Fikra Wallerstein li ser meseleya kurd

Rêşad Sorgul

Civaknas Wallerstein yek ji wan aliman bû, Rêber Apo qedrê wî girt û payeyeke hêja da fikrên wî yên li ser sîstema cîhanê. Wî jî kurd û doza kurdan ji nêz ve dişopand û li ser doza kurd xwedî fikir bû

Di dinya me ya îro de herçiqasî hejmara mirovan gihiştibe 8 mîlyarî û gelek kes dikarin biaxivin û ji bo xweîfadekirinê rê zêde bibin jî di vê dinya yekdestiya hêzan de, kêm mirov hene, bêyî qala xwe bikin, li dinyayê bi giştî difikirin û ji bo malbata mezin a mirovatiyê xwedî fikar in, nîgeran in. Di vî warî de yek ji kesên navê wî tê hildan, camêr Immanuel Wallerstein e. Ev zanyarê civaknas ê ji bo cemawerê difikirî ji nava malbata mezin koç kir û xatirê xwe xwest.

Civaknas Wallerstein yek ji wan aliman bû, Rêber Apo qedrê wî girt û payeyeke hêja da fikrên wî yên li ser sîstema cîhanê. Wî jî kurd û doza kurdan ji nêz ve dişopand û li ser doza kurd xwedî fikir bû. Di çarçoveyeke berfireh de li mijarê temaşe dikir. Li gorî çar nakokiyên sereke yên sîstema cîhanê li mijarê temaşe dikir û nihêrtineke li derveyî vê kêm û şaş didît.

Wallerstein ev fikrên xwe jî di pêşgotina pirtûka Rêber Apo ya bi navê “Nexşeya Rê” de anî ziman. Wî ev, weke çar nakokiyên sereke bi nav kirin û ew weha destnîşan kirin: Serwerî, dewleta netewe, demokrasî û kapîtalîzm.

Pirtûka Rêber Apo ya bi navê “Nexşeya Rê” hûrûkûr bi “Pirsgirêkên demokratîkbûnê yên Tirkiyê û Modelên çareseriyê yên li Kurdistanê” dadikeve. Ev pirtûk bi Ingilîzî hat çapkirin û rêzdar Wallerstein jî bi sernavê “Ji bo Nexşeya Rê pêşgotin” gotarek nivîsî û bal kişand ser çar nakokiyên sereke yên pergala cîhanê.

Li gorî Wallerstein Nexşeya Rê ji bo çareserkirina meseleya kurd a li Tirkiyê pêşniyazan pêşkêş dike, lê tevî vê, bi awayekî berfireh pirsgirêkên xweser ên jeo-dîrokî jî dixe rojevê û weha dibêje; “Ez wisa yeqîn dikim ku dema mirov hûrûkûr bi mijarê dakeve, pergala dinya modern ku ekonomiya dinya kapîtalîst e, di rêveçûna wê de 4 nakokiyên sereke hene: Dewlet li serweriyê digerin, dewlet hemû xwe bi neteweyekî ve dizeliqînin, daxwazên dewletan ên demokasiyê û hewldana kapîtalîzmê ya ji bo xwe di hevsengiyê de bihêle.”

Wallerstein di pêşgotinê de yek bi yek bi van nakokiyên sereke dadikeve, hay jê heye û dibêje, “Ji bo ravekirina her yekê ji van nakokiyan, pirtûkek divê.” Di dawiyê de jî weha gotiye:

“Divê mirov feydeya tevgera siyasî ya civaka kurd û Tirkiyê di çarçoveya van çar nakokiyên sereke de tehlîl bike, naxwe em ê nikaribin bigihîjin encameke kêrhatî. Yanî; serweriya dewleta tirk a niha ji bo xwe qehîm bike û bidomîne xwe sor dike û neçarî vê dibîne; hêzeke piranî ya li Tirkiyê jî ji nû ve bi fikirsabitiyekê alternatîfa Jakobeniyê ferz dike; bi heman awayî piraniyeke muxalif jî xwe bêhtir bi demokrasiyê digire; û tevahî rêbazên wê tevgerên siyasî bişopînin; wê bikin ku sîstema dinyayê ya kapîtalîst a li ber mirinê ye, wê rê nîşan bidin ka li şûna vê sîstemê çi bê danîn, û wê ev bandorê li têkoşîna giştî ya dinyayê bike.”

Dikarî Biecibînî