Di perwerdehiyê de rista zimanê dayikê

Mehmet Şahîn

Ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê vir ve sed sal e di meha Îlonê de zengilên dibistanan ji bo pişaftina zarokên kurd û hemû zarokên ne tirk lêdidin.

Di 9’ê Îlonê de li Tirkiyeyê serdema perwerdehiyê dest pê dike. Bi milyonan zarokên kurd ji neçariyê, ji ber bê alternatîfiyê dê berê xwe bidin aşên pişaftinê dibistanên tirk. Lewre, her serdemeke perwerdehiyê tê wateya pişaftina bi milyonan zarokên kurd. Ev jenosîda spî ye.

Mezopotamya û Anatolya kirin goristana çand û zimanan

Komara tirk li ser bermahiya Osmaniyan ava bû. Hişmendiya komarê hişmendiya Îtîhat Terakî ya nîjadperest a yekparêz e. Li gorî rapora UNESCO’yê di despêka avabûna komarê de li Tirkiyeyê 52 ziman û zarava dihatin axaftin. Hişmendiya yekparêz ji xeynî zimanê tirkî mafê jiyanê neda zimanên din. Bi kurtahî 51 ziman ji yek zimanî re kirin qurbanî.

Piştî sed salî dîsa li gorî rapora UNESCO’yê, ji 52 zimanan 18 tune bûne, 16 ziman li ber tune bûnê ne, 11 ziman jî bi xetereyê de ne (di nava wan de mixabin zaravayê kirmanckî jî heye), 6 li ber xwe didin (di nava wan de zaravayan de kumrancî jî heye), û 1 jî (tirkî) ya herî azad û xurt e.

Mezopotamya û Anatolya yên ku dergûşa ziman û çandan bûn bi saya hişmendiya nijadperestiya yekparêz bûn goristana ziman û çandan. Mirina her zimanekî tê wateya mirina civakekî, winda bûna her zimane kî tê wateya winde bûna ceribîn û keleporên hezar salan ên mirovahiyê.

Her zimanek xezîneyeke mirovahiyê ye

Hebûn û pir bûna cureyên zimanan devlemendiya xezîneyên ceribînên mîrovahiyê ne. Zimanên kû li ser erdnîgariya cîhanê hene her yek ceribîn û keleporên netewa xwe ya hezar salan di xwe de dihewînin. Ji bo ceribîn û keleporên neteweyan ên hezar salan bigîhin qirna nû zimanê zikmakî amûreke herî girîng û jêneger e. Kesayetî, nasname, hebûn û domdariya neteweyan bi xwedîderketin û xurtkirina zimanê dayikê pêkan e.

Fêrbûna ziman di malzaroka dayikê de dest pê dike

Li gorî zanyarên ziman fêrbûna zimanê dayikê di malzaroka dayikê de dema ku zarok dengan dibihîze destpê dike. Zarok piştê kû ji dayik dibe rêzikên civak ê yekemînan ji dayika xwe bi zimanê dayika xwe hîn dibe. Bi zimanê dayika xwe hawirdor nas dike û bi der dorê xwe re dikeve têkiliye. Ji bo karibe di pêşeroja jiyana xwe de derfetên jiyanî bi kar bîne bi zimanê dayikê hişmendiyeke têgihiştî pê re diafire. Lewre, zanebûn û mezinbûna zarok rasterast bi zimanê dayikê ve girêdayî ye.

Di navbera zimanê zikmakî û têgihiştinê de,  di navbera zimanê zikmakî û ramanê de, di navbera zimanê zikmakî û hînbûnê de têkiliyeke rast û xurt heye. Zarok ji dozdeh mehî şûn ve hetanî destpêka dibistanê di 6 salan de bi awayekî hilberîner li gorî forma ziman a axaftinê, bi teqlîd, bi hînbûn û bi gohdarî kirinê fêrî zimanê dayika xwe dibe. Di jiyana xwe ya berîya dibistanê ya rojane da her roj, her saet, bi lîstok, bi şahiyan, bi xemgîniyan bi têkiliyên derûdorên xwe di nava têgihiştinê de ye. Di bin çavdêriya malbatê de, di nava sebir û heskirineke mezin de bi zimanê dayika xwe mezin dibe. Malbat, bi kasê kû têrê wî bike bi ceribandinan û bi pratîkekî herî baş di warê ziman de wî digihîne astekî herî baş.

Ji ber ku têgihîna mirov di paşila dayikê de dest pê dike di çêbûna nasname û kesayeta mirov de zimanê dayikê xwediyê girîngîyeke bêhempa ye. Zimanê dayikê di ruhiyeta zarok de, di civakbuyîna zarok de, di derûniya zarok de, di gihaştina gelenperî de û çêbuna keseyetiyeke qayîm de xwediyê risteke gelek girîng e. Di pêvajoya têgihîştinê de bandoreke mezin û mayinde li ser vana çêdike.

Her sal bi sed hezaran zarokên kurd travma derbas dikin

Zarokên kurd bi destpêka dibistanê ve ji cîhana xwe ya ku ji malzaroka dayika xwe hetanî heft saliya xwe bi zimanê dayika xwe ji xwe re afirandine nişkave jê dûr dikevin. Dikevin nava cihaneke biyanî, jîyaneke biyanî û çandeke biyanî. Li ser tê ferzkirin ku ji cîhana xwe ya ku heta wî rojê bi zimanê dayika xwe ji xwe re avakiriye û çanda ku heta wi rojê pê têgihiştiye ji dûr dikeve û tune bihesibîne.

Ji destpêka dibistanê şûn ve ji bo zarokên kurd çavkanî û amûra herî xurt a jiyanê zimanê dayikê êdî tune ye. Çavkaniyê hêz û sûda derûniya xwe ya qayîm, amûrê xwe yê herî girîng a têkiliyên bi civakî re, çavkaniya jiyana xweya bi ewle û pê bawer winda dikin.

Zimanê ku di dibistanê de li ser tê ferzkirin zimanê serdestan e û ji zimanê wê gelek cuda ye. Dema ku zarok bi zimanê dayika xwe diaxive dibîne ku ji alî mamoste ve nayê fêmkirin. Zimanê ku mamoste li ser wê ferz dike ji hêla zarok ve nayê fêmkirin. Zimanê kû qet nizane û jê fêm nake bi wî zimanê dest bi perwerdehiyê dike.

Ev rewş ji bo zarokên kurd tê wateya tune hesibandin û serobinkirina cîhana wan a kû heta wî rojê ji xwe re avakirine. Tevahiya zarokên kurd vê rewşê bi awayeke neerênî pêşwazî dikin. Piştî ku cîhana wan a heft salan wêran bû zarok dikevin nava şik û gûmanan. Di ruhê wan de travmayeke  mezin û di jiyana wan de, di bîr û baweriya wan de şikestineke mezin çêdibe. Di xeyalên wan de, di ramanên wan de şikestineke mezin çêdibe. Bi vana ve girêdayî li dijî dibistanê nerazîbûnek, nexwestinek, hêrsek, û li dijî dibistan û mamosteyan hestên tol girtinê pêş dikevin.

Wekî ku li jor jî me anîbû ziman, ji ber kû ziman û raman bi hevûdu ve girêdayîne di cîhana ramana wan de jî pirsgirêkên girîng dest pê dikin. Di wan dibistanan de hînê zimanê xwejî nabin û hînê zimanê ku li ser wan tê ferzkirin jî nabin.

Di encam de gelek ji wan bi pênaseye “neserketî” re rûbirû dimînin û dibistanan diterîkînin.

Di dibistanên tirk de jenosîda spî pêk tê

Rol û mîsyona dibistanan ew e ku di pêvajoya herî girîng de bi perwerdehiya xwe ya zanist teşeyeke baş bide jiyana zarok, li ser qayîm bûna kesayetiya zarokan û li ser jiyana wan a pêşerojê bandoreke erênî bilîze. Lê ji ber ku zimanê dayikê di perwerdehiya dibistanê de cih nagire dibistan dibin wargehên wêrankirina jiyana zarokên kurd. Ew wêrankerî bandoreke neerênî li hemû jîyanê zarokên kurd dike. Şadî û bextewariya wan tune dibe. Hizûra wan a hundirîn û ruhî winda dibe.

Perwerdehiya bi zimanekî biyanî tenê derûnî û maneviyata zarokên kurd xera nake. Di heman demî de serkeftina wana akademîk jî asteng dike. Ji ber nezaniya ziman demeke dirêj di fêmkirin û têgihiştinê de zehmetiyan dikşînin. Zarokên kurd ji bo di dibistanê de bi ser bikevin neçar in bi hêz û xebateke awarte ya bêhempa bixebitin. Neçarin ku deh qat ji zarokên tirk zêdetir ked bidin da ku karibin bi ser bikevin.

Ziman tune be raman jî tune ye

Di xwezayê de destpêka avabûna şaristaniya mîrovahiyê bi têkilîya ziman û ramanê dest pêkiriye. Lewre zimanê zikmakî û raman ji hevûdu cuda nabin. Zimanê zikmakî raman pêşve dibe, raman jî ziman pêşve dibe. Ev heqîqeteke zanistê ye.

Ziman xwîna giyanê ye, raman tê da diherikin û jê çêdibin. Yê ku zimanê wî tunebe ramana wê, ramana wê tunebe zimanê wê tune ye. Dema ku zimanê zarokên kurd jê tê stendin ramana wê jî jê tê stendin.

Zimanê zikmakî, ji bo geşbûn, zanebûn û jîrbûna mîrov, ji bo têkiliya germ a navbera civak û mîrov pêkere ke herî girîng e. Ji bo têkiliya kes a bi civaka xwe re, ji bo têkiliya kes a bi civakên din re amûreke jêneger e. Ev amûrê giranbuha ji destê zarokên kurd tê girtin.

Zimanê zikmakî, parçeyeke çanda mîrov e. Geşbûn û xurtbûna wê tê wateya xurtbûna çanda mîrov. Di serî de ji dayik, bav û ji xizmên nêz tê girtin. Dû re jî ji têkiliyên bi derûdor re tê girtin û bi mîrov re têgihiştînekê çê dike. Ev têgihiştin dibe bingeha avabûna kelepora çandê. Zarokên kurd ji kelepora civaka xwe ya hezar salan bêpar tên hiştin.

Di zimanê dayikê de behremên me yên çandî, nirx û rûmetên me yên civakî, pîvan û rengên me yên jiyanê, hêz û hunerên me yên afirîneriyê hene. Lewre, di zimanê dayikê de têgihîştineke baş bi xwe re di hînbûnê de serkeftinekî baş tîne. Di dibistanan de li ser zarokên kurd  neserkeftin tê ferzkirin.

Zimanê zikmakî, di ruhê mirov de, di hişmendiya mîrov de, di bîra mirov de, di kesayeta mirov de xwediyê hêzeke taybet û bi raz e. Lewre, çêbuna kesayeteke saxlem û hişmeniyeke xurt bi perwerdehiya zimanê zikmakî pêkane. Bi perwerdehiya tirkî zarokên kurd ji hêz û sihîra zimanê dayika xwe dûr dikevin. Hişmendî û kesayeta wan tarûmar dibe.

Hestên neteweyî û zimanê dayikê bi hevûduve girêdayîne û hevdu temam dikin. Kêsên ku ji zimanê xwe dûr bikevin ji netewa xwe, şaristaniya xwe, ji civak xwe dûr dikevin, ji cewhera xwe ya vegotin û hilberînê jî dûr dikevin.

Zimanê zikmakî ji bo taybetmendiyên neteweya xwe neynika herî paqij e. Zimanê dayikê di heman demê de hilgirê şaristaniya civaka xwe ye, amûrê vegotin û hilberînên nû ye. Civakên ku ji zimanê xwe dûr bikevin ji şaristaniya xwe, ji amûra vegotin û hilberîna xwe dûr dikevin. Civaka ku ji vana dûr bikeve nikare pêş bikeve û bi civakên din re berevaniyê bike. Mixabin dibe civakeke paşve mayî û dinava civakên paşve mayînde cihê xwe digre.

Zimanê kurdî dil û bîra gelê kurd e

Zimanê kurdî ji zimanên herî bingehîn û qedîman yeke. Mafê zimanê dayikê mafeke mirovî ye, mafeke herî rewa ya gerdûniye. Ji bo bi destxistina vê mafê xwe yê herî rewa têkoşîn û berxwedan ji bo me peywir û erkeke jêneger e. Ji bo zimanê me bibe zimanê hîndekarî û perwerdehiyê û di her qadên jiyanê de em karibin bikar bînin hewce ye em li her deverê cîhanê têkoşîneke zanist û domdar bimeşînin.

Heta zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê dê pişaftina li ser civaka kurd berdewam bike û dê civaka kurd wekî civakeke birûmet dernekeve ser dika dîrokê. Pêşketina civakî û di nava civakên hemdem de cih girtina civaka kurd bi perwerdehiya zimanê zikmakî pêkan e.

Belê, hetanî zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê em ê her tim têbikoşin û li ber xwe bidin. Lê heta ku ev pêk were hewce ye her maleke kurd bibe dibistana kurdî, her kurdek bibe mamosteyê zimanê kurdî ku em karibin zarokên xwe ji hêrandina aşên pişaftinê dibistanên serdestan û ji jehra hişmendiya Îtîhat Terakî biparêzin.

Çawa netew beyî ziman nabin, ziman jî beyî perwerdehiyê nabin. Di hebûn û domdariya neteweyan de bi qasê ku ziman girîng e, di hebûn û domdariya zimande perwerdehî jî bi ewqasî girîng e.

Civaka kurd di dîrokê de bi gelek qirkirinên fizikî û spî re rû bir û maye. Li gel van qirkirinan nirx û rûmetên xwe, exlaq û kevneşopiyên xwe, taybetmendiyên xwe, çîrokên xwe, berjewendiyên xwe yên civakî û hemû tiştên ku wê le ser pîyan dihêle bi saya zimanê xwe parastiye û heta îro aniye. Ji îro şûn de jî prastin û gihandina qirnê nû erka ser milê me ye.

Hewce ye nêyê jibîrkirin ku zimanê kurdî dil û bîra gelê kurd e. Dagirker dixwazin civaka kurd bê dil û bê bîr bihêlin. Lewre, di vê serdema teknolojiya pêşketî ya ku em tê de dijîn de li dijî dagirkeran parastina zimanê dayikê bi dehan qatî zêdetir wekî erkeke pîroz derdikeve pêşberê me.

Zimanê me ji bo me xezîneya herî mezin û herî girîng e. Em ê li xezîneya xwe xwedî derbikevin. Heke em zimanê xwe winde bikin mafê jiyanê jî di nav de em ê hemû mafên xwe winda bikin.

 

Dikarî Biecibînî