Armanca liv û tevgera ser sînorê Rojava çi ye?

Dewleta tirk di demên dawî de liv û tevgera xwe ya li ser sînorê rojavayê Kurdistanê zêde kir. Tê gotin armanca dewleta tirk ew e ku li hemberî DYA’yê destê xwe xurt bike û peyama ‘Em dikarin DYA’yê ji herêmê derxînin’ bide Rûsyayê

Dewleta tirk ku parçeyên S-400’ê wergirt, di heman demê de leşkerên xwe yên li ser sînorê rojavayê Kurdistanê jî zêde kir. Dewleta tirk şantaja ‘ez ê berê xwe biguherînim’ li DYA’yê dike û peyama ‘Em dikarin planên DYA yên li herêmê têk bibin’ dide Rûsyayê. Bi vî rengî ji bo ‘herêmeke tampon’ daxwaza destûrê dike.

Dewleta tirk ku ji sala 2016’an ve li qada Sûriyeyê bi lîstika dualî ya bi DYA û Rûsyayê re dilîze û hin herêmên Sûriyeyê dagir kir, hewl dide vê lîstikê di ser S-400’î bidomîne û ji bo dagirkirina xaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji hêzên navneteweyî destûrê werbigire.

Armanca dewleta tirk

Tevî nerazîbûnên rêveberiya DYS û NATO’yê, dewleta tirk parçeyên destpêkê yên sîstema parastinê ya fuzeyên S-400 a Rûsyayê wergirt. Di heman rojê de jî dest bi zêdekirina leşkerên xwe yên li ser sînorê rojavayê Kurdistanê kir. Dewleta tirk leşker şand sînorê Şêxler, Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê û hewl dide beriya hatina heyeta DYA’yî ji bo nirxandina ‘herêma tampon’ destê xwe xurt bike.

Îdiaya rakirina blokên beton ne rast e

Artêşa tirk bi vê armancê hin tank û wesayîtên zirxî şand sînorê Girê Spî û Serêkaniyê û ji 10’ê tîrmehê ve wesayîtên zirxî li hin noqteyan bi cih kir. Gotina ‘hin blokên beton ên li ser sînor hatine rakirin’ ku di hin organên medyayê de hatin weşandin, ne rast in. Sê blokên beton ên li pêşberî gundê Ezîziyê yê Serêkaniyê ji bo çend saetan hatin rakirin û piştre li şûna xwe hatin bicihkirin.

Hevdîtinên neyekser

Tevî şantaj û gefên dewleta tirk jî, li Girê Spî û tevahiya xeta sînor jiyana rojane bi rengekî asayî didome. Ji bo ‘herêma tampon’ ku tê xwestin li ser sînorê Rojava bê avakirin ev demeke di navbera DYA, dewleta tirk û rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê de bi rengekî neyekser hevdîtin tên kirin. Tirkiye dixwaze herêm ji Dêrikê dest pê bike, heta pira Qereqozaxê be û bi 30 kîlometreyan fireh be. Her wiha dixwaze kontrola herêmê jî di destê Tirkiyeyê de be.

Şertê rêveberiya xweser

Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî ragihand ku dê planeke ku dewleta tirk di nav de be bi tu awayî qebûl nekin û herêm divê di bin çavdêriya hêzên navneteweyî de be. Tevlêbûna dewleta tirk a li nava hêzên navneteweyî jî bi şertê bidawîbûna dagirkeriya li Efrînê ve hate girêdan.

Plana alternatîf

Di hevdîtinan de ku bi navbeynkariya DYA’yê tê kirin planeke din derkete holê ku li gorî vê planê dê herêm negihêje bajaran û bi 5 kîlometreyan berfireh be, li herêmê jî dê noqteyên çavdêriyê yên hêzên koalîsyona navneteweyî hebin. Ev plana ku weke plana Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey tê binavkirin, ev demeke tê nirxandin. DYA’yê çend roj berê bi rayedarên Ingilîstan, Fransa, Almanya û hin dewletên Ewropayê re di vê çarçoveyê de hevdîtin kir.

Ji tirsan leşkeran bi cih dikin

Di nava hefteyê de dê heyeteke ji DYA’yê biçe Tirkiyeyê û rewşa teknîkî ya planê bi rayedarên tirk re binirxîne. Lê belê dewleta tirk ku ji ber wergirtina S-400’î di nava tirs û fikara pêkanînên CAATSA’yê de ye, bi nêrîna ‘parastina herî baş êrîş e’ leşker û amûrên leşkerî li ser sînorê rojavayê Kurdistanê bi cih dike. Dewleta tirk tevî zêdekirina leşkerên xwe yên li ser sînorê rojavayê Kurdistanê şantaja ‘ez ê berê xwe biguherînim’ li DYA û NATO’yê dike û bi vî rengî hewl dide destê xwe yê di bazariyê de xurt bike. Erdogan şantaja ‘ez ê bi Rûsyayê re tevbigerin’ li DYA’yê dike û dixwaze armancên xwe yên Osmanî pêk bîne.

Armanca esasî ya Erdogan

Erdogan li aliyê din jî peyama ’em dikarin planên DYA’yê yên li herêmê têk bibin û DYA’yê ji herêmê derxînin’ dide Rûsyayê ku di civîna sê alî ya Rûsya-Îran-Tirkiyeyê de anîbû ziman. Dewleta tirk rojên dawî êrîşên xwe yên li herêma Şehbayê zêde kir û bi vî rengî jî dixwaze rewşa li Idlibê heta demekê birêve bibe.

Erdogan bi êrîşeke dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê re dixwaze kurdan ji Dêrikê heta Helebê daxîne binê rêya navneteweyî û bi vî rengî di ser Şengalê re xwe bigihîne xeta Mûsil û Kerkûkê. Ji bo vê armanca xwe ya Mîsakî Mîllî jî bi taybetî destûrê ji DYA’yê dixwaze.

Gelê herêmê xwe amade dike

DYA ku li Idlibê piştgiriyê dide dewleta tirk, ji bo dagirkirina Efrînê zemîn amade kir û li dijî wergirtina S-400’î helwesteke cidî nîşan neda, li dijî planên dewleta tirk ên ku dixwaze herêmê ji nû ve veguherîne qada şer, nayê zanîn ku bê ka dê helwesteke çawa nîşan bide. Li dijî van planên dewleta tirk gelên herêmê û hêzên wê yên parastinê jî amadekariyên xwe dikin. Li dijî planên dagirkeriyê yên dewleta tirk gelên herêmê jî biryara çalakiyan wergirt. Di êrîşeke gengaz de ger şer rû bide dê tenê li herêmê nemîne û tê payîn ku salên dûr û dirêj bidome.

Çavkanî: Ersîn Çaksû/ANF

Dikarî Biecibînî