Êrîşa DAIŞ’ê ya 15’ê îlonê bû destpêka tunebûna wê

Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê îlona sala 2014’an de li dijî Kobanê êrîşeke berfireh da destpêkirin. Li dijî çekên giran û hêzeke mezin a DAIŞ’ê, şervanên YPG û YPJ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dan û li Kobanê şikandin. Şikestina DAIŞ’ê ya li Kobanê, bû destpêka têkçûna wê ya li Sûriye û Iraqê

Komên çete yên DAIŞ’ê Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kiribû û hêla çaremîn ku diket aliyê bakurê Kurdistanê, ji hêla dewleta tirk ve hatibû dorpêçkirin. Komên çete di 15’ê îlona sala 2014’an de jî li dijî gundên Kobanê êrîşeke mezin da destpêkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku Mûsil dagir kiribûn, Lîwaya 93’yan a rejîma Sûriyeyê ya li Eyn Îsa ya Girê Spî jî stendibûn, gelek çek û cebilxane, bi dehan tank û panzêr desteser kiribûn. DAIŞ ku êdî bi xwe gelek bi bawer, gelemperiya hêza xwe li ser sînorê Kobanê bi cih kir û di 15’ê îlonê de li dijî gundên Kobanê êrîşeke berfireh da destpêkirin. Bi vê yekê re bi dirêjahiya bi sedan kîlometreyan daholên cengê lê ketin.

Bi çekên giran êrîş kirin

Di serî de komên çete ji du eniyan ve anku ji eniya rojhilat û rojavayê bajêr ve dest bi êrîşê kir. Di her êrîşekî de bi hezaran çeteyan cih digirt û vê jî kir ku çend gund ji destê şervanên YPG’ê bên derxistin. Li hemberî çekên giran ên DAIŞ’ê, di destê şervanên ku Kobanê diparast de tenê çekên sivik û ferdî hebûn. Çeteyên DAIŞ’ê di her eniyekê de zêdetirî 2 tank bi kar di anîn. Her wiha topavêja 130’an ku dikariya navenda Kobanê ji 30 km’yan dûrve topbaran bike, bi kar dianî.

Şervanan xwe vekişand navenda Kobanê

Li dijî êrîşa giran û berfireh a çeteyên DAIŞ’ê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi berxwedaneke bêhempa bersiv dida. Di vê berxwedanê de bi sedan şehîd dan û hinek ji wan jî çalakiyên fedayî pêk anîn. Rêvana, Arîn Mîrkan, Baran, Serhed, Êrîş û Zozan çend ji van şervanên ku çalakiyên fedaî pêk anîbûn. Tevî lehengiyên mezin jî, şervanên kurd li hemberî çekên giran ên DAIŞ’ê neçar man ku xwe vekişînin navenda Kobanê.

Dirûşma şervanan

Bi xwe vekişandinê re bû cara yekemîn ku şervanên YPG û YPJ’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xwe paşde dikişand. Vê jî rê li ber hêrseke mezin a şervanan vekir û êdî nemimkûn bû ku gaveke din bi paş de vekişin. Êdî gotina ‘Ji mirinê re erê lê ji vekişînê re na’ bibû dirûşma şervanan.

Koçberiya sivîlan

Li hêla din piştî ku êrîş zêde bûn, welatiyên sivîl neçar man ku berê xwe bidin navenda bajarê Kobanê ya ku her roj dorpêça li ser girantir dibû. Di vê çarçoveyê de di nava 10 rojan de, zêdetirî 300 hezar sivîlan berê xwe da sînorê bakurê Kurdistanê. Piraniya sivîlên ku sînor derbas dikirin, berê xwe dida Pirsûs a Rihayê.

Destpêkirina şerê nava bajar

Piştî berxwedana 20 rojan a li gundên Kobanê, çeteyên DAIŞ’ê di roja yekşemê de ango di 5’ê cotmeha 2014’an de Girê Miştenûrê yê li başûrê rojhilatê Kobanê ku li ser bajar serwer e, dagir kir. Piştre çeteyan bajar bi awayekî dijwar topbaran kir. Piştre jî li navenda bajar şerê kolanan dest pê kir. Şerê bajar li ser sê lingan bû. Ya yekemîn, xeta parastinê ya ji bo pêşîlêgirtina pêşdehatina DAIŞ’ê ku di 8’ê cotmehê de dest pê kir. Anku 3 roj piştî dagirkirina Girê Miştenûrê, şer derbasî nava bajar bû.

Xetên parastinê û sekinandina DAIŞ’ê

Di wê rojê de hin şervanên YPG’ê li Qada Azadî çalakiyên fedaî pêk anîn. Her cihekî ku çeteyan lê gule ber dida, dibû hedefa şervanan û vê jî kir ku çete nekarin pêşde biçin. Di wê pêvajoyê de jî her kesî propagandaya ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ dikir. Di şerê li Qada Azadiyê de sînorek ji pêşketina çeteyên DAIŞ’ê re hate danîn û şervanên YPG’ê xetên xwe yên parastinê xurt kirin. Her wiha şervan li ser rêbazên şerê kolanan dihatin perwerdekirin. Bi vî awayî êrîş li ser xetên parastinê yên şervanan dewam kirin û çeteyan nekarîbûn pêş bikevin. Şervan roj bi roj, mal û kolan ji çeteyên DAIŞ’ê paqij dikirin û ev rewş heta 71 rojan dom kir.

Pêvajoya duyemîn: Şerê gerîlatiyê  

Piştre jî pêvajoya duyemîn ango şerê gerîlatiyê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de şervanên YPG û YPJ’ê bi rêbazên kêmîn, çandina mayinan, sekvanî û êrîşên cur bi cur komên çete hedef digirtin. Şervanan her ku çete derb dikirin, xetên xwe yên parastinê xurtir dikirin û êrîşên çeteyan jî têk dibirin.

Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê

Pêvajoya sêyemîn jî di 18’ê mijdara sala 2014’an de ango di roja 94’emîn a berxwedanê de dest pê kir. Di wê rojê de Pêngava Rizgarkirina Kobanê ya bi navê ‘Tolhildana Şehîdên Kobanê’ dest pê kir. Bi vê pêngavê re jî di nava 40 rojan de Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Êdî hevsengiyên şer li Kobanê guherîn û rewşa heyî bi temamî guherî.

Piştgiriya herêmî û cîhanî ya bi Kobanê re

Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG û YPJ’ê, bala hemû cîhanê kişand. Bajarê Kobanê di demekî kin de bû sernavên sereke yên piraniya dezgehên çapemeniyê yên cîhanê û mijara rêberên gelek dewletan. Dema ku DAIŞ gihîşt Kobanê, kurdên li bakurê Kurdistanê li gelemperiya bajarên Bakur ji bo piştgiriya bi şervanên YPG û YPJ’ê re rabû serhildanê. Her wiha bi sedan bakuriyan berê xwe da Pirsûsê. Ji wan gelek jê derbasî Kobanê bûn û yên din jî tev li berxwedana ser sînor bûn.

Roja Kobanê

Gelê Bakur di 6-7-8’ê cotmehê de jî serhildaneke mezin pêk anî û di vê serhildanê de 40 welatiyên sivîl şehîd bûn. Dewleta tirk bi van êrîşan xwest ku dengên ji bo piştgiriya Kobanê derdikevin, biçewisîne. Piştî meh û nîveka berxwedanê, li ser daxwaza rewşenbîr û mafparêzan, 1’ê mijdar weke Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin.  Di vê çarçoveyê de bi hezaran kes li 90 bajarên li 30 dewletên cîhanê daketin qadan û di bin dirûşma ‘Seferberiya cîhanî ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê’ piştgirî dan berxwedana Kobanê.

Rizgarkirina Kobanê

Çeteyên DAIŞ’ê ku di 15’ê îlonê de êrîşî Kobanê kir û di nava 20 rojan de keta nava bajar, di roja 94’emîn a berxwedanê de karî ku ji sedî 70’yê bajar dagir bike. Lê berxwedana li hemberî çeteyan, bingeha destwerdana hêzên Koalîsyona Navneteweyî Ya Li Dijî DAIŞ’ê ya ji bo piştgiriya bi YPG û YPJ’ê re afirand. Şervanên YPG û YPJ’ê ku destanên lehengiyê nivîsandin, piştî berxwedana 134 rojan, di 26’ê çileya sala 2015’an de Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bi temamî paqij kir. Li şûna ala reş, êdî li girên Kobanê ala kesk, sor û zer li ba bû.

Berxwedana enternasyonal

Berxwedana Kobanê ji berxwedana gelê kurd zêdetir, weke berxwedaneke enternasyonal tê binavkirin. Ji ber ku ji kurd û ereban heta faris, amerîkî, brîtanî, alman û tirk, ji gelek netew û welatên cuda bi sedan kesan li Kobanê li ber xwe dan û şehîd bûn. Bi vê yekê jî îsbat bû ku berxwedana Kobanê, berxwedeneke navneteweyî ye û serkeftina wê serkeftina hemû neteweyan e.

Dawiya DAIŞ’ê li Kobanê dest pê kir

Bêguman DAIŞ’ê bi saya berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê têkçûnekî mezin jiya. Têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, bû destpêka tunebûna wê. Beriya têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, tu artêşên li herêmê nedikarî pêşî li pêşketina wan bigire. Bajarê Mûsilê ku piştî Bexdayê mezintirin bajarê Iraqê ye û bajarê Reqa yê Sûriyeyê di nava saetan de ketin destê DAIŞ’ê.

Pişt li DAIŞ’ê şikand

Li gorî agahiyan, zêdetirî 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê hatin kuştin. Her wiha gelek çete jî birîndar bûn. Bi vê re jî hêza DAIŞ’ê têk çû. Piştî pêngavên leşkerî yên ku YPG û YPJ’ê ji bo rizgarkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin jî, êdî DAIŞ’ê nekarî hêza xwe komî ser hev bike. Li ser vî esasî jî Koalîsyona Navneteweyî Ya Li Dijî DAIŞ’ê bi YPG û YPJ’ê re hevpeyman îmze kir û ev hevpeyman bi HSD’ê re hate nûkirin.

Serweriya wê bi dawî bû

Bêguman têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê bandoreke mezin li têkçûna DAIŞ’ê ya li Iraqê jî kir. Beriya têkçûna li Kobanê, DAIŞ li Iraqê roj bi roj bipêşde diçû. Lê bi têkçûna li Kobanê re rewş guherî. Êdî DAIŞ’ê roj bi roj cihên ku dagir kiribûn winda dikir. Di aliyê leşkerî de jî çeteyên DAIŞ’ê li gundê Baxoz ê Dêrazorê piştî şerê 4 saetan têk çûn û serweriya wê ya li Sûriyeyê bi dawî bû.

Çavkanî: Cûma Mihemed / ANHA

Dikarî Biecibînî