Rexneyek ji bo rêxistinên jinên îranî

Nivîskara Yenî Ozgur Polîtîkayê Gelawêj Ewrîn di nivîsa xwe ya vê heftê de li ser têkoşîna jinan û sekna rêxistina jinan a li hemberî polîtîkayên dewleta Îranê çawa pasîf tevdigerin nivîsandiye.

Ewrîn di nivîsa xwe de diyar dike ku rejîma Îranê ji bo jin di qada siyasetê de cih negirin û tênekoşin rojevên vala diafirin û hîn rêxistinên jin jî li dû rojeva dewletê diçin û wan rojevan dikin mijara sereke.

Tevahiya nivîsa Ewrîn wiha ye:

“Li Îranê di sala 1934´an de ji bo cara yekê Şahê Îranê Rizah Şah qaşo di bin navê modernbûnê de bi îlhamgirtina ji Ataturk, biryar da ku jin li Îranê serê xwe vekin û cilên modern li xwe bikin. Bi derxistina vê biryarê re ku weke parçeyek ji plana Îslahata Şerq ku mudaxeleyek li ser çanda Rojhilata Navîn û gelên herêmê bû, êrîşeke berfireh li ser çanda gelên îranî çêbû. Yekdestkirina civakê wek bipêşketin û modernbûnê hat hesibandin û kesên li gorî vê yekê tevnegeriyan îşkence li wan hat kirin û êrîşî wan kirin. Gelek netewên li Îranê dixwestin çanda xwe ya qedîm biparêzin û li gor wê cil û bergan li xwe bikin lê bi vê biryarê re ev maf ji destê gelek kesan bi taybet ji jinan hat stendin. Bi taybet civaka Kurdistanê û jinên kurd gelekî li beramber vê biryarê li ber xwe dan. Ev plan heta astekî û ji bo demekî serkeftî bû lê mirov nikare bêje civaka Îranê bi temamî li gor vê biryarê tevgeriyan. Dema Şahenşahiyên li Îranê bi şoreşa gelan re bi dawî hat, ev biryar jixwe wateyek wê nema. Lê belê bi desteserkirina nirxên şoreşa gelên Îranê di sala 1979´an de rejîma nû ya îslamî vê carê zext li jinan kir ku serê xwe bigrin û bê hicabî wek guneh dîtin û jin jî wek sûcdar û xetakar avêtin zindanan û îşkence li wan kirin. Helwesta her du rejîman di esasê xwe de gelekî ji hev cuda nîne û di rastî de dixwazin jinan li gor berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê bi kar bînin û birêve bibin. Ya bûye para jinan jî selmandinek bi zorê ya şêwazê jiyanek derveyî rastiya wan e. Ji 1934’an heta roja me ya îro têkoşîna jinên Îranê li beramber polîtîkayên tundiyê didome.

Rejîm jixwe dixwaze hîcaba jinan bike rojev, şêwazê cilxwekirina wan û mijarên wiha jinan wek objeyekî cinsî ji xwe re bikar bîne. Lê mixabin a hinek tevgerên jinan dikin jî bi awayekî xizmeta vê siyasetê dike. Wer lê hatiye ku çapemeniya hundir a rejîma Îranê jina herî baş û hêja jina di nava hicabek kamil de dibîne û şev û roj propagandaya wê dike berovajî çapemeniya derve ya bi zimanê farsî weşanê dikin ku qaşo dijberê hicaba bi darê zorê ne, modela jinek modernîst pêşkêş dikin. Bi vî awayî dijberiya bi rejîma heyî re wê jinê tenê di sînorê mijarên madî de bihêle û wek objeyekî gotin li ser were kirin û biryar li ser were girtin. Jixwe rejîm dixwaze jinan bi rojevek wiha re asê bihêle û nehêle rast tev li siyasetê bibin û qadeke têkoşînê ji bo wan nemîne. Medyayên xwe dijberî Îranê dibînin li şûna balê bikişînin ser têkoşîn û berxwedana jinên di girtîgehên Îranê de mijarên ji rêzê dixin rojevê. Ango rêbazek lîberal a têkoşînê datînin pêşiya jinên Îranê. Niha gelek jin di girtîgehan de ji ber siyaseta rejîmê di grevên birçîbûnê de ne. Nayên dermankirin û destûr ji wan re nayê dayîn ku xwe biparêzin û bê parêzer in. Jinên ku rojane bi awayekî sîstematîk di malbat, li derve û di saziyên dewletê de şîdetê dibînin. Li şûna mijarên civakî û koka wan a bingehîn were lêpirsînkirin û lêkolînkirin, mijarên rojane yê rojeva jin ji cewherê xwe derdixe, dibin rojeva rêxistinên jinan. Ev rewşeke bi xetere û nikare pirsgirêk û girêkên mezin ên civakî li Îranê çareser bikin. Van rojan dîsa wek mijara hîcaba îcbarî, mijara çûyîna jinan a stadyomên sporê bûye rojev. Her kes li ser vê diaxive û tiştekî dibêje, kesên diaxivin dîsa mêrin bêguman. Hinek rêxistinên jinan mijar anîne astekî ku tu dibêjî qey ger jin biçin stadyuman wê şoreşa jinan li Îranê çêbibe. Jinan hemûyan motîveyî vê rojevê dikin û têkoşîna jinan hemiyan di vê rojevê de bi sînor dikin û difetisînin. Mesele jin biçin stadyumê yan neçin nîne. Mesele jin çi li xwe bikin nîne bi rastî. Ev rêbazeke tekoşînê ye yan jî parçeyek ji têkoşîna jinan a li beramber qanûnên rejîmê ne. Lê hedef û armanca esasî ya jinên Îranê nîne. Nabe asta têkoşînê ewqas dakeve mijarên madî û tenê di wan de were xulasekirin. Bikaranîna bedena jin, bi çi awayî bibe jî wê têkoşînê ji armanca xwe ya bingehîn dûr bixe. Rêberê Îranê Elî Xamineyî du roj beriya niha axaftinek balkêş kir û qaşo şîret li jinan kir. Bi awayekî sosret dibêje ku pêwîst e zêdeanîna zarokan li Îranê bibe çandek û jin herî zêde di vê mijarê de xwedî rol in! Bi ya wî jin makîneya zarokanînê ye ji bo eskeran jê re bîne. Bîrdoziya Xamineyî pê diaxive, bikaranîna jinê ye bêguman. Jin ger bi rojevên din re mijûl bibin nikarin li dijî vê bîrdoziya dijê jin bibin xwedî helwestek bi hêz. Wê bi rojevên hatiye diyarkirin re biçin û ji rojeva esasî dûr bikevin. Lêhûrbûn divê li ser vê çêbibe ka armanca esasî ya rejîmê li ser jinan çî ye. Bûyer û rewşa heyî nabe yek bi yek werin dîtin. Divê rojev hemû bi hev re û peywendiya wan bi hev re baş were lêkolînkirin. Armanca bîrdozî û siyasî ya Xamineyî ji van gotinan çi ye û xizmeta siyasetek çawa dike, divê ew rast were xwendin. Biryarên der heqê jinan de tên girtin di esas de, qirkirinek e. Jin ji her mafî tê bêparkirin û tenê wek objeyeke cinsî li ser cil û bergê wê diaxivin. Çiqas zarokan bîne û kengê û çawa sporê temaşe bike, ev hemû mijar bi hev re girêdayî ne û bûyerên tekane nîne ku em jî behsa çareseriyên tekane bikin. Divê mirov ji pencereyek hîn berfirehtir temaşeyî pirsgirêkên jinên li Îranê bike û wisa li rêbazên çareseriyê bigere. Rêbazên rejîman ne rêbazên çareseriyê ne û divê rêxistinên jinan xwe ji vê biparêzin. Têkoşîna bi amûrên rejîmê wê jinan bixe bin xizmeta rejîmê û divê ev li dawiyê were hiştin.”

Dikarî Biecibînî