin ‘îxanet’ dê tune bibin

H. Halît Alaçati

Di dîroka Kurdistanê de bandora îxanetê gelek kûr e. Kurdan êşa herî mezin ji îxanetê dîtiye. Ger îro kurd wekî gelê herî mezin e bêstatû yê cîhanê bin, teqez sedema vê yekê îxanet e. Dijminên gelê kurd jî îxanet wekî şûrek xedar li hemberî gelê kurd û têkoşîna wî ya azadiyê bikar aniye.

Mijara îxanetê tenê nexweşiyeke ku bûye bela serê kurdan nîne. Îxanetkarî di bingeha xwe de politikaya sereke ya serdest û dagirkeran e. Di nav hemû gelan de bûyerên îxanetê hene. Gelek têkoşînên azadiya neteweyî û çînî di encama îxanetan de têkçûne.  Bi vê boneyê îxanet di nava tevahiya gelan û civakan de sûçê herî mezin e.

Di dîrokê de hemu pirtûkên pîroz, hemû bawerî çand û îdeolojiyan îxanet wekî rûreşiya herî mezin pênasekiriye û cezayên herî giran dayîne. Li tu deverên cîhanê û di tu demên dîrokê de tu kes an jî hêzan li dijî cezakirina îxanetkaran îtîraz nekiriye. Heta cezakirina îxanetkaran her tim ji hemû derdoran piştgirî dîtiye. Ji ber ku îxanet di heman demê de tê wateya tunebûna mirovahiyê.

Mixabin di rastiya kurd û Kurdistanê de rewş û dîroka îxanetkariyê hinek ji îxanetkariya gelên din cuda ye. Ji ber vê cudahiyê ye gelê kurd û Kurdistanê ji hemû gelên cîhanê zêdetir zirar ji îxanetkariyê dîtiye. Gelo ev cudahî çiye û çima îxanetkariya li Kurdistanê ji ya welatên din cuda ye?

Cudahiya îxaneta li Kurdistanê ew e ku di astek bilind e hatiye asayîkirin. Ango normal tê dîtin. Heta li hind deverên Kurdistanê di hind deman de wekî karek maqûl û erênî hatiye dîtin û hêj jî tê dîtin. Ev ji bo gelekê felaketa herî mezin e. Tê wateya nexweşiya pençeşêre. Mixabin heta civakek ji vê nexweşiyê xilas nebe, nikare bigihe serfirazî û azadiyê.

Ji ber ku dagirkeriya li ser Kurdistanê bi sedan salan e berdewam dibe, îxanet vegerandiye çandekê. Dagirker ji bo serweriya xwe bidomînin hir tim pêwistiya wan bi îxanetkaran heye. Wekî çîneke elît hemu derfetan didin îxanetkarên girêdayî xwe û bi destê wan gelê bindest asîmile, dejenere û entegre dikin. Ku ev têre neke bi hev didin qirkirin û an jî rast e rast komkujiyan pêk tînin.

Bi vî awayî îxanetkar di nav civakê de dibin kesên herî bi hêz, îtibar û maqûl. Dagirker ji bo bandora îxanetkaran xurt bike û civakê neçarî wan bike, hind caran bi destê îxanetkaran qenciyan li hin derdorên civakê dike. Çîrokên vê li hemû deverên Kurdistanê tên zanîn. Îxanetkarên dibin parlementer, qaymeqam, walî, sercerdevan, noker hind caran kar û barên welatiyan en bi dewletê re hel dikin.

Îxanetkar çiqas bi destê dewletê bên bi hêzkirin, îxanet ew qas di nav civakê de maqûl û normal dibe. Ji bo kesek bibe xwedî hêz û bandor neçarê bibe îxanetkarê herî mezin. Beşên qel ên civakê jî ji bo bikaribin karek xwe di nav deweta dagirker de bidin kirin, neçarî îxanetkaran dibin. Bi vî awayî bi demê re îxanet normal û asayî dibe.

Îro tişta li Kurdistanê tê jiyîn ev e. Îxanetkarî hatiye normalîzekirin. Wekî kesên normal di nav civakê de dijîn. Heta riz û îttibarek mezin dibînin. Ji Arpagos bigire heta Mela Hadî, heta Qasim, heta Reyber, bi hezaran cerdevan û sercerdevanan bigire heta îxanetkarên qaşo siyasetmedar wekî pençeşêrê ketin pêsîra gelê kurd û Kurdistanê. Têgeha îxanetê yekem car ji hêla tevgera azadiya Kurdistanê ve berfireh hate dahurandin.

Li ser dahurandina hatî kirin jî li dijî îxanetkariyê têkoşîna îdeolojik, rêxistinî û çekdarî hate meşandin. Sedema berxwedanên Hîlvan û Sêweregê ev bû. Ji roja derketî heta niha armanca bingehîn a Tevgera Azadiyê ew bû ku îxanetê li Kurdistanê wekî nexweşiyek û rûreşiyekê mehkûm bike.

Ji bo vê bi deh hezaran ciwan ketin axê û bi sed hezaran kes ketin zindanan. Bi milyonan kurd koçber bûn. Têkoşînê heta astekê encam da û îxanetkarî li Kurdistanê di 40 salên dawiyê de êdî wekî rûreşiyekê hate pênasekirin. Tekane sedema li ser piya mayîna Tevgera Azadiyê û pêşketina nasnameya neteweyî ya gelê kurd ev e. Êdî di nav gelê kurd de herkes nikare bi hêsanî û aşkera îxanetê bike.

Di asta gelên din de nebe jî piraniya kurdan êdî îxanetê xirab dibînin. Lê mixabin ev têrê nake. Divê gelê kurd jî wekî hemû gelên cîhanê li hemberî îxanetê bêtawîz be. Ji ber ku ev helwest hêj zeîf e, îxanetkar firsetê dibînin û dikevin nav tevgerê. Dagirker jî di vî alî de hemû alîkariyê didin îxanetkaran. Dagirker naxwazin îxanetkarên wan zeîf bibin.

Dagirkeriya niha li hemberî axa Başûr hatiye destpêkirin pêwiste di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Ev hevkariya îxanetkar û dagirkeran e. Dagirkeran dît ku şoreşa Rojava û Bakûr pêş dikeve û dagirkerî têk diçe. Nokerên wan li Kurdistanê zeif dibin. Niha mûdaxaleyî vê yekê dikin. Dixwazin normalbûna îxanetê li Kurdistanê xurt û berdewam bikin.

Di vê çarçoveyê de rewşa malbata Barzanî tenê îxanetkarî nîne. Li Kurdistanê normalkirin, heta xurtkirina îxanetkariyê ye. Ku gelê kurd vê êrîşa îxanetkariyê vala dernexe, bi îhtîmalek mezin dê şikandina herî mezin a dîrokê bijî. Ev tê wateya tunebûnê. Belê gelê kurd niha bi êrîşa herî xeter, talûke û mezin re rû bi rû ne.

Ji bo vê îro gelê kurd bi sinava xwe ya herî mezin re rû bi rû ye. Ev azmûna li dijî îxanetkariyê ye. Gelê kurd an dê vê îxanetê vala derxe û tune bike, an jî dê ji ser rûyê dîrokê tune bibe. Hem jî di demek herî zede nêzî azadiyê bûyî de. Divê kes xwe nexapîne. Rast e Tevgera Azadiyê bi hêz e û dagirker tu carî nikar in vê têkoşînê têk bibin.

Bes ji bo têkbirina îxanetê pêwistî bi têkoşîna civakî heye. Îro tişta destkeftiyên me tehdit dike, îxaneta mala Barzanî ye. Çawa dema Mîr Mihemed li ber dewlet avakirinê de bû bi ixaneta Mela Hadî têk çû, niha jî di demak gelê kurd nêzîk azadiye ye de îxaneta neviyên Mela Hadî ango mala Barzanî heman erkê dilîze.

Gelê kurd neçare ji îxanetê re ‘îxanet’ bêje û bi dengek bilind şermezar bike. Têkoşîna li hemberî îxanetê têkoşîna herî hêsan e. Bi teşhirkirinê em dikarin îxanetê têk bibin. Bes divê herkes berpirsyariya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Çi ye ev berpirsyarî? Kî li ku derê be divê bi dengek bilind bêje ‘bimire ixanet’. Divê biçûk mezin nebêje di hesabên xwe yên medyaya civakî, di medyaya giştî, li kuçe û kolanê, li kar û li malê nerazîbûna xwe ya li dijî ixanetê bîne ziman. Malbata Barzanî divê bê hişyarkirin. Silav nedin kesên îxanetkar û kesên piştgiriyê didin îxanetkaran.

Cihê hûn lê, destûr nedin kes îxanetkaran û îxanetkariyê biparêz e. Çiqas hewil bidin îxanetkariyê di bin navê polîtîka û dîplomasiyê de biparêz in, destûr nedin îzahkirina îxanetê. Siyaset û îxanet tiştên cuda ne. Mala Barzanî siyasetê nake. Sedî sed îxanetê dike. Çawa bapirê wan Mela Hadî îxanet li Kor Mihemed Paşa kir û hêviya Kurdistanê sed sal taloq kir, mala Barzanî niha dixwaze Kurdistanê tune bike.

Ku em ji îxanetê re nebêjin îxanet û asteng nekin, mixabin emê di çend salan de bi tunebûna Kurdistanê re rû bi rû bimînin. Hem ji heta hetayê.

Ji bo kurd û Kurdistanê bênavber bêjin ‘bimire îxanet’ bijî azadî. 

Dikarî Biecibînî