Li ser şopa Xanî Û Bedirxan hinek zelalî

Hingê di nava rewşenbîr û nivîskarên kurd de bikaranîna kurdî ne rehet bû û kesî xwe nedida ber vî karê zehmet. Xanî jî di malika serî de behsa vî karê zehmet dike

Em dizanin ku di dîroka  wêjeya kurdî de cîhekî Mîr Celadet Elî Bedirxan yê girîng heye. Ji ber ku rola Mîr Celadet ne bi tenê kesayetiyeke di dîroka kurdayetiyê de ye her wiha ew nivîskar û zimannasekî pêşeng e, ew di heman demê de xwedî heyameke wêjeyî û xwedî ramanekî kurdewarî ye. Her wiha ew ji bo her rewşenbîrekî hevrêyek  e û sîbera peyv û tembînameyên wî ji bo her wêjevanekî kurd ferhengeke bi serê xwe ye.

Beriya peydabûna tevgereke çandî û siyasî ya weke Hawarê dereng jî hatibe, dîsa em kurd bi kesayetên wek Mîr Celadet dibin civak, Ji ber ku her milet û netewe bi rewşenbîrên xwe bi ronakbîr û zaneyên xwe dibin civak.

Em ji bîr nekin ku di hemî nesîhet û tembînameyan de Mîr Celadet dibêje, guherînên bingehîn pêşî di hişmendiya rewşenbîrên kurd de divê pêk bên û dûvre di serê cikavê de bibin wek sertacekê.

Heger em li taybetmendiyên demekê yên wêjeyî û çandî binihêrin, divê em serwext bibin li rewşa wê demê ya sosyopolîtîk û bûyerên bandor li van taybetmendiyan kirî.

Lê belê dîroka Hawarê dîsa dibe çavkaniyeke bingehîn û dîroka malbata Bedirxaniyan jî berî derketina Hawarê bi rola xwe rabûye. Ev hemû şopên dîrokê di îroya me de hewandî ne. Û heger em di dawiya sedsala 19´an û serê sedsala 20’an de li koka wê bigerin û lê binihêrin, em ê bi şêweyekî rasterast bigihîjin wê serancamê.

Di dîroka ziman û wêjeya gelên rojhilatî de sedsala 19’an sedsalek girîng bû ji ber ku ev sedsal, ji bo çand û wêjeya gelek neteweyan, bû sedsala şoreşa ceşnên wêjeyî û edebî û gelek zimanên rojhilatî ku kurdî jî di nav de ye bi formên vegotinê yên nû hisiyan û ew bi kar anîn.

Lê em jibîr nekin ku ev sedsal di heman demê de, bû dema teqîna neteweperweriyê jî. Herçend, di wê demê di nava kurdan de jî tevgerên neteweperwer xwe nîşan dan li cem kurdan ev çanda neteweperweriyê, weke ku me berê jî gotibû ji beriya vê jî hebû.

Dema Ehmedê Xanî wilo nivîsand mebest jê çi bû?

Da xelq-i nebêjitin ku:  Ekrad

Bê ma’rîfet in,

bê esl û binyad

Enwaê milet xwedan kitêb in

Kurmanc-i tenê di bê hesêb in.

Hingê di nava rewşenbîr û nivîskarên kurd de bikaranîna kurdî ne rehet bû û kesî xwe nedida ber vî karê zehmet. Xanî jî di malika serî de behsa vî karê zehmet dike, ew her wiha ji bo nîşandayina hêza kurdan û zimanê wan bi kurdî dinivîsîne.

Ev helwesta xwedîlêderketina kurdan û ev danberheva bi miletên din re li cem Xanî dikare weke berzkirina hestên kurdayetiyê û her wiha weke şoreşeke wêjeyê were nirxandin. Ehmedê Xanî bi helwesteke neteweperweriyê balê dikişîne ser wê yekê ku di warê hişmendiya rewşenbîrî de kurd ne kêmî milletên din in, lê belê kurdan derfet bi dest nexistiye ku di vî warî de berheman çêkin. Lewre Xanî di dewama vê helbestê de weha nivîsandibû:

Kurmanc-i ne pir di bê kemal in

Emma di yetîm û bê mecal in

Fîlcimle ne cahil û nezan in

Belkî di sefîl û bê xwedan in

Divê mirov vê jî bibêje, Xanî bêguman ne yekem kes e ku behsa vê xatirnedayina kurdî ya li hember erebî, osmanî û farisî kiriye. Melayê Cizirî jî ji dêleva helbestên Hafizê Şîrazî, helbestên xwe pêşniyaz dikirin ku mirov dikarî bû bêguman wê demê bibêje ku hê ji wê gavê ve tevgereke zimanê kurdî dest pê kiribû. Piştî Ehmedê Xanî jî, perwerdehiya ku li medreseyan di warê parastina zimanê kurdî de wê bi roleke girîng rabûya.

Çavkanî: Cano Şakir / Yenî Ozgur Polîtîka

Dikarî Biecibînî