Qirkirina Şengalê ji her alî ve qirkirinek li dijî jinê bû

Bi caran di derbarê civaka êzîdî de, di warê dîrokî, civakî, olî, erdnîgarî, felsefe û gelek beşên din de nivîs û lêkolînên berfireh hatin kirin. Her ferdek, her civakek an jî netewek bi taybetî hêzên ku girêdayî pergala netew dewletê ne, şîroveyên di derbarê Êzdayî û civaka êzidî de li gorî berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê nivîsandin e. Her yek ji wan jî çavkaniya xwe wek heqîqet pênase kiriye. Çavkanî jî bi destpêka hebûna xwe ya netewdewletê ve destnîşan kirine. Baş e, çawa dibe dîrokek ewqas kevnar û resen ku şopên wê heya berya zayînê bi hezaran salan diçe û bi taybetî bi pîroziya jinê û dayikê tê nasîn; bi hebûna dîroka avakirina netew dewletan ve ku 300 sal jî derbas nekiriye were destpê kirin? Gelo dibe ku hêzên derveyî heqîqeta hebûna civakê bikaribin rastiya wê bi hemû milên wê yên erênî û neyînî ve şîrove bikin?

Bi ya min bi tenê ew civak ku di mînaka êzidiyan de 74 Ferman jiyane, dikarin di lêgerîna heqîqetê de berhemên rasteqîn derbixin holê û li gorî rê û resmên ola xwe û çanda xwe pêşeroja xwe diyar bikin. Em behsa civakekê dikin ku beriya her tiştî, her bera xwe dide rojê û dûayên xwe yên pîroz ji bo parastina nirxên mirovahiyê û jinê dike. Yên ku jin û xwezayê pîroz dibînin û bi tu awayî pergala desthilatdariyê qebûl nekirine û her li ber xwe dane, civaka êzidî bi xwe ye. Jinên ku ji ber sekna wan ya têkoşer û berxwedêr wek pîroziyek taybet cihê xwe di diayan de digirin û li ser wan sond tê xwarin. Ji ber ku di şexsê xwe de her daîm li dijî neheqiyê têkoşiyane û di dîroka 74 fermanan de li dijî bişaftinê (asîmîlasyonê), koçberiyê, tunekirinê, zilmê li ber xwe dane; her hatin qetilkirin, kirîn û firotin. Li gel ku her fermanek, di encama berxwedaniyek mezin û girêdanek kûr a bi nasnameya xwe ya olî û çandî re ew têk nebirine jî, lê di warê derûnî de trawmayek bi xwe re heta roja îro aniye. Her fermanekî li pey xwe êşa koçberiyê, qirkirin û bişaftinê jî aniye ku hîn jî tên jiyîn. Her çendî di tevahiya fermanan de eşqa azadiyê û hesreta vegera cih û warê pîroz nehatibe winda kirin jî, tu car li hemberî hêzên dagirker stûxwarî nehatibe jiyîn lê lê ferqek mezin di navbera fermanên bihûrî û ya Tebaxa 2014’an de de heye.

Armanca Fermana 74’an

Armanca fermana Tebaxa 2014’dan ku di şexsê jina êzidî de hate kirin ew bû ku bi temamî civaka êzidî û nirxên kurdewarî bide tunekirin û ji rûpela dîroka mirovahiyê bide winda kirin. A esas hate zanîn ku jina êzidî hemû nirxên xwe yên jinê, bawerî û çandî yên vê civakê heya roja îro parastiye. Hêzên ku cihê xwe di nav amadekarî û pêkanîna Fermana 74’an de girtin, tevî rejîma dewleta tirk, PDK, Erebistana Siûdî, Îsraîl, DYE û gelek hêzên din ên hikûmeta Almanyayê bi xwe ye. Hem bi hevkariya xwe ya bi Komara tirk û PDK’ê re di ware aborî, leşkerî û siyasî de wek dewletek paralel tevgeriyaye û li kêleka vê jî ji bo valakirina Şengalê di nav hewldanên mezin de ye. Derveyê vê heyanî roja îro jî rexmî ku gelek kêmnetewan û kêmolan li dewletê yê dijîn û gelek ji wan jî fermî tên naskirin, ola êzdayî hîn jî fermî nehatiye qebûlkirin. Mîna di dîroka êzdayî de bihûriye, çawa li dewletên Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê, bi berdewamî li Almanyayê û dewletên din ola êzdayî wek ‘X’ an jî ‘0’ tê pênasekirin. Bi navek din hebûna civaka êzidî tune tê hesibandin.

Netew-dewletên pergala modernîteya kapîtalîst vê carê rêûrêbazên xwe yên tunekirina civaka êzîdî guhertine. Di bin navê ‘parastin û qebûlkirina civaka êzidî’ de koçberiya dawî li ber çavê civakê wek gavek pêşketî û rast diyar dikin. Di aliyê madî de hewl didin manewiyata civakê bidin rizandin bê ku civak bi xwe pê bihese. Fikirandin û hîskirin ji civakê didize û civak bi tenê wek amûrek ji bo berjwendiyên xwe yên desthilatdar bikar tîne. Em baş dizanin ku beşek ji civaka êzidî di encama van fermanan de anîn asta ku ji hev bawer nekin û bi tenê hêza xwe bispêrin dewletan.

Ez dixwazim bi çend mînakên şênber ên ji koçberiya di encama fermana dawî de pêk hatine vê mijarê bi zelalî vekim. Fermana 74’an di warê derûnî de trawmayek kûr a kolektîf ji nû ve zindî kir. Ji bo ku armanca fermana 74’an bi encam bibe divê wargeha pîroz a êzidiyan Êzîdxan û bi taybetî warê berxwedanê Şengalê ji êzidiyan were valakirin. Ji bo ku ev yek pêkan be, hemû deriyên koçberiyê vekirî dihêlin. Dîsa ji bo civaka êzidî baweriya xwe bi van netew-dewletan bîne projeyan bi kesayet, sazî û dezgehên xwedêgiravî êzidî re, bi hev re amade dikin. Dema em ji heqîqeta ku di kesayeta jinê de civak tê parastin û rêvebirin binêrin, em ê bibînin ku dema civak tê tunekirin, di serî de êrîşî jinê dikin. Bi rastî ev heqîqet li vir jî rolekî diyarker dileyîze. Projeya destpêkê wek ku bi zanebûn hatibe amadekirin yekser çend roj piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’dan derbasî meriyetê bû. Navê projeyê ev bû “bi hezaran jinên êzidî ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî man li Almanyayê û dewletên din werin tedawîkirin.” Teoriya projeyê û pratîka wê li gorî ku dihate payîn ji hev gelekî cûda bûn. Bi tenê da ku hevkariya dewleta Almanyayê ya bi Tirkiye, PDK û hêzên girêdayî wan re di êrîşên 5 salên borî de li ser Şengalê û Efrînê deşîfre nebin, lez dikin. Ji lewra jî vê projeyê dubare bi wesîleya 3’yê Tebaxê di şexsê keça êzidî Nadya Murad ku li ser trawmaya wê bazirganiya netew dewletan tê kirin, derbasî meriyetê dikin.

Li dijî fermanan xweparastina civakê

Li dijî fermana spî û sor bi tenê pergala xweparastin, xwerêvebirin û xwerêxistinê di şexsê jina êzidî de bi misoger dibe. Ger di fermanên borî de civaka êzidî di kesayeta jina êzidî de xwe bi sedsalan parastibe û di roja îro de li Şengalê û bi tevahî Êzîdxana pîroz pergala xwe û pêşaroja xwe bi xwe ava dike û dimeşîne, ev yek xwe disipêre felsefeya xwe ya “serê xwe dide lê sira xwe nade.” Li hemû cihên şopên kesên di fermanê de hatin qetilkirin hene, bi perspektîf û vîna rêxistinkirî ya jinê, sazîbûna jinê wek bersiva fermanê hate avakirin.

Ger demildest pergala mîna li Şengalê û Êzîdxana pîroz li derveyê welat neyê pêkanîn û tevahî civaka êzidî bi taybetî yên ji 2014’dan vir ve koç bûn, li derdora vê pergalê xwe negirin, dibe ku di encama fermana spî de civaka êzidî were tunekirin.

Çawa ku gul an darek li ser axa xwe, li cihê koka xwe bi tenê dikare bijî; ji bo mirovan û civakan jî ev derbasdar e. Nexasim ji bo civaka êzidî. Wê demê dikare bibe civakek bi her awayî bi xwezayê re yek, girêdayî çanda xwe û li ser hîmê azadiya jinê, demokratîk, exlaqî û polîtîk.

Pergala modernîteya kapîtalîst dibin navê azadiya kes azadiya herî rast e, êdî malbat ji civakbûnê bêcewher dike û dewsa wê dewleta mîkro bi cîh dike. Di şexsê mêr de hişmendiya desthilatdar li ser jinê dide ferz kirin û bi her cûreyên şîdeta li ser jinê koletiyê dide ferz kirin. Zarok û ciwan jî li derdora hişmendiya xwe ya desthilatdar bi cih dike û şûna perwerdehiya dayikê perwerdehiya dewletê dide. Bêguman li cihê ku di kesayeta jinê de koletî tê ferzkirin bûyerên mîna kuştin û xwekuştinê zêde dibin. Bi tenê di nava salekê de zêdetirî 25 jin û keçên êzidî xwe kuştin an jî hatin kuştin. Di nava mehekê de li bajarekî Almanyayê bi tenê 5 jinên ciwan ên ji Şengalê û başûrê Kurdistanê hatin kuştin an jî di encama bêexlaqiya zilam de dawî li jiyana xwe anîn. Dîsa zewaca di temenê biçûk de zêdetir dibe. Bêguman trawmaya ku di encama fermana 2014’an de tê jiyîn û ji aliyê dewletê ve wek firsendek tê bikaranîn, bûyerên bi vî rengî bi xwe ra tîne.

Têkoşîna azadî û hebûnê

Ev rewş tenê bi van mînakan ne sînordar e. Di heman demê de jî di ragihandina alman de ev propagandaya reşkirinê ya li dijî êzidiyan zêde dibe. Piştî ku bi têkoşîna bêhempa û bedelên giran çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengiya hêzên azadîxwaz hatin tunekirin û bi hezaran jin û zarokên êzidî hatin rizgarkirin, raya giştî eleqeyek mezin nîşanî pergala xweseriya demokratîk ku di mînaka Şengalê de tê avakirin û jiyîn dide. Ger bala raya giştî ne li Şengalê be û civaka êzidî wek hêzek pêşeng neyê dîtin, ragihandina alman êdî bûyerên ku li jor hatin diyarkirin wek heqîqeta êzidiyan pênase dike.

Ji bo ku hikûmeta Almanyayê bi erka xwe rabe û bêdengiya xwe ya li dijî hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î bişikêne, Sîwana Meclisên Jinên Êzidî doz li hemberî Wezîra Dadê û Wezîrê Karê hindurîn vekir. Ev doz ji bo ku edalet dîsa bi cih bê û hemwelatiyên alman ên DAIŞ’î li gorî kiryarên xwe yên dijmirovahî di çarçoveya dadgehek navnetewî de li rojavayê Kurdistanê bên darizandin û hemû hevkarên çeteyên DAIŞ’ê li pêşberî hemû jinên ku rastî çanda destavêtinê hatine hesab bidin, wê bi pêşengiya jinên êzidî têkoşîna azadiyê di asta herî bilind de were meşandin.

Li gorî vê di encama rastiya pergala modernîteya kapîtalîst de bi serkêşiya netew-dewletan û li hemberî vê jî rastiya pergala modernîteya demokratîk bi pêşengtiya jina azad derdikeve holê. Ger jina êzidî li ser hîmê vîna xwe ya rêxistinkirî û azad têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşîne dê civaka êzidî jî li ser hîmê berxwedaniya xwe ya sedsalan bibe civakek exlaqî û polîtîk û nasnameya xwe ya êzdayî azad bijî.

Ji lewra jî ya herî rast û ya herî bi bandor rêxistinbûyîn e û vegera cih û warên xwe yên pîroz e.

Çavkanî: Newaya Jin / Songul TALAY

Dikarî Biecibînî